Tekoşera mêza (3)

Mihemedê Seyid Husên

Dibêjin dema ku nûzayî tête dinê sînga dayikê tijî şîr dibe, lê xebînetê dema ku dimire çavên dê tijî hêsir dibin, vêca ku wisa serwatiya tevgera kurdî weke berê, ji heman kilasîkiya cankuj derfetên zêrîn yên kêmpeyda ji dest xwe berde, pêk ve jî ezwerî û pêşbîniyên netewî yên gelê kurd biserde, paşverû û çavlixwe tenha kayîna tiral û tembelan dikî, li ber dîwaran mîna xemsarên aştîwar tenha li ser xwe digirî,

, li civat û bazaran, di aheng û mihrecanan de, quretî û reşbîniyan çep û rast bifiroşe, ji nêv genava zikdirî û çavtengiya tengbîran, li serdema guherînên vê qûnaxa hestiyar û pêşesaz, tengijî û bîrtewş xwezyarên niştemanî bi yên kesayetî diguhere, û çarenûsên sawêryane mîna nîşanên payedarî bi torfelaqî li hevdû biparvekin, ji ser derzika piştê rexneyên tewanbar û tometên xav û sar, li gel cîyewaziyên nakokîbar ji beybaneyên siyaseta xirş li navgîna xwe dicivînin.
    Evîna hemrahên xwe, netewa xwe, dîroka xwe, çand û kultûra xwe, kul û derdên xwe jibîr kirine, gornepaş û sixtekarên helperest, xelatan li ser pişta kargoriyên dayika pakrewan wergirin, dirustkar, rewşenbîr, zimanzan û karnasên ekadîmîsyon, rewaya tekoşera cangorî piştguh dikin, û li serbêşan dijûn, qeşmerî û devjenkan lê dibarin, ji bîr kirine ku giyanê bizavêr, evîndar û berxwedana şoreşgêran tucar bêhode neçûye, lêbelê di hemî ezmûneyên jiyanê de zindar û serkeftî gulvedaye.
    Herwiha jiyan bi xwe nefretê dide qels û lawazan, bi taybetî yên ji gurdketî, yên ku nikarin serbestiyê li şahinşahiya zirsawêr û xewnên xwe yên rij, kelê û kelevajî bikin, û yên mayî di sînga felaket, şapaz û berbatan de jar, perîşan, bê dar û destekar dimîin, bêzar li nêv xirecira aloziyên jiyanê bê çare dijîn, mixabe ku herêm bi şêneyên xwe ve zemanekî tagirtî dijî, rûyê qadê qeymaxekî zingorî girtiye, kujer ji dadgehê aferîn û nîşanan werdigire, û dadgêr pir şanaze ku bi destên xwe bergoreke teng û tarî ji kevokê re dikole, û desthilatê totalîtar bi yasayên ewarte rewanên bê gunehan mist dikî.
    Naxwe ku em hêj di mijara evînê de diaxivin, hêjayî gotinê ye ku hogirîna stiranê, li ser jina kurdî bête nihurandin û qet neyêt rawestandin, çelengiya bejn û bala zeriya tîtal, xibşa xezalan, gernijîna gulê di şengerojeke buharî de, li nêv baxên xwerista welêt, li gel qehremaniya gel û xweragiriya wê kêmpeyda ya bi navudeng, nemaze ku sîmboliya jina kurdî, di kar û xebatê de destnîşan dikî, dêmeku nîvê civakê dijmêre, mîna xaka pîtdan pir dilovan û evînyare, di hemî hêlekarên jiyanê de, danmerde û mîna kaniya Ferat zêmdare, herweku dê ye, jine, xûşk û tekoşiyare, hunermend û kebaniye, rêvebir û xameyare, dibistana perwerdeyê ye, rêhevala karker û cotyare, bizavêra rizgarîxwaz û welatparêze, siyasetmedar û milîtana serê zinare, lê rasteqîna dîdevaniya dîrokê jê re, timî dorpêçayî, maf pûre û yexmebûyî ji rojbûyîna wê ve, seraqet pelekutkirî û bindare.
    Çendî aramkêşe, çalakvan û barbuhêre, rewanpak û nemekdare, gewrehêz û rêvebire, himêza tîngerme, kêşegir û namedare, geşomîde rextê pişta pêşmergaye, di hemî dabaş û babetan de, di hemî hûrpîşên jiyanê de pêvedare, bi yekcarî wateya kînê rave nakî, bo kulneder û birîndaran dermanê pêşeçare, binemayên netewparêzî tew jibîr nakî, helkefta birakujiyê vebirr pesende nakî, demdar mîna gula çênî bînmerdî, bo mûjde û mizgîniyên nûzayan xweş afrendiyare.
    Di himêza xwerista kurdistanê de timî likare, peyrewiya niştemane, mêzaya berxwedan û şehadetê ye, le akam rêzikên civakî li yekrûyî tometîbare, jana îşkenceyê qurpandiye, li ser sêdarcanê rewan qelen daye, di nav qêlên dirindeyan de bi xavî hatiye cûtin, rûmeta wê di nav lingan de dêriz bûye, li ber ritma qamçiyan dev li zimanê xwe kiriye, vîna wê di bin nîrê rajoriya nêrzayî de talan bûye, herweku pêşinyara azad û serbixwe ya kêşenasên dilsoz, raberî zirt û geflêxwarinên birakujiyê dagîr bûye, lê her jina rizgarîhez bê etlayî nefret daye dîrokê, bê hedn û tebat dest û mil daye mêr, da ku termê dîrokê bo vemanê raguhêze çerxê serkeftinê.
    Loma dibêjim: şête, hişgêl û kewdane, yê ku dibêje hêsir tenha bo mêzayê afirîne, û desthilanîn û gernasî tenha li ser eniya mêr tomar bûye, kurtkurmancî hîç na…dêmekî nedûre nimûneya Leyla Qasim û Zîlanê, û bi hezaran weke wan şehîd ketine li meydanê, bo lehenda şêran cîwarê xoşewîst Kurdistanê.
zor sipas.

Qamişlo 21-8-2013
Gorican2@hotmail.com



شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

London – Di çarçoveya projeya wergerandina wêjeya Erebistana Siûdî de ya ji bo zimanê kurdî, ku ji alîyê Desteya Wêje, Weşan û Wergerê ya Padîşahîya Erebistana Siûdî ve tê piştgirîkirin û ji alîyê Weşanxaneya Ramînayê ve bi hevkarîya Ajansa Kelimatê, nûnera Siûdî ya projeyê, tê meşandin, wergera kurdî (kurmancî) ya romana «Sîberdar» a…

Piştî ku em bi navê Nûneratiya ENKS li Ewropa beşdarî Kongreya yekem ya zimanê kurdî li Elmaniya , ya ku roja Şemiyê 27.06.2026 li bajarê Düsseldorf hate lidarxistin, me peyameke pîrozbahiyê arasteyî kongreyê kir.

Di heman demê de me nûçeyek li ser vê bûyerê bi zimanê kurdî û erebî belav…

Bi vexwendina Yekîtiya Revenda Kurdî, Nûneratiya Ewrûpayê ya Encumena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê, beşdarî karûbarên Kongreya Yekem a Federal a Zimanê Kurdî bû. Di kongreyê de komek ji akademîsyen, lêkolîner, siyasetmedar û nûnerên saziyên perwerdeyî yên kurdî beşdar bûn. Armanca vê kongreyê xurtkirina hewildanên parastina zimanê kurdî û parastina nasnameya çandî ya…

Dr. Mehmûd Abbas

Çima têkoşîna Kurdî hewceyê nûnasandinê ye?

Di dirêjahiya zêdetir ji sed salan de، gelê Kurd yek ji dirêjtirîn rêyên têkoşîna ramyarî li Rojhilata Navîn derbas kir. Ji piştî hilweşîna desthilata Osmanî، û dabeşbûna Kurdistanê di navbera çar welatên herêmî de، tevgera Kurdî ket rêyeke dirêj a berxwedana ramyarî û…