dijwar tewfiq
Di şoreşa sûrî ya pîroz, şoreşa azadiyê û rûmetê bajarê AMÛDÊ roleke pir mezin û giring lîst, bi serkirdayetiya çalakvanan , kesayetên serbixwe û rêxistinên siyasî û beşdarbûna hemû xelkên amûdê ji ciwanan, keç, jin û kal. lê sed mixabin ev bajarê xwedî dîrokek kevin û resen di şaresdana kurdî de, hêma kurdayetiyê û berxwedanê çirûska vî bajarî hat vemrandin li ser destê birayên kurd, û di encama êrîşkirina hêzên YPG li ser xwepêşandana sivîl pakrewan, birîndar ketin,
lê ta dema anha ti gavên ji bo lihevhatinekê çênebûye ji aliyê p y d , û lêborînek bo malbatên pakrewana ne bû ye, û ev kuştina van pakrewanan nebû ye bi navê komkujî , û bê dengîyek ji aliyê partiyên ENKS rawestana kar, çalakî û xwepêşandanan ,û xelkê amûdê jiyaneke zor û zehmat derbas dikin û aloziyan di warê abûrî de dibînin , buhayê gelek tiştên jiyanê wek xwarin, nan û tenduristî û ji aliyê birîna av û elektirîkê de li ser bajar keş û seqa bir germin,
mirovên amûdê gazin û rexin dikin ji berpirsiyarê bajêr , ev bajarê dîrokî wê van astengî û aloziyan derbaskin bi hizir û viyana mirovê wê,
lê di heman demê de ev bajar wê her bimîne keleha xebat û berxwedanê û mînak û simbolek ji bo gelê kurd.