JINA KURD

  Dijwar Tewfiq-Amûdê

Dixwazim diyar bikim ku yek nîşana herî bilinttir di civata me Kurda; bi olî, bi çandî, bi ziman bi taybet berya dagir kirina Kurdîstan’ê de jina Kurd bûn. Peyva jina Kurd di civata xwe ya dîrokî de rêzdarîyêk berz dahatin pejirandin. Jin di nav civat û malbata xwe de mafdarê biryar dahîn bûn.
Jina Kurd wek Edla Xan serokatî ya Herêma Suleymanî ya karanît, Halîma xanim Herêma Çolemerg’ê karanît, Adela Xan, Halabja karanît. Jinên wek Meryem Xan û Fatma Xan jî cardin di dîroka jina Kurd de giringin ger bên ziman.
Jina Kurd, şerê dijî neyarên Kurdîstan de şervan wek birêz pakrewan Leyla Qasim, siyasetê de siyasetvan wek, Zakiyya Hakki, Widad Akrawi, Nasrin Barwari, Leyla Zana, li zevî yê de karker, mala xwe bermalî, bezîrganvanî yê de karmend wek Ferda Cemiloglu, perwerdê de mamoste wek Hapsa Xan, zanyarî yê de helsenger wek Asenath Barzani wêjenê de wêjenvan wek , hûner de hûnermend wek Tara Jaff, Aynur Dogan, Ayşe Şan û her şaxên jiyanê de weyna xwe lîstin û wanê ku li jiyanin berdewam dikin.
Em jibîr nekin ku di Anfal’a 1988’da de jina Kurd di kampan de hatin tundî kirin. Şerê Yekema Cîhanê de hêzên artêşa Tirk û Rûs êrîşê Mahabad kirin 200 jina Kurd hat tundî kirin. Dîsa di serhildanên Bakur’ê Kurdîsta’de wek dizanin Serhildana Şêx Seîd’ê Pîran (1925) û Serhildana Seyîd Riza (1938) artêşa Tirk pêşî êrîşê jina Kurd kir, wan tundîyêk giran de derbas kir û koçber kir. Keçikên wenda yî rojeva me de yek bi yek derdikevin holê. Vê tehda yê zorbaz Seddam jî li jin û keçen Kurd kir. Jina Kurd gor tev zilm û tehdayên; civakî, malbatî û neyarên welatê xwe Kurdîstana rengîn de li ser lingê xwe yê û mora azadî yê li welatê xwe û rojhelata navîn dixe. Ji ber vê em wek partîyêk demokrat ger tehda cotsandardî yê li ser jina Kurd rakin, nasnama wê ya dîrokî xelatê wî bikin. Maf û ciyê jina Kurd bilinde. Em wan bidin ser serê xwe ewê welatê me, aborî ya me, zanyarî ya me her şaxên jiyana netewî û navnetewî de pêşxin. Jin perçak herî girîngtira jiyanê ye û ji bo bilind kirina wespa jiyanê em jina Kurd bilind kin.
lê rojeva me de Jina Kurd îro nava rewşek xerab de ye. Ev bi gelemperî nikarê bê gotin, lê nava pirsgirêka civakî de ciyê xwe digre. Em her roj nûçeyên kuştina jina Kurd dibîzin. Kuştin bi deste malbata wan li ser navê namûsê tê kirin. Ev şermezarî dikeve ser milê me me tev mêr û civata Kurd. Ji derva yî welat û şaxên navnetewî de wêne ya Kurd wek hovî nîşan dide. Ez wek xortek şarezar û demokrat vê napejirînim û dixwazim ev yeke ji nav civata min a Kurd derkeve.

lê derketina vê pirsgirêka civakî xebatek fire dixwaze, xebata jin û mêran dest bi dest dixwaze. Em hevî dikin ku em Partî ya Demokrata Kurdîstan, ‘Malbatên Mînak’ çekin û bi perwerdahî ya civakî bi taybet bi weyna medya ya Kurdî vê dikarin çareser bikin.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Dr. Mehmûd Abbas

Bi dehsalan e ku di beşeke berfireh ji gotara ramyarî û çandî ya Kurdî de, nûnerê Kurd Hesen Xeyrî Beg wek yek ji wan kesan hatiye pêşkêşkirin ku navê wan bi «welatfiroşiyê» ve hatiye girêdan. Ewqas ku hemû jiyana wî di helwestekê de hatiye kurtkirin; helwestek ku wî di yek ji hestiyartirîn û…

Bavê Zozanê

Îro 23.08 2026 li Essen ê li Almanya, kongirê Sêyemîn yê Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyeyê bi beşdariyeke berfireh ji endaman di atmosfêreke erênî de û bi giyanekî berpirsiyarî hat lidarxistin.

Di kongir de endamên saziyê ji Almanya, Sûriye, Kurdistana Iraqê, Norwêc û Keneda û…

Silêman, Bavê Sîpan
Dayê tu mestire
Ji hemî Gotinan
Tacek ji lal û zêr
Li ser serê mine

Carkê tu soz bide
Min bi tenê nehêle
Durbûne te ji min
Deryayek bê pêle

Çiqas pesn bidim
Ji bo te hindike
Yek dîtin ji te …
Bûharê geş dike

Tu mestire mestir
Ji pesn û Gotinan
Bihuştê qet nabim
Kû tu li ba mine…

Tarî nabe li min
Tu yê Find û Çirea
Ez penaberim…

Şivan Elwan

Kongirê Sêyemîn yê Yekîtiya Giştî Ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyê îro di 23ê Tebaxa 2026an de li bajarê Essenê yê Almanyayê bi serkeftî hate lidarxistin û bi dawî hat
di vê kongirê girîng de gelek endam û nûnerên Yekîtiyê beşdar bûn hin ji wan bi awayê rasterast hatin amade bûn û hinên din…