Yên din jî weke Rûhanî û Ehmedînijad Kurdan bi kar tînin

Eskender Ceiferî

Hilbijartinên rejîmê nêzîk dibin û bazara xapandina welatiyan jî li Îranê germ dibe. Lê neteweyên ne Fars û di seriya wan de jî Kurd, haydartir li mijarê nêzîk dibin.

Kurd her ji destpêka hatina rejîma Komara Îslamî ve, dijberên rejîmê bûne û piraniya xelkê Kurdistanê,li gir biryara partiyên siyasî qet dengên xwe nadin rejîmê.

Çalakvanên Kurdistana Rojhilat, mînaka herî berçav ya nedana azadiya neteweyan, girtin yan jî rênedan bo weşandina herî kêm 15 kovar, belavok û heftenameyên Kurdî tînin ku di serdema Hesen Rûhanî serokkomarê niha yê rejîma Îranê de hatine encamdan.

 

Ew amaje dikin bûdceya saziyeke navçeyî ya ser bi rêxistinên ewlehî û îstixbaratî yên Îranê ve ku ji bûdceya çap û weşana Kurdî zêdetir e. Tenê ew pirtûkên Kurdî û ew rojname bi bûdceya dewletê derdikevin, yên ku di berjewendiya rejîma Tehranê de ne.
Mehmûd Ehmedînijad jî weke Rûhanî serokkomar bû. Ne çar salan lê heşt salan. Asta azadiyê li wî welatî herî kêm kiribû. Lê dîsa jî hin Kurd peyda bûn beriya ku navê wî derkeve yan jî bê redkirin, bi kincên xwe yên bav û kalan, propagende ji kesekî re kirin ku hukma darvekirina sedan ciwanên Kurd di serdema serokkomariya wî de hatibûne dayîn.

Li vir behsa redkirin yan jî erêkirina selahiyeta berendaman ji aliyê rejîma Komara Îslamî ve nayê kirin. Lê belê behsa baykotê û beşdarînekirin di proseya dengdanê de germtir e.

Opozîsyona Îranî jî, ji ya Kurdan cuda ye. Hin ji wan baykota hikbijartinan dikin, hinek bêdeng in û hin jî beşdar dibin. Lê partiyên Kurdî yên Rojhilat, dengekî cuda hene. Ew ji serdema Dr. Ebdulrehman Qasimlû ve ku ji aliyê Komara Îslamî ve hate terorkirin, hemû hilbijartinan baykot dikin. Herî dawî çar partiyên Kurdistana Rojhilat bi bêy tevlîkirina aliyên ku netewî nîn in yan jî di stanfina biryarê de serbixwe nîn in, di daxuyaniya xwe de di derbarê hilbijartinên serokomarî û encûmena gund û bajarên Îranê de biryara boykotkirinê dan. Wan aliyan ragihandin ji ber ku ev hilbijartin di rewşeke xeyrî demokratîk û ne azad de têne lidarxistin, ewê wan boykot bikin. Ew dibêjin ne di hilbijartiên gund û bajaran de û ne jî di ya serokkomariyê de, beremdam bi şêweyek demokratîk neketine holê ji ber ku selahiyeta kesên dijberî Komara Îslamî tê redkirin. Her wiha wan aliyan ji Kurdên wî perçeyî jî xwestin ku roja hilbijartinên wî welatî neçin ser sindoqan û dengê xwe bi kar neyinin.

Di hilbijartinên gerra berê de, ew şeş alî bûn ku di Navenda Hevkarî ya Partiyên Kurdistana Îranê de beşdar bûn. Navên wan, Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDK-Î), Partiya Komunîsta Kurdistana Îranê, Komeleya Zehmetkêşanên Kurdistanê, Hizba Demokrata Kurdistanê (HDK), Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşanên Kurdistana Îranê û Komele-Rêxistina Kurdistanê bûn.

Hin partiyên biçûk jî ku di standina biryarê de serbixwe nîn in di hember de dibêjin ew ji bo demokratîzekirina Îranê kar dikin û hêj hilbijartin baykot nekirine lê ragihandine eger Îran derfê ji bo guhertinan pêk bîne ewê beşdar bibin. Lê ew çar aliyên Navenda Hevkariyê ya Partiyên Kurdistana Îranê dibêjin berendam ji fîlteran derbas bûne û ti yek ji wan serbixwe nîn in da ku bikaribin mirovên azadîxwaz yan jî demokrat bin.

Eger lixwekirina kincên Kurdî ji bo wan kesan tê qebûlkirin ku propagendeyê ji bo berendaman dikin, lê bi ti awayekî ji bo jina ku dixwast bi kincên Kurdî here Wezareta Navxwe da ku navê xwe weke berbijêr tomar bike, nayê qebûlkirin.

Eger derxiatina stranên Kurdî di beşa mûzîka zanîngehan de nayê qebûlkirin, lê ji bo wan hunermendan qebûlkirî ye ku bi stranên Kurdî propagendeyê ji bo berendamên hilbijartinan dikin.

Partiyên ku ev hilbijartin baaykot kirine, didin xuyakirin ku take rê ji bo demokratbûna Îranê û gihiştina Kurdan bi mafên xwe, guhertina sîstema Îranê ye û li gor ku ew dibêjin, di yasaya bingehîn ya wî welatî de ne mafê jinan parastî ye, ne yê karkeran, ne jî ol û neteweyên cuda. Ew dibêjin eger em libenda guhertineke bingehîn di çarçoveya Komara Îslamî de bin, dişubhe kesê ku li ser kaniyeke hişk û zuha, libenda avê ye.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ji nivîsîna Tengezar Marînî

1.

Nivîskara Kurdistanî, Suzan Samancî, bi romana xwe ya dawî, Payîz an jî Ziyab, ku ji hêla weşanxaneya Avesta ve, li sala 2024 hatiye weşandin.

Di gel ku roman ji 87 rûpelên D5 pêk tê û li ser sê parçeyan dabeş bûye, lê di metin, vebêjî,…

Tengezar Marînî

Destek im, di bazara parvekirinê de.

Birîn,
asoyên mijê,
Bêje destpêk e,
feryada pel û leman e.
Histû xwar,
di bizav û kewdanê tarî de.

Ziman kesk e;
jêrzemîn asoyekî razê ye.
Çirkek di sebra nîşanê de parastî.
Destanek ji êgir e çavê min
Serdema kovanan e,
Çiyay sinorên êşê nas nakin.
Her tişt bûye êş.
Her tişt bûye kovan.
Şikestin, derbederî, dagîrkerî, talan, lêdan..
Kuç…

Ezîz Xemcivîn

Pakrewan (Şehîd)…

Du helbestên min bi dengê mamoste Güney Özdemir

https://www.facebook.com/100014938271912/videos/1104840264623404

Qado Şêrîn

Kurdê ew nav an ew stran guhdarî nekiriye tune.

Ez zarok bûm, min li wê stranê guhdarî kir, xwîna min hênik dibû, lê min bawer nedikir ku emê rojekê ji rojan, berî 20 salan, hevûdu li Hollenda aş û gulan bibînin.

Pirtûk jiyan û Bîranîn e,…