((AHRÎMAN Û FER`EWN)).. KURTE ÇÎROK

Sedîq Mella

dibêjin:
Ahrîman bihîst ko Fer`ewn ji miletê xwe re dibêje:
(ez xwedayê we me!)
Ahrîman xwest vî xwedayi bibîne. …!!!!
Hilkişiya ber  dergehê eywana fer`wen û li dergeh da.
Fer`ewn pirsî ew kî ye?
Ahrîman deng ji xwe ne anî û bersiv neda .
lê dîsa li dergeh da.
Fer`ewn pirsî :
Ew kî ye? Ahrîman dîsa bersiv neda .

Fer`ewn berê xwe da dergeh û dergeh vekir
dît va Ahrîman li paş dergehe ..!!!
got:
(Pîso ev to yî…deng nabî xwe…!)
Ahrîman lê vegerand û got:
Xwedayê nizanibê kî li ber dergehê wî ye, ew jî ne ti xwedaye…pîse!!!
Fer`ewn lê vegrand û got:
((Ya rast:
ez û te herdu pîsin…!!??
lê yên ji me her diwan pîstir ewin yê beheweriyê bi me tînin..??!!))

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ehmed Tahir

Yarê ne xuya ye lo

Dilê min dêşê

Cih û war ziwa ye lo

Serê min dêşê

Milet jar û geda ye lo

Di zor û kêşê

Her yek ji hev cuda ye lo

Bê qad û bêşê

Rêber ne…

Dildar Sheko

Berî bi çend salan li Zanîngeha Rojava (di bîhnvedana havînê de) min dersa -Romana Cîhanî- dida. Bi gelemperî li ser zagon, pêdivî û şêweyê darijtin û amadekirina Romanê em radiwestiyan.

Nimûne:

1- Zagon; di darijtina Romanê de divêt yê nivîskar bê layen be da bikare rastiya serdema Rûdanê ji hemî aliyan ve…

EBDILBAQȊ ELȊ

Gelo çima desthilata dogmatîk gendel dibe?.

Çima kargêriya polîtîkî û aborî ya her desthilata ku rêbazeke bîrdozî digire têk diçe?.

bê gûman ev ne pirsin raporte ne,lêbelê ew pirsên bingehîn in ku me dixin pêşiya rastiya nexşeya siyasî û rastiya siyasî ya gel,û neteweyên ku bi kiryarên bîrdozî…

Adil Xelîl

Ji dûr hatin.

Bajarekî nenas, koçberin, dîsa xerîbin.

Her tişt wan diqewitîne,

Careke din wan bi dûr dixîne.

Mijek sitûr li wan rasthat

Ta bi qotê serê xwe

Di navde çûn

Mijek sitûr ew dorpêç kirin.

Çi mêrin, lehengin!

Bi hêvîyan…