Dengên bê dengan

 Nizar Yosif

Dema mirov navê Çiya yê Kurmenc di bihîze, yekser qencî û hêminî ya mirov têde perwerde bûyî, ji bîrdankê tête der. Bandora xweşî û nexşên xwezayê, dengê qebeqeba kewan, fîxanên bilbilan, xwendina tilor û çûkan li ser hûsiyên daran, bi hiş ve tentene di bin. Bihna xuhdana cotiyaran, hêza merdan, stiranên jinên jêhatî, keçên çeleng, hezkirina lawan, ser hev de di dil û ramanan de weko Kevokên kom bûyîn di firin. Rengên keskesorê, evînek dilsoz bi xwe re di reşînin.

Yek ji berên vê atmosfêrê, mirovên jêhatî, çalak xwedan ked û
aferên, viyan û bawerî, hostayên wêne û hevokan, lêkolînerên bê westan
jî, bi dehan ber girtin jê hatin der. Bûne çirayên di şevtariyên welêt
de, ji mirovayê re dijenin. Dilopên rewayê ne ser qadan de di pekin, ji
zayîn û zîldan a nifşên nû re, zeviyên serweriyê û seridandin ê ne.
Lêkolîner
ê bêwestandin rêzdar Elî Cefer, Hespê xwe li pey leylanê bezand,
cariknan, jê qezenc di kir, û carna leylanê di xaviya xwe de ew tîn di
xapand. Di evraz û newalên geliyan de, di nava davik û sûteyan re,
rêncberiya xwe ne rawestand, li pêy çavkaniyên rasteqîniyê, jêderên
rastiya xwe û kedkarên vê dozê şopand. Dema xwêner, lêkolînên vî canmêrî
di şopîne, bi zehmetî û cefa ya wî hayedar di be, bi balefiran welat bi
welat, bi Tirmbêlan bajar bi bajar, Gond û gund, rêncbetî di gere. Bi
bizavek du qat, li jêderên ji xwendekarên li jiyanê mayîn, di pirse.
Bihtirîn car wan nabîne, û libin ji wan, xwe nadin destên wî, pêre
dirûnin lê ti encaman naxin destên zehmetkêş de. Libin ji wan tevzan bi
bizava wî dikin, bi behaniya – ma komeleyên xwendekaran- çi tiştên
balkêş dane û kirine, heta ku em besa wan û dîroka komeleyê bikin.
Seyda
Elî Cefer ji rex hinek çavkaniyan, dewla xwe vala ji bîra wan
kêşandiye, dest û pê zuha, bi keser vegeriyaye hêlîna xwe. Lê bê hêz
nema ye, tim destpêşxerî( Mubadere) ya kesayetî bi kar aniye, bi bawerî û
berpirsyarî, livandin û keftelefta xwe hêz daye.
Lêkolîner ê me, di
sala 2016an de, çapa yekem ji lêkolîn a xwe, li ser kar û xebata
xwendekarên kurd li derva yî welêt, pirtûka ( Komeleya xwendekarên kurd
li Europa) ji weşanxaneya xanî weşand.
Di peyîza sala 2019an de çapa
duwem, bi lêvegerek paktir û berfireh,li çapxaneya ( Baski-Cilt) li
Istanbul ê çap kir. Lêkolîner di bêje, ewî gelek belge yên nû weke
rojnameya (Dengê kurdistan) ya ku ji destpêka avakirina komeleyê de, di
hate weşandin, û hinek destxistinên nû girêdayî bi vê lêkolînê ve, jêre
peyda bûn. Lewma pêdivî bi çapa duwem bî.
Rêzdar Elî Cefer di van
pirtûkan de, gelek agahdariyên giring, girêdayî xebata xwendekaran li
derve yî welêt ( 1949 – 1975 ) belge kirine. Komeleya xwendekarên kurd
li Europayê, bû çirayek ji doza kurd û kurdistanê re, di nava
xwendekarên cîhanê de, li van welatan. Jîrî û xebata wan bûn, dengvedana
vî welatê bindest, çar parce, di nava miletên dinê de.
Lêkolîner ê
me di nava van 375 rûpelan de, gelek çalakî û bûyerên kevnar, ji bê
xweyîtiyê zengê girtîn, li wan bû xwedî, toza salan ji ser wan day paş,
bi alîkarî ya jêderên(kesên) sax mayîn. Yek ji wan serpêhatiyên herî
balkêş, mirov pê xembar di be, çîroka lehingê kurd, stûn ê navend di
damerizandina komeleya xwendekarên kurd de li Europa yê, Dr. Noredîn
Zaza ye. Hêja yî gotinê ye ew serokê partiya yekem li rojava yê
kurdistanê hatî damerizandin e. Dema ku li Dîmeşqê bû (Embarên wî yên
derman/bijîjkî, û çend parçeyên erdê jî li dora bajêr hebûn) rewşa wî ya
aborî gelek baş bû. Tengaya demê wî, û mijûlayî bi karê konevanî ve, û
texlîtên zorê, û binçavkirin ji rexê dewletê ve, ji delîvên teng, her
tiştên xwe bi emanet, spart kurdek yê Şamê (Hesen Dêrikî) da ku bi rêve
bi be. Lê ew kes (Hesen Dêrikî) ked jê vedişart, bi Dr. Zaza re nerast
bû. Dawî embar û erd û saman, hertiştên ser navê wî bûn, li ber wan asê
bû!! Ev lenhing ê bîrawer, yê ku jiyana xwe ji bûyî milet û netewa xwe
terxan kirî, ji ber dijmin û pîsan bê çare di mîne.
Lêkolîner Elî
Cefer kej û hirî ya ji herçar parçeyên kurdistanê û europa yê dayîn hev,
tevn a vê lêkolînê bi rîsê Teşiya dayîkên wan çavkaniyan honandiye.
Ezê
bihêlim her yek bi xwe nava van rûpelan bixwîne, bê çawa ev lêkolînerê
zehmetkêş, ji sala 1949 heta 1975ê deziyan bi derziyan ve dike, da hişê
me pê re alîkar be, û pergalên dozê bi hev re bidrûn.
Nizar Yosif
05.08.2020

Nîşe:

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ji nivîsîna Tengezar Marînî

1.

Nivîskara Kurdistanî, Suzan Samancî, bi romana xwe ya dawî, Payîz an jî Ziyab, ku ji hêla weşanxaneya Avesta ve, li sala 2024 hatiye weşandin.

Di gel ku roman ji 87 rûpelên D5 pêk tê û li ser sê parçeyan dabeş bûye, lê di metin, vebêjî,…

Tengezar Marînî

Destek im, di bazara parvekirinê de.

Birîn,
asoyên mijê,
Bêje destpêk e,
feryada pel û leman e.
Histû xwar,
di bizav û kewdanê tarî de.

Ziman kesk e;
jêrzemîn asoyekî razê ye.
Çirkek di sebra nîşanê de parastî.
Destanek ji êgir e çavê min
Serdema kovanan e,
Çiyay sinorên êşê nas nakin.
Her tişt bûye êş.
Her tişt bûye kovan.
Şikestin, derbederî, dagîrkerî, talan, lêdan..
Kuç…

Ezîz Xemcivîn

Pakrewan (Şehîd)…

Du helbestên min bi dengê mamoste Güney Özdemir

https://www.facebook.com/100014938271912/videos/1104840264623404

Qado Şêrîn

Kurdê ew nav an ew stran guhdarî nekiriye tune.

Ez zarok bûm, min li wê stranê guhdarî kir, xwîna min hênik dibû, lê min bawer nedikir ku emê rojekê ji rojan, berî 20 salan, hevûdu li Hollenda aş û gulan bibînin.

Pirtûk jiyan û Bîranîn e,…