Zûbêr Yûsiv
Gotin bi rehetî,xuristî li ser zimên diherikîn….
Dengekî hebekî ketî bû
Lê zirz û şidyayî bû.
Ji xwe razî bû.
..
Henekçî, bi zîrekî kêlîk û rewş ya di nav de…him bi qerfî-hunerî, him bi cegerdarî bi qelafet dikirin..
Pêşkêşî guhdarê xwe dikir.
..
Hawîrdor – bi çalakiya liva xwe,berê rûyê xwe…
Bi gwîzlikek tenikî ber çava…her kes jî
Di zefta tasîra xwe de dihiştin.
..
Li daweta mala Salihê hecî Mûsa , ..
Zaro bûm.. bi birayê xwe re derbasî odeya ku Hunermend Seîd Gabarî li ser balîfekê çarmêrkî rûniştî bû..,..bûm
Bilez diştexilî ,rûken şêrin..pêjna insana dipîva..ji dengê wan dizanî çawa ne..
….
Bawerim di demkê de bi tiliya… xirfanî li tembûrê dida.paşra bizuqa kehrebê..
-Çixara di destê çepê de ne diket xwarê..
Vediguhest yê din..
Bi yê rastê hilmek dikşand
Ú yê çeppê govend digerand..
Nêzîkî wî bûm
Toz bû qorziya pêş mala amê Selman.
Erê
Xwedî hiner bû .
..