Şepal Hêvo
Bêguman mêranî jî ji nivîsandina kurdî re gereke ango pêdiviya me bi nivîskarekî wêrek heye, yekî ku bikare rastiyan ji me re zelal bike û bi kurmanciyeke bedew pêşinyarên xwe ragihîne me,nivîsandina bi kurdî ji wan kesan pîroztir e, ji wan kesên ku li dûv şikestin û windabûnên xwe veşartîne.
Nivîskarên kelaşan yên ku li bendî mirina nivîsandina kurdî ne qena êrîşî kursiyan bikin û wan ji xwe re birevînin bi rastî dilê min bi wan dişewite û di heman demê de kenê min bi wan tê, ji ber hîn jî ew bi zimanê xwe yê lawaz û ramanên xwe yên jihevketî hewil didin ku zerika xwe li binê beroşa şoreşê bixînin bi tevî ku şoreş ji van keysbazan bêrî ye ew keysbazên ku ciyê xwe di partiyan de negirtin û jê bêpar man,yên ku bi kêrî sitranbêjiyê nehatin .. yên ku bi kêrî welatparêziyê nehatin .. yên ku bi kêrî nivîsandina Erebî nehatin yên û yên.
Bi rastî mêranî ji vê mijarê re gereke ji ber kesê ku dixwaze zimanê kurdî ji xapandinan biparêze gereke gellek tiştan piştguh bike navê xwe,çepik,pesindan,pînekirin û rexneyên dijwar, lê di nerîna min de tu kes nikare baweriya mirovê ku ji dil kar dike bi qasî tiliyekê bilebitîne yan jî tu kes nikare baweriya wî bişkîne,nameya min ji wan kesan re ye, yên ku ta niha nikarin rûpeleke bi kurdî bixwînin û di heman demê de nikarin hevokeke hevgirtî û durust pêk bînin û hîn jî dixwazin rêveberiya nivîskaran bikin, nexweşiya van kesan pir giran e û dermanê wan bi tenê ku bijîşkekî derûnas li wan binere.
Afrandin, ev peyva sêwî ya ku ta niha di nav kurdan de li ser kopalekî dimeşe ,mercê pêkanîna wê bi tenê xwendin û nivîsandina bi kurdî ye,gelo kesî bihîstiye ku miletek di cîhanê de wisan gotiye? Erê bi tenê di nav kurdan de ev tişt peyda dibe, bi tevî ku her kes dizane ku xwendevan û nivîskarên kurd li ser tiliyan têne jimartin lê gelo ev yek tê wateya ku çi kesê dikare bi kurdî binivîse gereke bibe nivîskar? Ez ne êşên berê serad dikim ev diyardeya han ta niha di nav me de dijî û ji ber vê yekê jî kelem û astengî li hemberî nivîsandinê pir dibin, êdî gereke em biryarekê bistînin qena em xwe ji gerdena van bobelatan rizgar bikin.
Bêguman xemxurên kurd yên ku bi arezû xebatê dikin hene û derdê wan yê sereke ku bibin mertalê gelê xwe, ew kes êzingên pêşketina me ne keda wan kedeke pîroz e,lê ev pirojeyên ku li rojavayê kurdistanê pêk tên nivîskaran bela-wela dikin ango navê pirojeyê lê nabe ji ber dema nivîskaran hewil dan ku sîwanekê ji xwe re ava bikin, yeke serbixwe ku nûnertiya wan bike gellek astengî wê çaxê peyda bûn bi tevî ku bi dehê hevdîtinan pêk hatin, û sedema nelihevkirina wan ku nakokiyên kesane di navbera wan de pir bûn û gellek nivîskar xwe jê dûr kirin ji ber berjewendiyên wan bi partiyan pêk dihatin û di encamê de hewildana avakirina sîwaneke ku nivîskaran hembêz bike beravêtî bû, niha û piştî ku dehê nivîskaran ji rewşa dijwar û zordariya jiyanê ji welat koç kirin van ciwanmêran kongirek lidar xist bêyî ku bizanin pirê beşdaran tu karê wan bi nivîsandina kurdî tune ye,lê hêviya min ji wan nivîskarên ku hatin xapandin û beşdarî vî kongirî bûn ku rastiyan ji me re zelal bikin û helwesta xwe berçav bikin ji ber keda wan nivîskaran ji kongir balkêş û bedewtir e, û ji ber vê yekê jî ez bawer nakim ku ew bêdeng bimînin û vê bûyera han jibîr bikin.
Nivîsandin û pêşketina mirov li ber tu kongirî ranaweste û rewatiya xwe ji tu kesî nastîne û bila xweş bizanin ku hebûn û nebûna wan tu sûdeyê nagihîne min û kîna wan bi serê derziyê neketiye dilê min, lê mixabin min digot nivîskar ji partiyan pîroztir in û ew tu carî nakevin davan de, dîsan jî dibêjim ez nikarim van rastiyan binuxmînim ji ber zimanê kurdî min fêrî derewan nekiriye.

Mebesta min ji diyarkirina van xalan bi tenê hezkirina peyva kurdî ye , û tiştê ku dihêle ez geşbîn bibim ku hîn jî di civaka me de nivîskarên resen hene, bi kurdî diramin û bi kurdî dişopin û bi keda wan ya hêja tûrikê me dewlemend dibe û bi wan nivîsandin geş dibe,êdî gereke zimanê kurdî bibe sîwan, mal, welat ,hezkirin û jiyana me.