Çîroka Cejna Newrozê Di Nav Kurdên Rojava De

Konê Reş

Cejna Newrozê; ev cejn jî wek cejna Nîsanê an nûzanê ye. Eger Nîsan Nûzan be, Newroz nûroj e, anku destpêka rojeke nû, ji saleke nû ye. Ev roja nû, di 21`ê heyva Adarê, destpê dike. Di vê rojê de; gera şev û rojê dibin wek hev û kurdan ji mêj ve gotiye: (21`ê adarê şev û roj hat qirarê). Ji bîst û yekê adarê û bi şûn ve, xak dest bi xeml û xêza xwe ya bûkanî dike û bi rengên keskesorê xwe dixemlîne..
Li gor ku ez serwextî tevger û rewşa Kurdên Rojava me, me Kurdên Rojavayê Kurdistanê li Beriya Mêrdînê di sala 1956`an û 1957`an de pêşwaziya Cejna Newrozê kiriye. Berî hingê hayê kesî ji xelkên Rojava ji Cejna Newrozê nebû.. Ew aghadarî û pêşwazî jî, bi xêra helbestvanê netewî Hejarê Mukiriyanî destpê kir..

Piştî herifandina Komara Demokrat li Mehabadê, helbestvan Hejar Mukiryanî wek penaberekî siyasî di sala 1956`an de hatiye nav Kurdên Sûriyê. Pêlekê mala wî li Tirbespiyê maye, paşê çûye Şamê.
Li Şamê, çav bi welatparêz û ronakbîrên kurdan ketiye wek: Qedrî Beg Cemîl Paşa, Ekrm Beg Cemîl Paşa, Memdûh Selîm Beg, Dr. Nûrî Dêrsimî, Rewşen xanim Bedirxan, Dr. Nûredîn Zaza, Osman Sebrî, Qedrî Can digel maldar û welatparêzan ji kurdên Şamê û qutabiyên ku wê hingê li Şamê dixwendin.. Ji wan re çîroka Newrozê gotiye û xwestiye ku ew jî wek birayên xwe kurdên Îranê û Îraqê, 21`ê adarê, cejna gelê Arî, Newrozê bi aheng û kêf û şahî pêşwazî bikin, derkevin seyranan û vejînin. Li gor ku min ji gelek kesan bihîstiye; dostaniya wî û Dr. Nûredîn Zaza gelekî xweş bû, di 1956`an an 1957`an de birek ji wan welatparêzên kurd yên ku min ew bi nav kirin, di serê wan de Dr. Nûredîn bi xwarin û vexwarin çûne (Xûta li Şamêغوطة دمشق/), bi mebesta vejandina cejna Newrozê. Ev çûna wan yekemîn car e ku kurdên Sûriyê pêşwaziya cejna Newrozê kirine. Belê ji sala 1957`an û virde, piştî damezirandina (Al-Partî), di nav Kurdên Sûriyê de, wê partiyê endamên xwe serwextî cejna Newrozê kiriye.
Ji wê salê û pê ve, Cejna Newrozê di nav Kurdan de hatiye pêşwazîkirin. Belê di warekî gelekî teng de bû û bi rengekî gelekî veşartî bû.. Vê paşiyê, hin bi hin navê Newrozê di nav gel de belav bûye û gelek kesan navê Newrozê li zarokên xwe kirine.
Bêgûman rola Dr. Nûredîn Zaza serokê Al-Partî di şiyarkirina hestê netewî û belavkirina Cejna Newrozê, di nav kurdên Şamê de zor mezin bû. Hem jî, di nav kurdên Efrîn, Kobanî û Cizîrê de. Nexasim piştî ku Al-Partî di sala 1957`an de hat damezirandin û biryara Cejna Newrozê bi rengekî fermî ji rex Al-Partî ve, bi serokatiya Dr. Nûredîn Zaza hat standin û dest bi vejandina Cejna Newrozê di nav kurdên Rojava de hat kirin.
Lê di sala 1986`an de, dema ku kurdên Şamê divîbûn derkevin dervî Şamê, Newroza xwe pêk bînin, endamên emniyeta Sûriyê ew qedexe kirin û di encamê de, Silêman Adî hat kuştin. Ji wê hingê ve, serokomarê Sûriyê Hafiz Elesed, roja 21`ê Adarê bi navê (Cejna Dayikê), wek rojeke bêhinvedanê binav kir. Ji wê salê ve Kurdên Sûriyê Cejna Newrozê bi serbestî, di tev bajar û gundên Kurdên Rojava de pêşwazî dikin.

 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Hozan Yûsiv

Erdnîgariya demê ya êş û hêviyê

Meha Adarê di wijdanê Kurdî de ne tenê demeke ji salê, lê belê “erdnîgariyeke demê” ya awarte ye ku çîrok û dîroka gelekî vedibêje. Di vê mehê de xetên karesatê û yên vejînê digihêjin hev û salname dibe lîsteyeke vekirî ji…

Xizan Șîlan

-Stran-

bombe û napalm
barandin
wan balafiran
devê xwe yê bi xwîn
wek cinawiran
berdabûn laşên kurdan
jehra maran
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
agirê şewatê pêkxistin
li gund û bajaran
şehîd ketin xwarê
stêrk bi hezaran
qêrîn û hawara dengê wan
dagirtin
valahiya asîmanan
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
xwîn diherikî
ji keç û xort û mindalan
qîjeqîj û…

Welatê me|Bochum: Bi helkefta salvegera 20emîn a damezrandina xwe, malpera «Welatê Me» hunermenda kurd Şerhîbana Kurdî xelat kir. Ev xelat wek bilindnirxandinê ye ji keda wê ya hunerî û xizmeta wê ya ji stirana kurdî ya resen re.

Ji hêla xwe ve, hunermenda pilebilind Şehrîban, spasî û rêzgirtina xwe ji rêveberiya malperê…

Firyal Hemîd

Piştî derbasbûna rexê çepê ya Deryaya wî welatî, bêhnvedaneke bi dûmana sar û sermeyê, ji hinavê wê yê vala ji hêviyan , lê dagirtî bi rasteqîneke ne dibîr de dihate der.
Wê barên baweriyên xwe hilgirtibû, berû bi jiyaneke bi sawêrne nependî ve diçû.

Li ber pendavên wê deryayê, bi…