Destpêkek ji Evîna Rojên Kevin

Konê Reş

Gundî bû. Zaroktiya xwe li gund derbas dikir.. Şaristanî nedêtibû.. Bajar nedîtibûn.. Navê Qamişlokê, Amûdê, Nisêbînê û Mêrdînê ji mezinan dibihîst.. Di wê zaroktiyê de jiyana xwe di çarçova gund de derbas dikir.. Li gor her çar werzên salê, alîkariya malê bi bav û diya xwe dikir.. Rojên xwe li ber siya dîwarên gund bi heval û hogirên xwe re derbas dikir.. Nûçeyên gundiyan ji hev re digotin; kî ji Serxetê hatiye mêvanê kê, kî çûya Qamişlokê.. teqîna şevê din li ser sînor, di nav qaçaxçiyan û cendermeyên tirko de kî hatiye kuştin û kî birîndar bûye.. Her yekî li gor ku ji mala xwe dibihîst digot.. Li ber wan dîwaran bi listik û yariyên zaroktiyê dilîstin û gelek caran qerf li hev dikirin û şert davêtin ber hev wek; Şiva ter li guher, çi ye? An Tenûra himhimî tije nanê genimî, çi ye?

 

  Di çinîna dexlan de av ji palevaniya re dibir nav zeviyan û hin caran bi wan re qeflên sap di pey çinîna palevaniyan re didan hev û dikirin gidîş.. Di gêreya wî sapî de li ser bênderê, li cencerê siwar dibû.. Bi kerê an erebeya qantiran diçû nav mixtiyan, xurcika kera xwe an embara erebeyê tije talik, şebeş, ecûr û şimamok dikir û dizîvirî malê.. Bihara, gelek caran piştî ku Şivan pez tanî malê, pez derdixist şevînê..
  Pirê caran, zilamên gund li ber siya dîwaran li qelavîzka rûdiniştin, pişta xwe didan dîwaran û her yekî ji kîsê tûtina xwe çixareyek ji xwe re dipêça, vêdixst û dikşand.. dûyê çixareyên bi ser serê wan de bilind dibû û bi hev re diştexilîn.. Zarok li dor wan diçûn û dihatin.. Eger tiştek ji wan re lazim ba, bang yekî dikirin û wek ku dixwestin pêk tanî.. Di nav re zarokan li axaftinên wan guhdarî dikir.. Gelek caran axaftina wan li dor fermana fila bû.. çîrokên fermana fila ji hev re digotin.. Ji ber ku pîrka wî Sara (Osena Nirsîsyan), (Diya bavê wî), yek ji ermeniya fermanê bû, wî bi mereq û guhmiçî li axaftinên wan guhdarî dikir..
Gelek caran wan zilaman ji aş û bajar ve qal û behsa fermana Ermenî û Fila dikir.. Hina ji wan digot; sala fermanê dema ku cendirmeyên tirko qeflek fileyên ku ji derdora Nisêbînê tanîn Besta Xerabkortê û Çûva, ji kal û mêr, pîr û jin û zarokan pêk dihatin.. Berî ku cendirmeyên tirka wan bikujin..! Xelk diketin pêşiya wan qeflan de, yê ku keçek, jinek an zarokek ji qeflê xelas bikir û di mala xwe de veşart.. Dilê gawiran bi wan dişewitî..

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Silêman Bavê Sîpan

Ez Kurdim, li her derê
Nabê tiştek min biguherê

Ev zimanê min Kurdî ye
Min ji dayika xwe girtiye

Ne bi tirs û ne bi şerm
Serbilind im ez her dem

Kurdim ez, ji kok û reh
Kurd dimînim li her cih

Kurdî bo min,ne zimane
Ew dîrok e, ew jiyan e

Ew dengê bav û kalan e
Ew stranên…

Ezîz Xemcivîn

Kî li benda te bû
Kî li kolana dildariyê bendewara gulekê ji destê te bû?
Dildareka bêdeng im,
yarê min!

Evîndara bayê hênik û axa warekî me,
ne baskşikestî me,
ne bineka ketî me,
çima li şaneşîna evînê tu min nabînî,
yarê min?!

Roja evînê bi hêviyên neyar nayê girtin…
Sozên li hev badayî,
bi hêsanî…

Fewaz Ebdê

-1-

Ezbenî!
Herdû çavên te ji zaroktiyê re bexçene
Kenê te hêlana asîmên e.

-2-

Her ku li te dinerim ezbenîLanguage Resources
Zarokekî li paş sîberên salaln dibînim
Bi destê xweyî biçûk
evînê qenewîç dike.

-3-

Tu mîna zarokekî ji rîhanan hez dikî
û mîna ku hê nû te
temen vedîtibî
çîrokan dibêjî.

-4-

Çaxê tu di nav neviyên xwe de rûdinê
Temen kirasê xwe di ser xwe…

Dildar Aştî

Te rojekê
Kevirekî kelemî
ji rêçekê hilnekir
Te rojekê
Şûşeyekî şikestî
Ji ber lingên mendalekî ranekir

Te gulek tî
Di bexçeyê evînê de av neda
Te goleke meyayî
Li ramanê tev neda!..
Te berxeke windayî
Negihandiye nav kerî
Te pîreke rêwindayî
Negihandiye ber derî

Di şeveke bi tirs de
Çi nameya evînê te neguhest
Mafê peyveke tenê
Di civata padîşah de te nexwest
Te rojekê
Simbilekî ziviyê
Ji şewatê neparast
Ne li keviya rêyekê
Ne li…