AMÛDA BERXWEDANÊ

dijwar tewfiq

Di şoreşa sûrî ya pîroz, şoreşa azadiyê û rûmetê bajarê AMÛDÊ roleke pir mezin û giring lîst, bi serkirdayetiya çalakvanan , kesayetên serbixwe û rêxistinên siyasî û beşdarbûna hemû xelkên amûdê ji ciwanan, keç, jin û kal. lê sed mixabin ev bajarê xwedî dîrokek kevin û resen di şaresdana kurdî de, hêma kurdayetiyê û berxwedanê çirûska vî bajarî hat vemrandin li ser destê  birayên kurd, û di encama êrîşkirina hêzên YPG li ser xwepêşandana sivîl pakrewan, birîndar ketin,
 lê ta dema anha ti gavên ji bo lihevhatinekê çênebûye ji aliyê p y d , û lêborînek bo malbatên pakrewana  ne bû ye, û ev kuştina van pakrewanan nebû ye bi navê komkujî , û bê dengîyek ji aliyê partiyên ENKS rawestana kar, çalakî û xwepêşandanan ,û xelkê amûdê jiyaneke zor û zehmat derbas dikin û aloziyan di warê abûrî de dibînin , buhayê gelek tiştên jiyanê wek xwarin, nan û tenduristî û ji aliyê birîna av û elektirîkê de li ser bajar keş û seqa bir germin,
mirovên amûdê gazin û rexin dikin ji berpirsiyarê bajêr , ev bajarê dîrokî wê van astengî û aloziyan derbaskin bi hizir û viyana mirovê wê,
lê di heman demê de ev bajar wê her bimîne keleha xebat û berxwedanê û mînak û simbolek ji bo gelê kurd.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Rabhan Ramadan

Piştî ku kurê wê diranên xwe şoştin û çû ser cihê xwe, wê dengê hûrehûra kûçikekî li ber derî bihîst; hûrehûreke ku jê re ne xerîb bû… Wê bi lez derî vekir da ku kûçika xwe bibîne, ya ku berî çend mehan bi kûçikê cîranan ê hov re reviyabû.. Wê…

Hişmend Şêxo

“Şêst û Neh sal xebat li dijî zordariyê”

Di dawiya sala (1956)an de Sê niştiman perwerên kurd (Osman Sebrî , Ebdilhemîd Derwîş û Hemzê Niwêran) yekem rêxistina rêzanî ya kurdî li Kurdistana Sûriyê bi navê (Partiya Kurdên Demoqratên Sûrî) damezrandin û hêjayî gotinê ye ku rêznama wê ya bingehî bi Zimanê Kurdî bû , û…

Serexoşî bi boneya koçkirina medyakara Kurd Lanaz Kurdo
Di du rojan de, me du medyakarên hêja ji dest dan, doh Helkewt Ezîz, û îro Lanaz Kurdo, em wek Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriye bi dilekî pir bi xem û kovan serexoşiyê pêşkêşî malbata Xwedê jê xweş Lanaz dikin, herweha…

Rojnameya Azadiya Me (Azadîya Me) derdikeve holê di kêliyekê de ku bêdengî nema tê ragirtin, û di serdemekê de ku maskeyên civakî û siyasî zêde dibin û qadên rastiyê her ku diçe tengtir dibin. Ev rojname ne tenê bûyereke medyayî ya asayî ye, lê belavokek helwestê ye, destpêkek rêbazê ye, û…