Nameyek ji Esmerê re

Konê Reş

Belê Esmerê! Doh (22.10.2013), em bi hev re li ser gora seydayê Cegerxwîn bûn. Min spasnameya kurê wî Keyo, silavnameya PENa kurd û helbestek, derbarî 29 saliya koçkirina wê xwend.. Pêre- pêre berjorî Xwedê bûm, ku evîndarên welatê min ji hev û din dûr nexîne.. Wan bi welatperwerî fêr bike.. rêka vegera hejar, mişextî û zîvariyan bi ber firehî veke..
Na Esmerê na! Wilo mebêje.. Hêjî tu di dilê min de ew xezala binê beriya Mêrdînê ye.. Hêjî tu di çavên min de, wek keriyê pezê boşî û ez şivantiya wî keriyî dikim.. Hêjî tu ciwantirîn, naziktirîn û bibîntirîn gule di bihara payîza temenê min de…
Lê xincera ku di dilê welatê min de hatiye xerizandin, wê rêkê nade ku ez bi têr û tesel, his û hestê xwe, wek ku pêdiviye bo te bînim ziman..
Darbestên xortên ciwan û bêrî di mizgefta Qasimo de, li pêş hiş û ramanên min, derbarî te, dibin sikir û çeper..
Erê Esmerê! Her sibe û êvar govend û dîlana ku li ber dergehê Camiya Qasimo digere, hiş û sewdan di serê min de nahêle.. Jenên dilê min zêde dibe.. Kezeb dişewite.. Rondik wek tavên biharî ji çavên min têne xwarê û êdî nema tiştekî li dor xwe dibînim.. Jibîr dikim ku tu li kêleka min î..!
Erê Esmerê! Xwe jibîr dikim, te jibîr dikim û nikarim bi te re bigurinjim, bikenim û xweş biaxifim.. Wiha, ez te jî bi xwe re xemgîn dikim.. Vêca, gelek caran, ji neçarî ji te direvim.. Bi çol û beyaran de diterqim, da ku te bi xwe re xemgîn nekim..
Erê Esmerê, doh em bi hev re li ser gora seydayê Cegerxwîn bûn, keç û xortên me gul, kulîlk û çîçek li ser gora wî datanîn û li dor dizîvirîn.. Her yekî/ yekê ji wan, ji Xwedê hêvî û lave dikir ku miradê wî/ wê, meqseda wî/ wê, bi serî bibe.. Min jî bo te ji Yezdanê şev û rojê hêvî kir ku miradê te wek ku tu dixwazî bi serî bibe..
23.10.2013

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Hişmend Şêxo

Ev çend salin di bîranîna roja “Zimanê Kurdî” de xebateke hêja ji bo pêşxistina zimên tê kirin.
Hêjayî gotinê ye ku Zimanê Kurdî tevî hemû siyasetên tunekirinê ji aliyê dagîrkerên Kurdistanê ve heya roja îro hebûna xwe di qada cîhanî de çespandiye û bi şanazî serî hildaye û xwedî dîrokeke taybet e, ew jî di…

Merwa birîm

Havîna par têvel û bi min pir xweş bû, rojan e, nexasim li danê êvarê ez di vê kolanê re derbas dibûm, bêhna axa şil ji pêş xaniyan wek refek sêrçe difûriya, jin û keçikên sinêle di talda dîwaran de diciviyan, kalemêrekî piştxûz xwe bi darê zorê li ser kursiyeke…

Komîteya Çalakiyan a Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyê

We vedixwîne roja zimanê kurdî :

Rewşa zimanê kurdî li bakurê Kurdistan
Nivîskar: Fettah Timar

Asteng û Aloziyên zimanê kurdî
Nivîskar: Ednan…

Hozan Yûsiv

Di 15ê Gulana 1932an de, dema Mîr Celadet Alî Bedirxan kovara Hawarê li Şamê derxist, ne tenê destpêka kovareke wêjeyî bû, lê belê cihê werçerxeke dîrokî bû di riya ziman û çanda kurdî de.

Hawarê peyameke zelal da cîhanê ku zimanê kurdî ne kêmtirî zimanê derdora xwe…