Nûçe

YEKEMÎN XULA FÊRBÛNA ZMANÊ KURDÎ Li Herêma Kurdistanê bo jinên rojavayê kurdistan

Yekitya jinên kurd (rojava) û Komîta Fêrbûna Zimanê Kurdî ne xwestin sala 2012 di ser kurdên rojava re derbasbe bêyî karekî pîroz bikin , di riya xebata gelê kurd û pizavên bo azadiyê ji bo wilo
Di 31122012 z li Hewlêr paytexta herêma KURDISTAN –IRAQ
xulek Fêrbûna Zimanê Kurdî derçû , hejmara şagirtên xulê giha 17 kesan hemû jin bûn ji roj avayê kurdistan  
ev kar hat kirin bi alîkariya (Yekitya Jinên Kurd -rojava- û Komîta Fêrbûna Zimanê Kurdî-KFZK) ji 17 jinan 16 an BAWERNAME ya seretayî hilgirtin û  9 an ji wan soz dan ku ewê bibin mamoste û karê fêrbûna zimanê dê bişopînin , hemya sipasyaYekitya jinan, komîtê , mamoste Derwêş û mamostê xwe dikirin û digotin ev karekî pîroze , du şagirt balkêş bûn, ku jinên bi temen mezinbûn û ti carî ne çûbûn dibistanê, lê bi helwêsteke germ li dersan amede dibûn û xwe fêrî zimanê xwe dikirin , mamostê vê xulê ya ku xula yekemîne li herêma Kurdistanê mamoste Idrîs Hiso bû , sê gotar hatin xwendin :
1- Celîla ûcê binavê Yekitya jinan
2- Kurdistan Mihemed binavê şagirtên xula ziman
3- Idrîs Hiso bi navê Komîta Fêrbûna Zimanê kurdî  
di dawyê de hemya sala nû li komîta ziman û yekiya jinan pîroz kir û lava kirin ku rojava yê kurdistan û sûrya bi tevayî di sala nû de bi AZADÎ yê şabibin .
Kurdistan , Hewlêr 31/12/2012z
 

 

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…