
Arjen Arî; biharek rengîn bû, di payîzek kurt de winda bû.. Arjen Arî, xweş tov di beyarên welatê me de reşand.. Xweş berhem nivîsandin, xweş ziman ji talanên neyaran parastû salek derbas bû.. Û salek derbas bû, çavên me li hêviya hatina wî qerimîn û lê geriyan..! Ta ku em rastî (Ramûsana wî a li geliyekî veşartî), hatin.

Arjen Arî; hevalê min bû.. Em hogirî hev bibûn.. Çend carekî em bi hev û din re beşdarî festîvalên rewşenbîrî li bakur û başûrî welatê birîndar bibûn.. Em bi hev re çûn geliyê Laliş, me Lalişa nûranî tewaf kir û em bi hev re bûn Hecî..
Me bi hev re sikak û kolanên Qamişlo û Amedê pîvan.. û em bi hev re çûn serdana gora Fayiq Bucaq û seydayê Cegerxwîn û me dengê xwe tevî dengê Cegerxwîn kir û got:
Min ji bo we gelek tişt
Min dîwan û hin nivişt
Gol ji avê bûye mişt
Ez nizanim çi bêjim
Heta dil ranewestî
Ez nabêjim bi sistî
Kêr gihaye ser hestî
Ez nizanim çi bêjim..
Ez jî di vê derbarê de nizanim çi bibêjim, hema ji van gotinên rehmetî Arjen Arî çetir nabînim, dema gazî quling û koçerê dike:
Qulingo!
Qulingê baskşikestî ye dilê min
Ji bin milê çepê birîn-xedar!
Evdalo, kê li me neda tivingê?
Ne ez têr geriyam, ne te têr ax xwar..
Koçerê!
Bi te re koçer bûma!
Bi te re têr bûma, birçî bûma
Girtî bûma, kuştî bûma…
Li van axan, koçerê lêêê
Bela ne penaber bûma!
Ez ji dil û can vê dîwana heval û hogirê xwe Arjen arî li xwendevanên zimanê Kurdî pîroz dikim û spasiyek gerim bo nivîskara Kurd Eslîxan Yildirim ku wê ev berhema biha xiste ber destê xwendevanan.. Û qet ne di wê baweriyê de me ku Arjen miriye.. Arjen bi berhem û gotinên xwe her dem bi me re dijî.. Arjen zindiye.. zindiye.. Yezdanê mezin wê bi dilovaniya xwe şad bike û cihê wî bihişta rengîn be.
Konê Reş