Bilbilê Xemgîn(M.ŞÊXO)

Şiyar Silêman

Hunermendê gelê kurd M.Şêxo yê bi navê Bilbilê Xemgîn dihat binavkirin, bi dengê xwe yê şewat birînên milet dikewandin, gelê wî ew karê wî yê giranbuha ji bîr nekir û pê re wefadar ma û ew di dil û hiş û ramanên xwe de wek nirxekî mirovahî û hunerî û netewî parast.
Dema Bavê Felek koça xwe ya dawî kir, temenê wî çil sal bû , di bihara jiyanê de bar kir, ne tenê temenê wî kin bû, ew temenê kurt bi nexweşî û êş û azaran derbas kir, zarotiyek perîşnî û hejarî, xortaniyek bê miradî ku pareke ji çar parên jiyana xwe sirgûnkirî ma li kurdistana Rojhilat û jana penaberî û biyaniyê dikşand, ji bilî wilo jî, li penaberiyê jî Savakan ne dihiştin jiyana wî aram bimîne, û her astengî li pêş karê wî yê welatparêzî û hunerî datanîn.

Piştî vegera wî ya welat jî, li Qamişlo, bajarê wî yê herî şêrîn li ber dilê wî, jiyanek tal û bi zindan û çewisandin di bin darê zordariya rijêma Be`is a setemkar derbas kir, ta radeya ku jêre digotin eger tu kasêtekê yan stiranekê tomar bikî emê tiliyên te bibirin.

Hunermendekî xwedî piransîb û mirovahiyek bê hempa bû, hêja ye gelê kurd bi şahnazî bibêje ku ew zimanê derd û êş û azarên wî bû, dengê wî yê qerar û xemgîn êşa milletê kurd berçav dikir .
Raz û sirê ku hişt millet bi vî rengê berfireh bi Bavê felek ve bê girêdan ew e ku milletê kurd bi giştî rojên nexweşiyê di jiyana wî de pirtir in ji yên xweşiyê, lewra M.Şêxo hevparê beşekî mezin e ji jiyana her mirovekî  kurd, û sedema dîtir ya ku hişt ew di hunera xwe de bi ser bikeve, wî zanîbû bi zîrekiya xwe û hestê xwe yê rast û nazik û bilind helbestan hilbijêre, û li gor awazên  di dilê xwe de dengê xwe û  ramanên helbestvan li hev bihûne û derbasî dilê millet  bike da têde sermedî bimîne.
Ew gotin rast e dema tê gotin: Hestên Ji Dilan Dertên Dighêjin Dilan, dengê bavê felek ji dilê wî derdiket, ji kûrahiya êş û azarên wî bû, yên ku cuda nedibûn ji êşa gelê wî, lewra hunera wî diket her dilî de.
Bavê felk bû dibistanek hunerî û welatparêziyê ,hejmareke mezin ji hunermendan têde fêr bûn ,tê de têgihiştin rastiyekê, ku tiştek li ber avê naçe, kesê melhêbek pûş bavêje ser bêndera vî milletê azarkêş, nayê jibîrkirin.
bavê felek çendî talî di jiyana xwe de dît, lê ew li ber dilê milletê xwe şêrîn bû û şêrîn ma, em bawer in ku giyanê wî hêmin û arame û vehêsayî ye.
Stiranên wî bûn rêbaza xebata her welatperwer û têkoşerekî wek dema bibêje:
Nejî bo mirdin bimre bo jiyan,
çun qezenc ekey ta nebî ziyan
Zizirey zincîr dilit nelerzê,
peywend bo leşe ne wek bo giyan
Bavê felek  raste te jiyaneke kurt  bi êş û  kulan bûrand, lê belê ew jiyan ji bo giyanekî sermedî bû .

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Konê Reş

Wek ku eşkere ye ji şerê Çaldêranê/ 1514 ve, dest bi perçebûna Kurdistanê hatiye kirin.. Di pey Sykes Picotê/ 1916an de, Kurdistan bûye çar perçe.. Ji wê hingê ve Kurdistanî hewil didin ku Kurdistana xwe bikin yek perçe.. Tevî gelek berxwedan, serhildan û xwîn rijandinê.. Tevî banga Şêx Ehmedê…

Bavê Zozanê

Îro 07.09.2025 li almanyayê, bajarê Essen ê Yekîtiya giştî ya nivîskar û rojnamevanên Kurd li Sûriyê û Yekîtiya nivîskarên Kudistanê nûnertiya Europa simînareke bi rêk û pêk bo nivîskar Luqman Silêman lidar xistin bo emzekirina du pirtûkên wî yek jê Romana Qezerceb ê bû û ya din romana Siyamend û…

Zagros Osman

beşek ji siyasetmedarên kilasîk ê kurd, nemaze yên ku hişmendiya wan di salên 1960, 1970 û 1980an de çêbûye, hîn jî li ser ya xwe ne ku hişmendiya rabirdûyê dubare dikin, mîna ku çerxa demê li wê xalê rawestiya be. siyasetmedarên navbûrî bandora kûr a veguherînên dîrokî yên 35…

Narîn Omer

Malpera “Welatê me” ji bîst salan ve û heta niha jî dana xwe ya bê hempa di warê çand û wêjeya kurdî de didomîne.
Ew yek ji wan çend malperan e ku bê navbir û behnvedan weşan û beşdarbûna xwe, hem bi zimanê Kurdî û hem jî bi Erebî…