Dawiya Peymana Sayîkis Pîko

Luqman Silêman
Luqman_sileman@live.se

Di despêka sedê bîstan de, du bûyerên girin çêbûn, herdû bûyeran riwê cîhanê guhertin..

Yek dema ku peymana Sayîkis pîko hate imzekirin û dido  imbiratoriya Osmanî ya ku jêre di gotin zilamê nexweş hate hilweşandin. Û ya dî dema ku şoreşa Rosî bi serokatiya Lênîn bi serket û ji peymana Sayîkis pîko vekişa û yekîtiya Soviyêt damezirand.
Piştî çarsed salî ji desthilatdariya hesin û agir, Imbiratoriya Osmanî têk çû û ew miletên ku di bin nîrê zilm û zora Osmaniyan de b bihna Azadiyê kirin û nexşeka nû li şûna nexşa Imbiratoriya herifî hate raxistin û bi dihê welatan hatin afrandin lê niştecî bûn neket dervê ji ber ku miletê kurd ma di bin destê çar dagirkeran de li gorî wê nexşa nû ya ku li gorî berjewendiyê dewletên mezin li şûna nexşa Imbiratoriya Osmanî hate raxistin.! Miletê kurd serî li ber dagirkerên kevin û nû rakirin her ku şoreşek bi hesin û agir dihate vemirandin yek dî li şûna wê radibû. Serhildanê miletê kurd ji hev qutned bûn ez di karim bibêjim ku miletê kurd yekemîn milet e ku şoreşê berdwamin di dijî kedxwara.
Lê heger ku em li şoreşa Lênîn binêrin nexaşa wê berevajî ya Saykis pîko  ye, ji ber ku bi dihê mileta di bin navê Yekîtiya Sofiyêt de hatin perçiqandin û berê wan kete bijavtinek hêdî hêdî û nediyar di wê zindana fere de, bi darê zorê aramî û nişteciyek di dewlatê xwe de bi cihanîn û Yekîtiya Sofiyêt bû hijmarek çetin di siyaseta navdewletî de, bi dihê milet û dewleta xwe dane ber siya wê…
Piştî heftê û sê salan Yekîtiya Sofiyêk jî hilweşa û deriyê wê zindana girtî li ber miletê wê bi herdû felqan hatin vekirin û nexşeyek nû ji Yekîtiya Sofiyêt û hin dewletê Ewropa rojhilat re hate danîn û bi dihê miletê ku di bin navê Sosiyalîstê de hatibûn û dihatin perçiqandin serxwebûna xwe bi dest xistin û welatê xwe avakirin..
Li gor dîtina min îro karûbarê rastkirina nexşeya Sayîkis pîko tê kirin û di vê nexşeya nû de wê ciyê me kurdan jî têde hebê wek milet wek dewlet. Eger miletê kurd neghê mafê xwe aramî û niştecî bûn nayê rojhilata navîn û wê nemînê bê şer û pevçûn.
Li gor dîtina min wê Tirkiya ji wê helwesta xwe ya ku di gotin em erê nakin dewletek kurdî çêbe ta ku li Efrîqiya yê jî be, wê ew piştgêriya hebûna kurdan di nexşeya nû de bikin..!? Ji ber ku kurd misilmanê Sine ne û di misilmaniya xwe de ne wek Ereban hişk û zehmetin û dikarin sînorê Tirka û berjewendiyê wan û Ewropiyan bi parêzin ji bilî xwe ji ber ezmûna kurdistana Iraqê li ber çavê me ye.. Me dî çawe di despêkê de û ta van salê dawî jî Tirka çawe têkilî bi herêma kurdistanê re ne dikirin û gef bi tund lê dikirin û hewldanê destêwerdana deverê dikir, lê dema ku bi seda kampaniyê Tirkî derbasî herêmê bûn, bû bazarek vekirî ji wan re ji nûv re hikûmeta Tirkiyê têkilî û dan û standin û peymanê abûrî bi hikûmeta herêma kurdistanê re danîn.
Di baweriya min de tiştê ku di ezmûna kurdistana Iraqê de hatî serê wan vê carê nahêlin bi serê wan bê ji ber ku bûyer gelek çêbûn e, ku ew ne bi dilê wanin lê ji ber ku ew ji despêkê li dij sekinîn nema ji wan hatin ku li gor dilê xwe wan pirsgirêkan çareser bikin, lewma ez dibêjim wê vê carê ewê her tiştî pêşwaz bikin.
Lê ma gelo wê Cihû erê bikin ku ciyê kurda di vê nexşeya nû de hebê..!?
Ez bawer nakim li gor dîtina min wê Cihû erê nekin ji ber ku dibê ku hebûna dewleta kurdî li ser hesabê wan be ji ber ku dibê ew nemîn in zarokê delalî li cem Emerîka û Ewropa û ji xwe heger ku Cihû erê nekin ez bawer nakim ne kurd bibin xwedî dewlet û nejî nexşeya Sayîkis pîko tê rastkirin..!!?
Ev gotar di rojnamya Nûdem de hijmara(8) Hatîye weşandin

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mihemed Ebdê

Ehmed im..

Şervan im, pêşmergeyê xaka xwe me

Pakrewan im canfidayê rojava me

Ji başûr im, li Qamişlo roja şer de, ez heme

Qurbana xakê bim ji mirinê re ez amede me

Kurd im, ji Kerkûkê îro hawar û berxwedan e

Berê Barzanî gotiye:…

Mihemed Ebdê

Kê gotiye dil ji evînê tenê re dijene?

Payebûn ji kesên mezin tenê re ye!

Kê gotiye ku nav û dengê serkirde, û serokan tenê di dîrokê de tê nivîsandin?

Kê gotiye…

Berxwedan ji şervan û pêşmergeyan di qadên şer de tenê bi çekan tê xuyakirin..

<p...

Fewaz Ebdê

Xa xa xal xal xaltîka Ca ca ca canê, ma La la lalala lalo li mal e?
Ê ne mala minê tu Bilbil î!!!

Pêkenokeke gelêrî Kurdî ye

Bi navê Lalo hatibû naskirin, ev navê ku ji biçûkanî ve xwe lê girt û pêve zeliqî. Destpêkê zarokan…

Alan Hemo

Ew ne kezî ye hovoo
Şîşek e ew ji sorçirûska çavê jinxasan

Gurzek e ew ji simbêlê mêrxasan

Li siya pozê lehengan şîn hatiye

Bi tiliyên bavekî qehreman hatiye hûnandin

Û bi tilîliyên dayikeke dilsoz li meydanê bi cî bûye

Ew ne kezî ye hovoo

<p style="text-align:...