Dîwar ya adar û nîsanê bi hev re derket

  Cothejmara nû ya kovara wêjeyî û mehane Dîwar, ya adarê û nîsanê3-4 bi hev re derket. Edîtorê kovarê sedema vê yekê, di peyva pêşkêşkirinê de, weha şîrove dike “Me xwest em vê carê du hejmaran bi hev re bigihînin ber destên we. Sedema sereke ya vê gavê ew e, ku em pirsgirêka belavkirina kovarê û gihîştina wê ya dereng ji bo welêt çareser bikin. Hêviya me ew e ku ji hejmara bê de em kovarê di dema wê ya destnîşankirî de bigihînin xwendevan û nivîskarên xwe yên li hundirê welêt”
Mijara sereke ya vê cothejmarê nivîsandina bi zimanê serdestane. Di bin sernavê “Kurd çima bi zimanê serdestan dinîvîsin?” de kovarê sînga xwe ji nivîskarên kurd re vekiriye ku li ser bandora her sê zimanan “erebî, tirkî û farisî” ya li ser wêje û nivîskariya kurdî, bi berfirehî, rawestiyaye. Nivîskarên ku li ser bandora tirkî nivîsandine ev in: Ilhamî Sîdar- Mehmet Yilmaz- Yaqob Tilermenî ne. Yên ku li ser bandora erebî nivîsandine ev in: Ciwan Nebî- Hekîm Ehmed- Luqman Silêman- Lazgîn Dêrûnî- Narîn Omer- Ehmed bavê Alan – Şepah Hêvo. Herwisa Perwîz Cîhanî û Hesen Îrandost li ser bandora farisî nivîsandin. Hevpeyvîna hejmarê jî bi nivîskarê kurdê tirkînivîs Yavuz Ekincî re ye.
Ji bilî wê, di beşê wergerê de Mazhar Gunbat ji zimanê firensî nivîsek Marcel Proust ji “Lêgerîna dema windabûyî” bo xwendevanên kurdî wergerandiye.
Gotarên ku di vê hejmarê de cih girtine, gotara Mehmet Salih Batirhan li ser  çîroka “sol û serî“ ji pirtûka „Memê bê Zîn”e, gotara “şoreşa zimanê kurdî” ya Loqman Yûsiv û beşê dawî ji nivîsa Seîdê Dêreşî ya li ser berbendkirina kurmanciyê û dîrokeke pir derdeserî.
Çîrokên ku di vê cothejmarê de cih girtine ev in: Çîroka Kîbar Krîstîn Ozbey bi navê Jinebî, çîroka Miradê Karker bi navê Borî û çîroka Qado Şêrîn ya bi navê Roja namûsê.
Helbestên van helbestvanan Azad Ciwan- Ciwan Tengezar û Dr.Gundî Dilberz di vê hejmarê de cih girtine.
Ji çand û wêjeya gelêrî vê care Heyder Omer li ser mijara “Carinan jehr jî dibe derman” nivîsandiye.
Wekî din li kêleka nûçeyên çandî û danasîna çend pirtûkan, portreya vê hejmarê ya nivîskarê kurd Bavê Nazê ye.
Kovara Dîwar li Elmanyayê weşana xwe dike. Edîtorê kovarê Helîm Yûsiv e, kordînatorê weşanê Cemîl Oguz e û berpirsiyarê giştî yê kovarê Agirî Soran e.

Ji bo agahiyên berfirehtir www.kovaradiwar.com

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mihemed Ebdê

Ehmed im..

Şervan im, pêşmergeyê xaka xwe me

Pakrewan im canfidayê rojava me

Ji başûr im, li Qamişlo roja şer de, ez heme

Qurbana xakê bim ji mirinê re ez amede me

Kurd im, ji Kerkûkê îro hawar û berxwedan e

Berê Barzanî gotiye:…

Mihemed Ebdê

Kê gotiye dil ji evînê tenê re dijene?

Payebûn ji kesên mezin tenê re ye!

Kê gotiye ku nav û dengê serkirde, û serokan tenê di dîrokê de tê nivîsandin?

Kê gotiye…

Berxwedan ji şervan û pêşmergeyan di qadên şer de tenê bi çekan tê xuyakirin..

<p...

Fewaz Ebdê

Xa xa xal xal xaltîka Ca ca ca canê, ma La la lalala lalo li mal e?
Ê ne mala minê tu Bilbil î!!!

Pêkenokeke gelêrî Kurdî ye

Bi navê Lalo hatibû naskirin, ev navê ku ji biçûkanî ve xwe lê girt û pêve zeliqî. Destpêkê zarokan…

Alan Hemo

Ew ne kezî ye hovoo
Şîşek e ew ji sorçirûska çavê jinxasan

Gurzek e ew ji simbêlê mêrxasan

Li siya pozê lehengan şîn hatiye

Bi tiliyên bavekî qehreman hatiye hûnandin

Û bi tilîliyên dayikeke dilsoz li meydanê bi cî bûye

Ew ne kezî ye hovoo

<p style="text-align:...