Konfiransên Yekîtiya Nivîskarê Kurd – Şaxê Amûdê

Konfiransê Amûdê yê Yekîtiya nivîskarên Kurd- sûriya bi amadebûna mamostayan Dilawerê Zengî- ji serokatiya Yekîtiyê-Mihemed Şêxo-berpirsyarê ragihandinê-û her sê endamên komîta rêvebir mamoste Luqman Ûysiv,Mihemed Ebdê û Heybet Mamo hat lidarxistin.

Destpêk : Mamoste Mihemed Ebdê endam vexwendî xulek bêdeng li ser giyanê nemirên azadiya Kurd û Kurdistanê kirin.
Piştre mamoste Dilawerê Zengî li ser dem û nîrên ku Yekîtî tê re derbas bûbû axivî û giringî da têkliyên Yekîtiyê yên divê li ser astek blind û berpirsyarî bêne avakirin,çi bi rêxistinên siyasî re be û çi bi saziyên civakî re be.Ev têklî dive bikevin rajeya toreya Kurdî û bercewendiyên kêşeya gelê Kurd de. Herwiha,wî teqez kir ku her nivîskarek dikarê ciyê xwe di Yekîtiyê de bigre ji ber ev Yekîtiyek gişti ye .
Mamoste Luqman Ûsiv rêbaza navxweyî xwend û di pey re hibjartin çê bûn û wiha encam derketin:
1-Hêvî Qiço : Seroka şaxê.
2-Idrîs pîran: Cîgir.
3- Smayîl Sînan: Razgir.
4- Mihemed Elî: Berpisyarê ragihandinê.
5- Idrîs Hac Qasim: Berpisyarê diravî.
Wiha, şaxê Amûdê bû şaxê pêncan ku di Yekîtiya Nivîskaran de bi kêfxweşî ava dibe û em bi hêvî ne ku ev şax wê çalak be çawa Amûd mezin û balkêş e.

 

 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Bihuşta sênckirî

Piştî ku çek bêdeng bûn û top û tank aram bûn, dawiya şer hat û jinûavakirinê dest pê kir, zeviyeke fireh û sênckirî, mîna ajalparêzeke xwezayî diyar bû. Li orta wê Goleke avjeniyê mezin bi şêwaza Ewropî heye, kursiyên spî, sîwanên şînê vekirî li derdorê belavbûyî ne…

Bessam Mer’ê

Gava trajiydiya miletekî tê taqîkirin û ezmûnek tije jê derdikeve holê , wêjeyek çêdibe ku birînan vediguhze pendiyarîyê û bîranînan vediguhêze pirsên vekirî yên pêşerojê.
Yaşar Kemalê Kurd, stûnek wêjeya tirkî û cîhaniye ya ne tenê li ser gund û mirovên sade nivîsiye, lê belê ew kirine neynike tevahiya gerdûnê, ku…

Firyal Hemîd

Di çilya pêşîn de û berî serêsalê, bêhna pirtiqala û goştê biraştî tê min.

Ew çaxê serjêkirina dermala bû.

ew bêhna ku mirî ji goran radikir, di pozê zarotiya min de maye.

Çima tiştên berê jî bîra min naçin?

bi dîwarê bîrdankê ve zeliqî ne û…

Zahid Alwani

Aşîreta Batwan û Dêrşoyan: Çîroka Şerê Ku Bi Jinewateke Qediya, 1890 — Roja yekê, sê bira ji aşîreta Dêrşoyan piştî nivêja fîjrê derketin bo çiyayê li bijartekî xwe da ku bixebitin; cihê wan ji gundê xwe zêde dûr bû.

Piştî nivêja asrê, bavê malê ji xwişkê xwe — keça…