Ezbenî! Çend Xilmaşî!

Konê Re‏

Ezbenî! Gotin di dawiya ‏evê de digrîn..! Bêdengiya me, vî heyamî dilewitîne..! Ev heyamê ku em ji bo wî distirên, ew serê xwe ji me re dihejîne û di ber xwe de dibêje; pepûk..! Wa weylê..!!
Ezbenî! Her ku di rew؛a civaka xwe de diponijim, xwe himberî civakê biçûk dibînim, herwiha himberî desthilatê û maldaran zirz û tund dibim û di encam de pêwîst dibînim ku ez li rastiya civaka xwe vegerim û di derheqî civak û dîroka xwe de binivîsim..

Erê ezbenî! Em tev dibin bandora malbata xwe, herêma xwe û
welatê xwe de dijîn. Ev dîroka ku bi zilm û zordariya dagîrkeran,
cehalet û nezaniyê hatiye neqi؛andin û pi‏ta me ‏ikenandiye.. Pêwîste
berî her ti؛tî, em bi tev hawan li rastiya xwe û civaka xwe bigerin, fam
bikin û wê rastiyê bi mêranî û zanebûnê li ber çavan raxînin û di ber
pê‏ketina civaka xwe de xebatê bikin..? Zanîn bingehê herî giring e ji
pê‏ketinê re?
Ezbenî! Ev rêbaza ku min daye ser, li perwerdeya bavê
min vedigere.. li hezkirina wî ji Barzaniyê nemir re vedigere.. Wî
nehi؛t ez û birayên min ji rêka kurdperweriyê, qencî û mirovahiyê bidûr
kevin. Her dem ji me re digot: “Teyir ba‏ e bi refê xwe re”. غ her ku em
jê dadigeriyan, wî em lê vedigerandin. Erê her wî rêka durist ؛anî me
dida. Her dem, ؛îret li me dikir û ji me re digot: Lawo! Eger kesekî me
hebe Mela Mustefa Barzanî ye.. Lê lawo! Ev hikûmet bê ewle ye, ‏iyar
bin; “Ku ba hat kevira bidêrin ku ba nehat guh bidêrin!”. Belê, bavê min
mamosteyê min bû û her û her ez ê deyindarê wî bim. Ezbenî! Di nav roj,
meh û salan de mezin bûm û dara jiyana min, ev berê ku hûn dibînin
girtiye.. Ez ‏a‏ bibim jî, ji kîsê xwe ‏a‏ dibim, ne ji kîsê kesekî
din.. Mineta kesekî li min nîne.  Kelehên bilind zû naherfin..
Gulîstanên Nêrgiziyan bi qir‏ û qalan nalewitin.  
*         *          *
 
Ezbenî! Carekê, li Beriya Mêrdînê li nêçîrê digeriyam.. Li kêleka
Nisêbînê ji ba‏ûr ve, çav bi xezalekê û du xif‏ên wê ketim.. Xezalê bi
evîndarî ji herdû xif‏ên xwe re stran digotin.. Bi guhdariya stranên wê
re, ez ji desthilanîn ketim; min tivinga xwe li kêleka xwe danî,
çixareyek vêxist û dûyê çixareya min bi ser serê min de bilind bû..
 
Ezbenî! Em herdû -ez û dem- ji kevinbûnê riziya ne..! Bêtir ji dimsa
tiriyê Omeriyan.. bêtir ji çîrokên Dêwê heftserî.. bêtir ji ‏ax û paxên
dara اinarê..! غ em wek pelên dara اilo dihejin..! Tevî ku, em herdû wek
du rêwiya ne, Payîz û Zivistan jî, ji ser pi‏ta me danakevin; her
kêlîk, her roj, her meh ji me qut nabin.. Bi me re dikulkulin û pelên
darên xwe yên zer, bi ser dil û hu‏ê me de dadiwe‏înin..!
  Ezbenî!
Min ji demê pirsî: Ev avahiya bilind ya ku binê wê xak e û banê wê
asmane û ji çar hawêr ve dirêj û fireh dibe, ya kê ye gelo?! Bersiva min
neda, bi lez û bez derbas bû û wek her carê ji ber çavan nebedî bû..
Min jî, serê xwe berda ber xwe û di xwe de ponijîm.. Dawî, min naskir ku
ya wan mirovên ku xebat û bizavê di ber çakî, qencî û spehîbûna
mirovahiyê de dikin.
  Min ji demê pirsî; karê te çi ye?! Bersiva
min neda, lê wek roka li esman keniya û wek heyva çarde‏evî di nav ewran
de nebedî bû..
Min ji kalê 80î salî pirsî; te dinya çilo dît? Serê xwe kir ber xwe de û got: Lîska zaroka ye..

  Qami؛lo, 13.03.2021

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Sersaxî

Me bi xemgînî koça dawî ya nivîskar û navdarê Kurd Mihemed Emîn Bozarsalan di jiyê 91 saliya xwe de bihîst, bi vê helkefta xemgîn, li ser navê Nûneratiya Ewropa ya Yekîtiya Nivîskarên Kurdistanê, bi dilsozî û xemgînî, sersaxiya xwe ya germ pêşkêşî malbat, dostên wî, pertûkxane û çanda kurdî dike.

Mihemed Emîn Bozaraslan (15.09.1934- 09.02.2026),
nivîskar, zimanzan,…

EBDILBAQȊ ELȊ

Kurd li Sûriya ne pêleke awarte ya penaberan an jî komeke li ser sînorên welat ku ji nişka ve ketine hundir, lê ew bûbûn -û hîn jî- beşekî resen ya tevna civakî û erdnîgarî ku bi sedsalan berî damezrandina dewleta Sûrî ya nûjen hatibû avakirin. Û ew ne mêvanên demkî…

Tewfîq Sînan

Di hemû cîhanê de kêşe, alozî û astengî di derbarê standardkirina zimanekî zelal û resen hebû û bi hezara pozberî di evî derbarî de peyda dibû, ji ber ku zimanekî zelal bi tena xwe tune ye û ew jî ji sedema ku pêkvejiyanî jîwera heyî bû û heta dema niha…

Mihemed Ebdê

Ehmed im..

Şervan im, pêşmergeyê xaka xwe me

Pakrewan im canfidayê rojava me

Ji başûr im, li Qamişlo roja şer de, ez heme

Qurbana xakê bim ji mirinê re ez amede me

Kurd im, ji Kerkûkê îro hawar û berxwedan e

Berê Barzanî gotiye:…