Hejmara Nehemîn a Kovara Şermola Derket

Hejmara Nehemîn a kovara Şermola ya wêjeyî û çandî ku bi zimanê kurdî û erebî tê weşandin, derket.
Dosyaya hejmara Nehemîn “Rol û Girîngîya Salonên Wêjeyî” ye. Ji ber girîngîya mezin a salonên wêjeyî di pêşxistina wêjeyî û çandî de, ev mijar weke dosyaya hejmarê hate destgirtin.
Di Hejmara Nehemîn de berhemên bi dehan nivîskar, rewşenbîr û lêkolînerên ji pêkhateyên cuda yên Sûriyê hene. Beşên kovarê ev in: Analîzên hizrî, dosyaya  hejmarê, lêkolîn, hevpeyivîn, nirxandina pirtûkan, werger, jin û çand, huner, çîrok, helbest, gotar û raporên wêjeyî.
Ji pêşekîya hejmarê: “Çalakîyên salonên wêjeyî li Bakur û Rojhilatê Sûrîyeyê di çarçoveyeke teng de têne lidarxistin û tenê di warê xwendin û nirxandina pirtûkan de ma ye, tevî ku ew jî çalakîyeke girîng e û pêwîst e, lê di bizava çandî û wêjeyî de ne ewqasî bi bandor e, nemaze piranîya pirtûkên ku têne nîqaşkirin ên nivîskarine ji derveyî herêmê ne, ji ber vê yekê berhemên wêjeyî yên herêmî ji derveyî xebatên rexneyî dimînin. Lewma gelek salon karên wan radiweste çimkî ji vê çarçoveyê dernakevin û rewşa çandî û wêjeyî ya giştî nagirin dest. Lewma pêwîst e berpirsyar û kesên ser van çalakîyan disekinin, mijarên girêdayî rastîya wêjeyî û çandî ya ku li herêmê tê jîyîn bigrin dest, reweşa heyî nîqaş bikin, kêm û kurtîyên heyî derxin holê û çareserîyên guncaw ji wan re deynin, da ku bi awayekî aktîv çand û wêjeyê bi pêş ve bibin, her wisa divê alîyên peywendîdar di rêverberîya xweser de li Bakur û Rojhilatê Sûrîyayê projeyên vekirina salonên wêjeyî destek bidin û piştgirî û alîkarîya pêwîst pêşkêş bike.”.
Hejmara Nehemîn a kovara Şermola 208 rûpel in, bi zimanên kurdî û erebî hatiye çapkirin.

Naveroka Beşa Kurdî Ya Hejmara Nehemîn

Pêşekî
-Rol û Girîngîya Salonên Wêjeyî.. (Desteya sernivîskarîyê)

Analîzên hizrî
– Şaristanîya Sumeran Çavkanîya Yekem a Huner û Wêjeyê Ye .. (Abdullah Ocelan)

Dosyaya  hejmarê
– Salonên Wêjeyî û Rola Wan Di Civakê De.. (Biradostê Mîtanî)
– Salonên Wêjeyî Li Bakurê Welêt.. (Ahmed Kanî)

Lêkolîn
– Qelen û Baviksalarî… (Darwîn Darî)
– Di Dengbêjîyê De “Naverok”… (Elîf Gûn)

Hevpeyvîna hejmarê
-Li Gel Nivîskar “Kamran Simo Hedilî” Ye (Desteya Sernivîskar)

Jin û çand
-Ji Civat, Komcivîn û Şevbuhêrkan Hetanî Salonên Wêjeyê.. (Nêrgiz Ismayîl)

Pirtûkên derketî
-Qaqlîbaz .. (Pirhişyar Ismaîl)
-Pirtûkên derketî.. (Desteya sernivîskarîyê)

werger
-Zindan.. (Zekerîya Tamir-Wergera ji erebî: Aram Hesen)
-Şîroveyek Der Barê Wergera Farisî Ya ‘’Firîna Bi Baskên Şikestî’’ De.. (Ezîz Nêmetî-Wergera ji farisî: Berat Qewîendam)

Çîrok
-Gulîyên Darizandî.. ( Evîn Teyfûr)
-Welatê Bê Roj.. (Pêşeroj Cewherî)

Helbest
Sîng Mertal im.. (Îsmet Hesen)
Nizanim!.. (Ciwan Qado)
Ragihandina Vînê.. (Xemgîn Remo)
Çima Tu Diçî? ..(Şivîn Hecî)

Serbest
-Xwendin Afrînerî Ye (Fatma Sîdo)
-Gundê Qêsim.. (Şerîf Mihemed- Welîd Bekir)
-Rondik .. (Rûken Hisên)

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mizgîn Kenaan

Gelek caran di xebatên akademîk de yên ku li ser berhemên wêjeya klasîk tên amadekirin, navê Aleksandre Jaba derbas dibe. Bêguman kesên têkiliya wan bi wêjeya klasîk re heye, vî kesî baş nas dikin û zanin ku wî roleke giring di parastina ziman, çand, wêje û folklora Kurdî…

Mislim Şêx Hesen

 

Di dawiyên salên pênceyî yên sedsala bîstan de, yekem partiya siyasî ya Kurdî li Sûriyê hate damezrandin bi navê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê, di 14ê Hezîranê 1957an de, bi berpirsyariya Nûredîn Zaza, da ku mafên gelê Kurd li Sûriyê biparêze û dabîn bike.

Di wê pêvajoyê…

Di pêngavekî de ber bi yekgirtina helwêsta kurdî li hember astengiyên ewlehî û siyasî, îro Înê 1ê Gulanê 2026, şandek ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê serdana Nivîsîngeha Partiya Demokrata Kurdistanê li Düsseldorf kir ji bo nîşandana helwêsta xwe li hember êrîşa dronî ya ji aliyê milîsên Îraqî yên alîgirên supaya pasdarên rêjîma Îranê…

Helbest: Nadir Qazî

Tîpguhêzî: Cansoz Dabo

Du caran du dike çend?

Hemûyan bi hev re dinivîsî: Dike çar

Lê min di bîrkariyê de pileyên kêm

Dianîn û dihatime xwarê

Ew jî tenê ji ber ku li gor min wa bû,

Du caran du dike yek, ne…