li pêş turkîye û PKK ê ezmûnek dîrokî.

  Kamiran Bedirxan

Pirsa kurd mezintirî pirse ji roja avakirina komara turkîye  ta roja mey îroj , bê çareserkirina pirsa kurd li turkîye ne tenê qels kirin di pêşketinên aborî û civakî da têne çêkir, lê bi xwera rola wê ya cîyûpolîtîk a heremî zihîf dike , nemaze ku dewletê cîranê turkîye di nav gengeşeyekê dane.

Rastîyeke ku bi  salane hukûmeta turkîye serhildanên  kurdan têkbirin û  hebûna gelê kurd bi hemû şêweyan înkar dikir, lê wan nikaribû gelê xwe û raya giştî razî bikirina ,
 di nav  van  20 salên dawî da li turkîye şer û bihevçûn dijwar dibû di navberî partîya karkerê Kurdistan PKK ê û hukûmetên iqtîdar li turkîye û geh şer gur dibû   geh jî sivik dibû ev ji hêlekêda, û li hêla din vajî serhildana rêzgar kirina  kurdistana başûr çêbibû ,bê guman pirsa kurd li bakurî kurdistanê derbasî qonaxeke nûh bû ,lewra di sala 1993 de di rîya Mam Celel Talbanî ra nav benkarîya û name di hatin çêkirin di nav bera Ocelan û  serok komarê turkîye ( Turgût Ozel) da , û PKK ê ji hêla xweva agirbesek yek halî ragihand ji bo bi hawakî aştiyane pirsa kurd li Turkîye bê çareserkirin ,lê di demeke kirta da ji hêla Zekî (şemdîn saqiq)va ku ewû fermandarekî PKK ê berê bû li herêma (Bîngolê) zêdey 20 leşkerên turk yên bêçek hatin kuştin û di ancamda têkçû agirbesê, li halîyêdin di nav turkîye da jî alozî derket, û bi şêweyekî guman (Turgût Ozel) û hinek fermandarên artêşa turkîye ku ji eslî xweva kurd bû jîyana xwe ji destda, bi kurtasî herdû haliyan atmosfera aştîye ne afirandibûn û gav çekirin bi taybet ji hêla hukûmeta turkîye wê demê va, carekedin dest bi xwînrijandinê bû, bi hezaran gûnd hatin valakirin û şewtandin.
Her çendî hukûmet li turkîye hatin û çûn ,lê hemûya tu çareserîyên aştiyane pêşnexistin ,û gotina aştîyê tenê jib o piropegenda di hilbijartinên turkîye da dihat bi karanî ,carekê wê bihata gotin : ku rîya aştîyê di( Amed) ê ra derbas dibe , û careke din wê tiştekî din bigotana.
nahêye veşartin û hin çavdêrên sîyasî jî wiha dinirxînin ku ji dema hatina partîya AKPê li ser iqtîdarê li turkîye hin guhêrtinên aborî sîyasî û civakî hatin çêkirin , li halîkî (Erdoxan) rola artêşê dinav sîyasetê da zihîfkir û li halîyê din jib o pirsa kurd hin reform hatin çêkirin wek vekirina kenalek kurdî û hin rêk li pêş hînbûna zimanê kurdî vekirin , lê hukûmeta AKP hewlda ku pirsa kurd tenê bi hinek  reform çareser bike,di heman demê da operesîyonên sîyasî û leşkerî li hember PKK ê didomand çi li hindirî turkîye û çi li derva , û ewna wek partîyek terorîst didî.
Piştî Ji hêla Erdoxan va serokê MîT a turkîye Heqî Fîdan hate wezîfedar kirin ku bi serokê PKK ê ra hevdîtinê pêk bînê û bighê li hevhatinekê ango nexşeya çareserîyê bêye amedekirin ra,xwûyaye ku ev hevdîtin tersî hedîtinên di demên berê da dihatin çêkirine, nimûne  li (Oslo)ê sal 2009 da hevdîtinên veşartî di nav berî Tûrkîye û PKKê va dihatin çêkirin , hevtîtinên ku niha pêk tên vê carê hin hêzên kurdî yê sîyasî din jî beşdarî vê hevdîtinan dibin wek( BDP û KCD )û hin alîyên din, û bi vêda girêday di bawerî ya min da wê rola mezin bi kevê li ser hukûmeda kurdistanê jî û wê pêwîst wê di vê pêvajoyê da girîng be.
Niha li meydanê hin xêzên qalind têne goftûgo kirin ji bo pirsa kurd li Turkîye ,wek destpêk  dibe şer bê rawestan û şervanên PKK ê ji turkîye berve çîyayê Qendîl va bên vekişandin û piştî vê dibê dest bi danîna çekan bê kirin,û li pêy vê afûyek giştî bê derxistin û derî yê zindanan bê vekirinm, bi vêda girêday şervanên PKK ê vegerin welêt û ji bo berpirsîyarên wê ra jî çareyek penaberî li welatê biyanî bê dîtin,piştî van pêngavan wê dest bi çareserîya sîyasî bê ye kirin , û ya balkêş div ê çareserîyê da xweserîya heremî ye.
Lê hêlên kurdan jî daxazên gûhêrandina rewşa Ocelan e  û afûyek giştîye  ji bo hemû pilîtanên PKK ê çi şervan be û çi rêveber be, û her wiha naskirina nasnema kurd di derstûra bingehîn da bêye misoger kirin û hin daxazên din  .
Ger mirov nêrînek sivik li daxazên herdû alîyan bimêzînê , bi hesanî xwûya dike ,ku halîyê turkîye di dest pêkêda daxaza û israra danîna çekan PKK ê dike,û ji naskirina nasnema kurdan direvê, lê kurd çareserîyek giştî dixazin û danîna çekan jî bi wê yekêva girêdidin.
Di bawerî ya min da  demê ku turk yekser bi Ocelan ra ketine nav hevdîtinane ,ev tê wateya ku ew gihiştîne wê bawerî ku turkîye xurt û mezintir dibe bi çareserî ya pirsa kurd ra, û bi vê da girêday atmosfereke xweş çê bû ye him li hindirî turkîye û him li derva:
–         Bi kurtasî rewşa hinder îro ne wek Dema (Torgut ozal)e, di destê hukûmeta AK ê da rêveberî ya 3 tiştên girîng hene(Hukûmet – Serok komar – Perlemento ) û desthilatîya artêşê û dewleta kûr û hêza netewperestan jî wek berê ne xurte ,û hevdîtin bi Ocelan ra yekser in û ya herî girîng li cem turkîye ewe ku  daxazên kurdan jî ne parçekiina sînore.
–          Lê ji halîyê dervada turkîye li pêşberî gelek guhêrtinên balkêşe , polîtîka wan ku digotin : emê terorê biqedînin û piştra çareserîyê çêkin , ev yek bi ser neket loma tevlîbûna turkîye di nav yeketîya ewrupa hate paşva xwistin ,û ya herî girîng jî ku bayê bihara erebî bandoreke mezin da, û nemaze ku li sûrîye da rewşa kurd berve çareserî diçê û her wiha li kuristana başûr jî kurd xwedî federesîyonin.
Girêday van tiştên ku min li jor anin ziman turkîye derîyê dîyalogê bi PKK ê ra vekir ku pirsa kurd çareser bibe, jib o vê di van rojên dawîda zimanê medya wan jî  hatîye guhêran din ku berê di gotin : Pkk dijmine ,niha dibêjin : PKK tewembare.
Di bawerî ya min da wê hin halî bixazin vê qonaxê sebotac bikin wek qetilkirina Sakîne cansiz û herdû hevalên wê li Parîs , ji ber ku hin halî dimêzînin ku dîyaloga Turkîye û Pkk ê ger bighe encamekê ,wê demê wê tirsa Turkîye ji kurdên rojava û Rojhilat û yên başûr jî nemîne ,ji ber ku bongoreke Pkk ê li wan deveran  heye bi taybet li kurdistana rojava û rojhilat.
Belê îroj bazarek jib o li hevhatinê têye guftûgokirin çi li hindir turkîye û çi li derva, ev qonax ji qonaxa şer zortire ji ber vê yekê wê her halî bixazê ku halî din dibin insîyatîfa xwekê û deskeftîyên ku bi çekan nehatin qezenc kirin wê li dora masê bêne qezenc kirin , di vir da hin pirs tên serî mirov ka gelo wê Pkkê çawa çekan deynê û wê radestî kê bên kirin.? û garantî çîye.? ma gelo kurd bi qandî ku qurbanî dane wê bighê mafên xwe .?
Ger ev pêvajoya aştîyê ku bi serkevê wê bibe wek avakirina komara Turkîye ya dûyem , Bersiva van pirsan û gelek pirsên din di rojên pêşta di destê Turkîye û PKK ê dane .

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Îsal, Înîsiyatîfa Helbestî ya “Kathak” li Bangladeşê biryar da ku xelata wêjeyî ya navneteweyî “Kathak” pêşkêşî helbestvanê Kurd Husên Hebeş û hinek helbestvanên din bike. Herwiha wan di dayîna xelatê de nivîsandibûn ku “Ji ber beşdariya wî ya berbiçav di wêjeya cîhanê de, ligel çend helbestvanên din yên pir girîng di cîhanê de”….

Qado Şêrîn

Wek van rojan, temenê pirtûka “Mihemed Şêxo Huner û Jînenîgarî” dibe du sal.

Dema diyarî dost û hezkiryan dikim, dinivîsim: “Pirtûk berhema keda Mihemed Şêxo ye”. Ji bo min ev rastî ye, ji ber tiştekî min di pirtûkê de tune. Min gotar, lêkolîn, portrêt, note, stran, helbest û awaz…

Pêşeroj Cewherî

Welatê min welatê min

Evro çend roje agire

Li himber faşîzma tirkan

Gel berxwedan û bergire

Welatê min wa Rojava

Welatê min evîna te

Doze ji dil dernakevî

Bidest dijmin ve bernadin

Agir bë te min…

Dildar Xemrevîn

Di destpêkê de ez spasiya mamoste û nivîskarê hêja û giranbuha Ezîz Xemcivîn dikim li ser diyarîkirina romana wî „Zabêl Ey Ermenî Me!“ ji bo yî min , ev yek jî cihê şanaziyê ye ji bo min.

Di pêşiyê de ez ê têbîniyekê ji we re bidim xuyanîkirin…..