Xelata helbestvan û zimanzan Mele Nûrî Hesarî ya vê salê 2021 giha nivîskar Mahîn Şêxanî. Pîroz be!

Helbestvan û zimanzanê Kurd Mele Nûriyê Hesarî di sala 1934an de li gundê Hesarê yê girêdayî Kerecosê ji dayik bû û wek “Seydayê Pirêşan” jî tê naskirin. Di heşt saliya xwe de, li ser destê bavê xwe fêrî xwendina Quranê bû û piştre li gelek gundên navçeya Cizîra Sûriyê meletiyê dike û di nav pêlên helbesta kurdî û welatperweriyê de dibe melevanekî şehreza.
Ji destpêka sala 1967an ve, Mele Nûriyê Hesarî li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê dijiya.
Lê piştî nexweşiyeke dûrûdirêj, roja 25ê meha Çile ya sala 2011an, Mele Nûrî di 78 saliya xwe de, li taxa Qenat Siwêsê ya Qamişloyê koça dawî kir û li goristana Qidûrbegê hate veşartin.
Mele Nûrî gelek berhem afirandine. Ji berhemên wî yên çapkirî: Şoreşa Berzanî- Zeviyek Gazîdan – Axlîma: Pêlên Helbesta Kurdî – Rêziman û Hostanîbêja Zarhaweyên Kurdî. Lê ji xeynî berhemên çapkirî yên Mele Nûriyê Hesarî, gelek berhemên wî hê jî destnivîs in û li benda dîtina çap û ronahiyê ne, weke Rêzimana Kurdî, helbestên kurdî, ferhengeke kurdî-kurdî û ferhengeke kurdî-farisî.
Mele Nûriyê Hesarî çend xelat û rêzname jî wergirtine wek: “Xelata Cegerxwîn ya afirandina helbestê di sala 2008an de – Bawernameya rêzgirtinê ji festîvala helbesta kurdî ya 12an li Sûriyê di sala 2007an de- Rêznameyek ji dîdargeha çand û hunerê û kovara Mewasim, û di sala 2014 an de, Hevgirtina Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyê jî xelatek bi navê Mele Nûrî ragihand, ta ana gihaye sê kesan.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Tengezar Marînî

Weke her car Jan Dost dilê me li xwendinê vedike. Werine baxê Romana wî ya nû.

Şahşopa Jan Dost: nêrîneke Wêjeyî li ser Şer û mitaleyên serkirdeyekî

Romana Jan Dost * Şerê General yê Dawî* berhemeke bihêz e ku bi kûrahiyeke balkêş…

Şîlan Doskî

Helbesta Çima! ya Nivîskar Ezîz Xemcivîn wekî pirsgeha xwedî hest û dîmen, di nava wêjeya kurdî de derdikeve. Ew pirsên ku helbest dikare ji xwe bike: “Çima ez hîn jî hebûm?” û “Çima jiyan bi awayekî tê girtin, lê divê ez bimirim?” Helbest wekî tîrêj di deriyê xewnan, hest û…

Ezîz Xemcivîn

 

Kesayetiyeka ko pir gotûbêj li ser çê bûne, pir gotegot wek pencereyekê li ber hemû bahozan vekirî be…

Dixwazim çend gotinan ji bo dîrokê derbarê evê kesayetiya Kurdperwer û hezkerê welatê xwe pêşkêş bikim…
Seydayê Tîrêj ji min re got: „di mirina Xweda ji wî razî be têkoşer Hecî Mihemedê…

Qado Şêrîn

Ji bo kurd bêtir tarûmar, winda û tune nebin, tenê yek rê li pêşiya wan maye, ew jî dewletbûn e. Eger ji aniha û 20-30 salên bên kurd nebin xwedî dewlet, wê winda bibin, wê bêtir rastî hilweşandin û şikestinan bên, wê hêviya dewletbûnê lawaztir bibe, çimkî wê kurdperwer û…