Romana Hesenê Metê a ku heta niha du caran çap bûbû, bi erebî jî derket.

  Romana Labîrenta Cinan ku Jan Dost ew wergerandiye erebî ji nav weşanên projeya wergerê a Kelima ku li Abû Dabî ye derket. Ev roman cara yekem ji weşanên WELAT sala 1994an li Swêdê derketibû û paşê jî Avesta li Stembolê ew sala 2000 ew çap û belav kiribû.

Roman behsa mamoste Kevanot û jina wî Nêrgiza koçer dike, Kevanot kurê bajêr e û tê li gundekî dûr mamostetiyê dike. Li wî gundî sê cîhan dicivin, bajarvaniyekî xwîngerm ku dixwaze dunyayê biguherîne, koçereke sade ku dev ji xelk û welatê xwe berdaye û gundiyin mêvanperwer, sade, cahil û nezan.
 Lihevketina van hersê cîhanan di cihekî wisa teng î tije çîrokên cinan de dibe ku berhemeke qenc bide kesê ku di nav de dijî, lê dibe jî ku bibe karesatek û giyanê mirov têk jî bibe.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ehmed Tahir

Yarê ne xuya ye lo

Dilê min dêşê

Cih û war ziwa ye lo

Serê min dêşê

Milet jar û geda ye lo

Di zor û kêşê

Her yek ji hev cuda ye lo

Bê qad û bêşê

Rêber ne…

Dildar Sheko

Berî bi çend salan li Zanîngeha Rojava (di bîhnvedana havînê de) min dersa -Romana Cîhanî- dida. Bi gelemperî li ser zagon, pêdivî û şêweyê darijtin û amadekirina Romanê em radiwestiyan.

Nimûne:

1- Zagon; di darijtina Romanê de divêt yê nivîskar bê layen be da bikare rastiya serdema Rûdanê ji hemî aliyan ve…

EBDILBAQȊ ELȊ

Gelo çima desthilata dogmatîk gendel dibe?.

Çima kargêriya polîtîkî û aborî ya her desthilata ku rêbazeke bîrdozî digire têk diçe?.

bê gûman ev ne pirsin raporte ne,lêbelê ew pirsên bingehîn in ku me dixin pêşiya rastiya nexşeya siyasî û rastiya siyasî ya gel,û neteweyên ku bi kiryarên bîrdozî…

Adil Xelîl

Ji dûr hatin.

Bajarekî nenas, koçberin, dîsa xerîbin.

Her tişt wan diqewitîne,

Careke din wan bi dûr dixîne.

Mijek sitûr li wan rasthat

Ta bi qotê serê xwe

Di navde çûn

Mijek sitûr ew dorpêç kirin.

Çi mêrin, lehengin!

Bi hêvîyan…