KÎ ZANÊ – Çîrokek gelêrî

Luqman Silêman
Luqman_sileman@live.se

Di bêjin du mirova dostanî dabûn hev. yek ji  binxetê bû û yek ji serxetê bû.Yê  serxetê gelek maldar bû  pirê cara ew bi ser dest û birakê xweyê binxetê de diçû. Çû  di dostaniya wan domkir bi ser hevde  diçin û tên û herdû jî bi vê dostaniyê dil xweşin û deyfa wan ji hevre tê..
Tu nebê yê binxetî ne bi dilekî bi hezar dilî dil  kete jina yê serxetî  û jinik jî pir xweşike û hîn jinik piçûke tenê di zarok anîne û herdûjî  kurin…

Yê binxetî digerê  li ferzendekî ku  nêzîkî  jinkê bibê lê hîn bi dest wî neketiye.
Yê binxetî dêna xwe didê jiyana rojane û têkiliye zilam bi jina wîre çawe ne  sal û meh derbasbûn û yê binxetî  wan dijmê rê ta ku naskir ku  dest û birakê  wî salê carekî diçê nivîna xwe ji xwe re got başe  û ew ma li benda wê rojê wek ku li ser agir bê  ka wê kenî ew roj werê û gelo ma wê karibê ew wê şevê ji dêvla dostê xwe herê ser nivîna wî û çawe?..
Ew roj  nêzîk bu yê binxetî kar û baraxwe kir  û hin hûre mûr kirîn û berê xwe da mala  dest û birakê xwe lê kiriye di serê xwe de ku ew bê ku herê nivîna jinkê ji wir newê..
dema yê binxetî giha mala  dest û birakê xwe  gelek keyfa dostê wî ji demek dirêj ve dostanî dane hev  pirsa rewşa hev maliyê hev zarokê hev kirin û bi hev şabûn..  zilamê gund hatin dora wan ji  xwe re ketin axavtinê serxet û  binxet li hev dan ta ku şev li wan giranbû  mêvanê wan  belabûn. Herdû mane bitenê wê şevê yê serxetî wê herê  nivîna xwe ji salê ew şev ya wiye. Ew nizanê ku yê binxetî  dizanê wê îşev ew herê nivîna xwe û yê binxetî bi xwe ji ber wê şevê hatiye? Her yek ji wan di xwazê yê dî razê ji ber ku yê serxetî ji mîvanê xwe şerim dikê herê oda pîra xwe û yê binxetî jî di xwazê dostê wî bi xewve herê û ew herê ser nivîawî..?
yê binxetî di axvê ji çîrokekî di çê çîroka dî şev giranbû mêrê jinikê bi xew ve diçê lê yê binxetî ji salifekî diçê salifekî ta ku xew li xwediyê malê giranbû. Yê binxetî di xwazê mêrê jinkê bi xewê lê giranbikê û ew herê nivîna jinkê. Mêrê jinkê bi xew ve çû ewjî dêna xwe didiyê ta ku xew lê giran bû..
yê binxetî da xwe çû nivîna jinkê karê xwe kir û hat cardî li ciyê xwe rûnişt û  axivtina  xwe berdewan kir.. Mêrê jinkê ji xwe şiyar bû dî va hîn mêvanê wî rûniştiyê û hîn salifa dibêjê.. ew nizanê ku mêvanê wî çû nivîna pîreka wî  û cardî hat cîyê xwe rûnişt.
yê serxetî gote: mêvanê xwe ma em  nerazin? 
Mêvanê wî got: belê emê  razin her yek ji çû ser ciyê xwe lê xewa yê serxetî nayê ji ber ku îşev şeva wiyê divê herê nivîna xwe  ev saleke neçûye nivîna xwe û gerek herê..
piştî ku xew li mêvanê wî giranbû da xwer rabû berê xweda nivîna pîrek  xwe lê dema derbasî nav nivîna pîreka xwe bû jinkê jêre gotiyê ne ji edeta teye  niha tu çû ev  îşev çi bi hatiye.
mêrik zanî ku yê binxetî çû ye nivîna  wî di cîde  bi şûnde vegera hat kete nav ciyê xwe bê ku tişkekî ji pîreka xwe re bêjê  yan ji mêvanê xwere bêjê..
sibî zû deyîn li mêvanê xwe kir  got: rabe em herin ser kaniyê herdû bi hev re çûn ser kanîyê xwe tahir kirin û nimêja xwe kirin  yê serxetî gote: mêvanê xwe ez dizanim şevê dî  te çikiriye û ez dikarim niha te li vir bi kujim lê ez deynakim te. Tu wek xwe û ez wek xwe?
yê binxetî serê xwer kire ber xwe û deynekir zanî ku destûbirakê wî bi xiyanek wî agedarbuye ji wir berê xwe da mal û yê serxetî jî vegera hate  mala xwe  û  dostaniya wan li wir bi dawî bû.
piştî nih meha pîreka yê serxetî  zarobû Xwedê kurek dayê..  Bûne sê kurê yê serxetî piştî çend sala ew hersê zarok mezinbûn lê vî mirovî  tiştek  ne ji pîreka  xwe re û nejî  ji zarokê xwe re ne got: ji ber ku pîreka wî nizanî ew mêvana wa bû yê ku wê şevê çûyî nivîna wê û ji webû ku ew mêrê wêbû ji ber ku tarî bû ronî tunebû ji lewma mêr  tenê dizanî ku kurek ji kurê wî ne ji wîye. dema ku zilamê serxetî kete ber mirinê bakire hersê zarokê xwe. hersê zarok hatin li dora bavê xwe rûniştin..
 bavê wan ji wan re got: va  ez li ser doşeka mirnê me ezê  tiştekî ji we re bêjim? hersê kure bi hevre gotin: bêje. 
Bavê wa ji wan re got: yek ji we hersêka  ji malê bê pişke.
Piştî bavê wa mir du sê meh der bas bûn hersê bira xwest malê xwe li hev  parkin lê wesîtiya bavê wa hete bîra wan ku bavê wa gotiye yek ji we ji malê bê pişke? lê her yek ji wan ji xwe re dibêjê ne ezim yê bê pişk ji malê.. Wê  çi bikin  çi nekin  nizanin her sê jî  cêhilin ji xwe re pirsîn ji vir  ji dera  dî hinê  aqil menda ji wan re gotin: heger hûn bi xwazin zanibin kîjan ji we ji malê bê pişkê  herin irfê..? Her  sêka li hevnêrî gotin: emê herin irfê lê ka li kuye kes nizanê yê eraf li kuye hersê bira ji hevre gotin: emê herin bigerin ta em yekî eraf bibînin û emê çîroka xwe jêre bêjin  ka ewê çi  ji me re bêjê.
Sibî hersê bira dane dora hev û çûn  birê de gihane gundekî ji hevre gotin:  emê îşev livî  gundî bin. Dêna xwe dane gund dîtin  vamalek li rexê dunde her sêka ji hevre gotin: emê herin  vê mala li rexê gund çûn destê xwe li derî dan.  xwediyê malê derî li wan vekir birayê mezin got: ma hûn  mêvana na hewînin? xwediyê malê got: mêvan  mêvanê Xwedêne ma  çawe em wa na hewînin derbas bûn. Rûniştin domekî man xwediyê melê xwarin ji wan re  anî  li ber wan danî û ji odê derket ji wanre gotin:  hûn bixwin ta ez werim ji ber ku min xwariye?
Hersê bira ketin ser xwarinê de dixwin, ji nişkîve?
Birayê mezin got: hun dizanin ev goştê em dixwin herame..?!
Birayê navê got: ma hûn dizanin ev nanê em dixwin  herame..?!
Birayê piçûk got: ma hûn  dizanin xwediyê malê  ne ji bavê xwe ye..?!
Xwediyê malê li ber derî  dengê wan dikê?
Rahişte şûrê xwe û derbasî xênîbû ji wan re got: min  dengê we kir ezê herim  bi pirsim heger   ku ev  gotinê  we ne rastibin ezê  serê we  hersêka jê kim lê heger ku rastbin tiştê hûn pêve hatîn ezê bidim we?.
Xwediyê malê rahişte şûrê xwe û berê xwe da yê şivan jêre got: ev  guştê te ji mêvanara çêkirî yê çiyê?
yê şivan got:  ez benî ev  berxekê meyê sêwî bû diya wî mirbû min  ew bi şirê kûçikê xwedî kirbû..
Xwedîyê malê ji xwe re got: ev yek raste? ji wir berê  xwe da yê Cotarî ji wî rejî got: ev genimê we kirî ard we ji ku aniye?
Yê cotarî  jêre got: ez benî  me hin genim li ser ziyaretê çandibû û ew nanê hûn dixwin ji wî genimiye? 
Zilam ji xwe re got: ev jî raste? Zilam berê xwe da çû cem diya xwe û şûr danî ser qirka wê û jêre got: tê ji min re bêje ez ji bavê xwe me yan na?
 Diya wî got: kurê min ezê ji tere rastî bêjim?
Zilam got: ez hatime ku tu rastî ji minre bêjê?.
Diya wî jêre got: kurê min bavê te diçû bazirganiyê  bi  meha nedihat mal û carekî  ji wan carê ku  bavê te diçû û bi meha nedihat şivanê me  hate nivîna min û tu jê wê carê çêbûyî…
Xwe diyê malê vegera cem mêvanê xwe ji wan re got: her sê tiştê we di gotin rastin? 
Deka bêjin çîroka we çiye û hûn li çi digerin?
Birayê mezin got: emê herin cem yekî  arif da ku irfa me bi birê..
 xediyê malê ji wan re got: deka bêjin irfa we çiye?
Cardî birayê mezin got: dema bavê me kete ber sêkerata ji mere gote: yek ji we hersê bira ji malê  bê  pişke û em nizanin  ka kîjan ji meye.
xwediyê malê got: bi Xwede ji we çêtir û  zanetir nîne ku ji hevderxê ka kî ji we bê pişke ji malê..
Hersê bira dane xwe û  ji malê der ketin lê nizanin wê bikuve herin lê wê bi pirsin ta ku bighin merema xwe.. bihev şêwirîn ka em berê xwe bidin kudê? Her yekî ji wan gotinek gotin. dawî berê xwe dane roj hilat û rêyek ji xwe re girtin û her sê bira bihevre di meşin  yê mezin gote: herdû bira hûn dizanin, devihek di vê rê re çûye û ev devih hêç bûye? 
Birayê dî got: barê wê dimsê?
Birayê sêya  got: ev devih kore bi çavekîye? 
kêlîkî çûn zilamek giha wa û ji wan pirsî ma we devihek  nedîtiye? 
Birayê mazin got: ma devihate ne hêç bûye?
Zilam got: belê!
Birayê dî  jêre got: ma devih  ne bi çavekiye? 
zilam got: belê!
Birayê sêya got: ma barê wê  rexek ne dimse?
Zilam got: belê hersêka bihevre gotinê: me deviha te nedîtiye!?
Zzilam ji wan re got: nexwe hûn çawe di zanin ku deveha min hêçbûye û kore û rexek ji barê wê dimse û hûn her tiştê diviha min  dizanin!? 
Hersê bira jêre gotin: bi Xwedê me deviha te nedîtiye  yek ji zilam û yek ji hersê bira kirin û nikirin tiştek bi guhê hev ne xistin..
Birayê mezin gote: Xwediyê devihê em  diçin irfê tu jî  bi mere  were emê herin irfê madem tu ji me bawer nakê?. 
Zilamê  xwediyê devihê  got: başe  ezê werim..
Ewî jî da dora hersê bira û berê xwe dane irfê demakî baş çûn birayê mezin got: va pîrekek xeyîdî divê rê re çûye? 
Birayê nîvê got: ew pîrek bi  helekiye?
Birayê  piçûk got:  guhê kirasê wê pîrekê qetaye?
Damekî çûn  zilamek gihawa ji wan pirsî ma we pîrekek  nedîtiye  divê rê  çûy?
 Birayê mezin got: ma ew pîrek ne xeydî ye? 
zilam got: belê  xeydiye.
Birayê nîvê  got: ma ew pîrek ne bihalekiye?
birayê piçûk got:  ma guhê kirasê wê ne qataye?
Zilam got: belê  ev hersê tiştê we gotîn rastin..
Birayê mezin got:  bawerke me nedîtiye..
Zilam got: çawe we  ne  dîtiye va hûn dizanin  ku ew xeydiyê û ew  bi halekiye û guhê kirasê wê qetaye bi Xwedê we ev pîrek dîtiye û hebê nebê we tiştin jê kirine!?
yek ji wa yek ji wî  birayê mezin  got:  ger tu ji me bawer nakê tujî bi me re were  emê herin irfê?
 Zilam got: ezê werim her pênca  dane dora hev û berê  xwe dane irfê.
hersê bira  û xwediyê devihê û yê ku li pîrekê digerê çûn  û çi kesê ku wî bi rêde dibînin û yan gundê ku digihinê di pirsin  li yekî ku zenê irfê  bibirê. Bi rêde li hin kon rast hatin hina berê wan da  konekî bi tenê bû li nîvê wan  kona..
her pênca da dora hev çûne bin kon  dîtin va zilamekî nav ser li bin   kon  rûniştiye  da xwe diber wan de rabû ew rûnandin tiştê ku Xwedê kirî  nesîb ji wan re pêş kêşkir…
piştî demekî wî mirovî ji wan pirşî  xêre hûn herpênc bihevre hatine?
Birayê mazin got: em sê birayê hevin û ev herdûkê dî me birêde dîtine yekî deviha xwe xistiye sitûye me de û  yê dî pîreka xwe dixe sitûye mede û em  b ixwe ji wan bêrîne?!..
wî mirovê irf bir got:  deka pêşî xwediyê devihê û  pîreke bila çîroka xwe bêjin  dûvre hûn hersê bira çîroka xwe bêjin?..
kiyê dest pêkê?.
Birayê mazin got:  bila xwediyê devihê despêkê?.
Xwediyê devihê got: ez li deviha xwe digeram min ev hersê bira dîtin û min ji wan pirsî ma we devihek nedîtiye?.
Birayê mazin gote: min ma devihate ne hêçbûye min got: belê deviha min hêçbûye!?
Birastî jî ew hêçbûye birayê dî gote: min ma barê wê rexek ne dimse û bi rastî jî rexek ji barê wê dimse!?.
biraye dî got: ma deviha te ne bi çavekiye min jêre got: belê bi çavekiye!?. ê min ji wan re got: ka deviha min hersê ka gotin:  me deviha te nedîtiye!?.
Yê irf bir gote: hersê bira we çawe zanî deviha wî hêçbûye û bi çavekiye û  rexek ji barê wê  dimsê!?..
Birayê  mazin got: min ji maşawê zanî ku ev devih hêçbûye!?..
Birayê nîvê got: min ji  rexê rê naskir ku ew kore ji ber wê giya ji rexe  kê rê tenê xwarbû?!.
Birayê piçû got: min ji mêşê ku didanîn rexekî ji rê û ne  diçûn rexêdî lê me deviha wî ne dîtiye!?.
Yê irf bir gote: xwediyê devihê here tiştekî te licem va hersê bira nîne.
yê irf  bakire yê ku li jinikê digera ka tu ya xwe bêje?.
wî mirovî got: ezbenî ez li pîreka xwe digeram min ev çar mirov dîtin min ji xwere got: ka ezê ji va miroa  bipirsim min ji wan pirsî?
birayê mezin gote: min  ma ew pîrek ne xeydiye?.
min got: belê ew xeydiye.
Birayê nîvê gote: min ma pîrek nebihimleye? 
min gotiye: belê.. birayê piçûk gote: min ma guhê kirasê wê ne qetaye?
min got: belê piştî va gotina hersê ka ji min re gote: me ev pîrek nedîtie!?  ê ezê çawe ji wan bawerkim ku wa ev pîrek neditiye?..
Yê irf bir gote: hersê bira ka hûn ya xwe bêjin?
Birayê mezin got: ji meşa wê xwiya bû  ku ew xeyîdiye  ji ber wê  gelek li pey xwe dinêrî ji  ber vê yekê min gotiyê ew xeyîdiye?!..
Birayê nîvê got: pehniya wê bihtir ji serê lingê wê çûbû nav axêde, min jêre got: ma ew ne bihimleye!?…
Birayê pirçûk  got: min ji kirasê wê zanî ji ber ku kirasê wê di erdêre xiriqîbû û xwiya dikir ku guhê kirasê wê qetaye, min jêre got: lê me pîrek nedîtiye!?
yê irfê gote: mêrê jinkê tiştekeî te li cem va nîne û  tu dikarê herê li pîreka xwe bi gerê ew her dû mirov birêya xwe çûn.. 
Man hersê bira li cem yê irf yê irfê gote: birayê mezin ka hûn ya xwe bêjin?. Birayê mezin got: bavê me gelek maldarbû û em hersê kur bi tenê hebûn  bavê me kete ber mirinê bakire me em hersê çûn li cem wî rûniştin bavê me ji mere got:  yek ji we hersê bira  ji malê bê pişke?!.. em nizanin kî jan ji meye yê bê pişk?.
yê irf bir got: eve çîroka we?..Hersê bira got: belê eve çîroka me?   
Yê irf bir gote: birayê mezin tu bimîne li vir û bilar herdûkê dî herin  konê dî ji ber ku divê ez çîrokê xwe yeka yeka  ji were bêjim?.. Herdû bira dane xwe çûne  konê  dî!?… Birayê mezin tenê ma li cem yê irf bir. Yê irf gote: birayê mezin deka gûhê xwe bi demin? Birayê mezin li pêşberî wî rûnişt û guhek kire bêjing û yek kire serad? Yê irf got: ya kurê qenc şevekî ji şevê zivistanê ez tenê dibin vî konî de rûniştî me piştî nîvê şevê min dî ronîyek ji nîvê kona berê xwe da konê min û hat..ezjî ma me gudar ka ev çi roniye bi ser min de tê bêgoma tirsêjî xwe berda ser dilê min û min jî da xwe ez rabûn di bin konê xwe de mame şipiya min  nema diwêrîbû ez rûnim vê şevê û ev ronî ji nava kona berê xwe daye min.. Ez mame guhdar ta ku ew ronî giha ber kon û der basî kon bû mindî va keçikeke weka gulekiye…?! min jê pirsî xêre keça qenc?  keçikê gote: min ez hatime cem te da ez û  te ji xwe re şabibin!?.min gote: keçikê vegere wek tu nehatî tucarî ez tiştê wisa nakim û min berda keçikê sê şeva ew keçik hatiye û min her sê şeva ew keçik ji binê konê xwe vegerandiye şeva çara ew keçik nema hat?
Birayê  mezin got: şîrê te helale yê irf bir gote: birayê mezin here bila birayê nîvê werê?
Birayê nîvê hat yê irf bir ew çîrok ji wîre jî got: wî jî gotiyê: şîrê te helale..yê irf bir gote: wî jî here bila biraye piçûk werê?
Birayê piçûk hat li cem wî rûnişt û ew çîrok ji wîre jî got: wek ku ji herdû birayê wîre gotî birayê piçûk got: heger ku ez bam min wê  nîv şevê ew keçik bernedida?! yê  irf bir jêre got: birako tuwî yê ji malê bê pişk deraba bake herdû birayê xwe?
Birayê piçûk bakire herdû birayên xwe û hersê  li cem yê irf bir rûniştin û yê arif ji wan re got: yê ji malê bê pişk birayê piçûke…..
29-3-2013

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Qado Şêrîn

Wek van rojan, temenê pirtûka “Mihemed Şêxo Huner û Jînenîgarî” dibe du sal.

Dema diyarî dost û hezkiryan dikim, dinivîsim: “Pirtûk berhema keda Mihemed Şêxo ye”. Ji bo min ev rastî ye, ji ber tiştekî min di pirtûkê de tune. Min gotar, lêkolîn, portrêt, note, stran, helbest û awaz…

Pêşeroj Cewherî

Welatê min welatê min

Evro çend roje agire

Li himber faşîzma tirkan

Gel berxwedan û bergire

Welatê min wa Rojava

Welatê min evîna te

Doze ji dil dernakevî

Bidest dijmin ve bernadin

Agir bë te min…

Dildar Xemrevîn

Di destpêkê de ez spasiya mamoste û nivîskarê hêja û giranbuha Ezîz Xemcivîn dikim li ser diyarîkirina romana wî „Zabêl Ey Ermenî Me!“ ji bo yî min , ev yek jî cihê şanaziyê ye ji bo min.

Di pêşiyê de ez ê têbîniyekê ji we re bidim xuyanîkirin…..

Merwam Mistefa-Bavê Zozanê-

Amûdê bajarekî piçûkî dev li ken e, bi nav û deng e, li Rojavayê Kurdistanê ye, nêzî sînorê dewleta Tirk e. Bakurê rojhilatê Sûriyê ye, bi herêma Qamişlo ve girêdayî ye û bi parêzgeha Hisîça ve, dora 35 km ji Qamişlo dûr e, wisa jî 80 km ji parêzgehê…