Ev agir pêdiviye vemire

Tengezar Marînî

Me bawer dikir, ku êdî xwîna kurdan li kurdan heram e. Mixabin careke din ew bawerî xewin bû. Amûdê ya yekemîn kursê zimanê kurdî bi pîtên latînî lê vebûn, Amûda hewqas nivîskar ilimdar, helbestvan, layîq bû, ku kurd hemî wê û xelkên wê wek çavên xwe biparêzin.
Ev komkujiya ku hate kirin, cihê riswakirinê ye. Yê ku ew xwepêşanderên bi aştiyane derketibûn, kuştin, wî xêra kurd û pirsa kurd nedaniye ber çavên xwe.
PYD, divê li xwe îro berya sibe vegere. Nema tête qebûlkirin, her car idî,a dikin, ku pîlanên navnetewî li dijî wan têne gerandin û ew jî xelkê bikujin. Ya rast ev zimanê hêzê, karê bixwenebawera ye. Nabe di sedsala 21ê êdî zimanê barûtê şûna zimanê guftûgoyê bigire.

Ew hêza bibêje ez gel diparêzin, nabe gel bikuje…pêwîste hayî ji pîlanên dijminane hebe..
Nabe her mirovek bîrûrayên cuda bibe sedema tunekirinê.. Hemî dîktatoran bi salan bizav kirin, ku berdewam xudan desthilat bin, lê hêza gelan zor û zordariya wan binpê kiriye û berev bi azadiyê ve çûne..

Eger îro berya sibe, aqilmend ji hemî aliyan xwe nelivînin, dê pirs û kêşe aloztir be.
Zimanê heyf û tolhildanê zimanekî xerab e û encameke xerab dide, lewra pêdivî ye, komîteyek pispor û serbixwe bête damezirandin û lêkolînê bike. Her kesekî beşdarî vê komkujiyê bûbe, bête sizadan. Amûd ji hêzên leşgerî û xwedançek vala bibe.

Yek birîndarê kurd, bi destê kurdekî pirre, vêca çawa ku kuştî hebin. Ev şehîd, şehîdê me hemiyan in. Destê xedrê pêdiviye dirêjî bira nebe…
Ev agirê pêxistî vemirînin, berya gelek dayikên din jî dilê wan bişewite.

Îro dema aqil û aqilmendiyê ye, dema hevpejirandinê ye, ne dema wê yekê ye, ku hêlek, an jî hêzek tenê welat û civatan bi rê ve bibe.

çendî kîn kûr bibe, lîstik ferehtir dibe û xort û keçên me yên ji bo standina mafê kurdan li kolanan in, dê bibin êtûna şerê kurdkujiyê..

Bi hawara Amûdê werin.. agirê ku êdî hişk û ter bide ber xwe, nema vedimire, eger zû tiliyan nedeyinin ser birînê…..
Bi hawara Amûdê ve werin, bila êdî bîranînên sotandina zarokên Sînema Amûdê dubare nebe
Wein Amûda bavê Mihemed hêjayî aştiyê ye, hêja ye bibe simbola azadî, ronakbîrî û binpêkirina peykerê dîktatoran….

Agir vemirînin.. her yekî ji hêla xwe hêminiyê bibparêzin, xweragirin, xwe ragirin xwe ragirin,,,,,

Werin , bila xwîna kurdekî din bi destê -pêdiviye birayê wî be-neyête rijandin

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mihemed Ebdê

Ehmed im..

Şervan im, pêşmergeyê xaka xwe me

Pakrewan im canfidayê rojava me

Ji başûr im, li Qamişlo roja şer de, ez heme

Qurbana xakê bim ji mirinê re ez amede me

Kurd im, ji Kerkûkê îro hawar û berxwedan e

Berê Barzanî gotiye:…

Mihemed Ebdê

Kê gotiye dil ji evînê tenê re dijene?

Payebûn ji kesên mezin tenê re ye!

Kê gotiye ku nav û dengê serkirde, û serokan tenê di dîrokê de tê nivîsandin?

Kê gotiye…

Berxwedan ji şervan û pêşmergeyan di qadên şer de tenê bi çekan tê xuyakirin..

<p...

Fewaz Ebdê

Xa xa xal xal xaltîka Ca ca ca canê, ma La la lalala lalo li mal e?
Ê ne mala minê tu Bilbil î!!!

Pêkenokeke gelêrî Kurdî ye

Bi navê Lalo hatibû naskirin, ev navê ku ji biçûkanî ve xwe lê girt û pêve zeliqî. Destpêkê zarokan…

Alan Hemo

Ew ne kezî ye hovoo
Şîşek e ew ji sorçirûska çavê jinxasan

Gurzek e ew ji simbêlê mêrxasan

Li siya pozê lehengan şîn hatiye

Bi tiliyên bavekî qehreman hatiye hûnandin

Û bi tilîliyên dayikeke dilsoz li meydanê bi cî bûye

Ew ne kezî ye hovoo

<p style="text-align:...