Çarenivîsa Gelê Kurd di bin metirsiyê de ye

Ebdûlazîz Qasim

“Rojek dê were (ji xeynî welatên Rojhilata Navîn) wê tevaya cîhanê li gel doza kurdî û gelê kurd bisekine, û doza kurdî wê bibe dozek navnetewî, lê Gelê Kurd li hember wê bi xwe yeknegirtî û ne amade be û ji nezanî û yeknerêziyê wê  fersendeyek herî mezin ji bo bidestxistina mafên xwe jidest bidin.” ((Apê Osman Sebrî 1905-1993)).

 

Pêvajoya danûstandinên Kurdî-Kurdî, piştî hatina serokê nû yê Amerîkayê Joe Biden û guhertina rêveberiya Washington bi carekî hate rawestandin û berovajî ku nakokiya siyasî di navbera herdu aliyê danûstandinkar de (ENKS, PYNK) dijwar û zêdetir bûn, û pêvajoya danûstandinên yekrêziyê ket di metirsiyek mezin de.
Ev yek aşkere dike ku danûstandin sernakeve bêyî nebûna givaştinên mezin ji aliyê Amerîka ve, ku di derheqa vê mijarê de, şirovekarê siyasî yê kurd, Dr. Azad Ehmed Elî di gotarekî de di bin navê metirsiya paşguhxistina danûstandinên Kurdî-Kurdî ji hêla Amerîkayê ve belav kir û têde bal kişadiye li ser girîngiya givaşên Amerîkî li ser aliyên Kurdên Rojavayî ji bo serxistina pêvajoya yekrêziya kurdî, û dide zanîn ku serxistina pêvajoya siyasî li Rojavayê Kurdistanê dê bibe kilîta çareseriyê li tevaya Sûriyê û wê bibe platformek ji bo aktîvkirina pêvajoya çareseriya siyasî li Sûriyê, berovajî vê yekê wê Sûriya bibe meydana destwerdana herêmî û navnetewî û dubarekirina veberhênana terorîzmê.
Kenneth R.  Rosen jî ji Enstîtûya Washington û rojnamevanê Newsweek, di 21`ê nîsanê gotarek di bin navê danûstandinên yekîtiya kurdên bakurê rojhilatê Sûriyê di metirsiyê de ye belav kir û têde gotibû ku Wezareta Karûbarên Derve ya Amerîkî dixwazê ku desteyek Kurdî ya bihêz û yekgirtî peyda bike ji bo bikaribe biryara Netewên Yekbûyî bicih bike û çareseriyeke siyasî ji bo şerê navxweyî li Sûriyê yê berdewam ji çend salan ve peyda bike.
Hêjayê gotinê ye ku li vê dawiyê careke din Amerîka daxwaza destpêkirina danûstandinên Kurdî-Kurdî dike, û ji aliyê balyozê nû yê Amerîkî li Sûrîyê, David Brownstein, çend hevdîtin li gel herdu aliyê kurdî hatine pêkanîn û li gel alîyên kurdî pêdagirî li ser berdewamiya danûstandinan kiriye û yekser daxwaza yekrêziya wan kiriye ji bo beşdarîkirina kurdan di danûstandinên aştîyê yên di bin sîbera NY de.
Şandeke Amerîkî ya bi seroktîya Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîka Joey Hood, piştî serdana Hikûmeta Herêma Kurdistanê, seredana Rojavayê Kurdistanê jî kir, û Wezareta Derve ya Amerîkayê di 17ê gulanê de bi daxuyanîyeke fermî aşkere kir ku wê şandeyê di 16ê mehê de seredana Bakurê Sûrîyê kir.
Li gorî nûçeyeke VOA kurmancî: “di daxuyanîyê de ku cara yekê ye, têkildarî serdana şandeke siyasî ya Amerîka ya ji bakurê Sûrîyê re, di malpera Wezareta Derve ya Amerîka de tê weşandin.
Di daxuyanîyê de hate gotin ku şande ji Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîka yê Demkî Joey Hood,
Cîgira Alîkarê Wezîrê Derve û Nûnera Taybe ya Karûbarên Sûrîyê Aimee Cutrona, Cîgirê Şanderê jibo Sûrîyê David Brownstein û Dîrektorê Civata Ewlekarîya Neteweyî ya Qesira Sipî jibo karûbarên Îraq û Sûrîyê Zehra Bell pêk hatiye”.
Herwiha VOA Kurmancî daye zanîn ku çavdêrên sîyasî bal dikşînin ku cara yekê ye ku şandeyeke Amerîkî di vê astê de bi rengekî aşkere seredana bakurê Sûrîyê dike.
Li pêş çavê me ye, heger yekrêziya kurdan hebe, Efrîn, Girî Spî û Serêkaniyê nedihatin dagîrkirin, herwiha şerê vê dawiyê li Qamişlo di navbera HSD û çeteyên Difa`h Wetenî de û xwepêşandanên 18-19ê gulanê yên li dijî bilindkirina nirxê sûtemeniyê aşkere dike ku pêdiviya Rêveberiya Xweser bi beşdariya hemû aliyên Kurdî heye bi taybetî bi beşdariya ENKSê wekî hêzeke mezin li ser astên cemawerî, siyasî, diplomasî û leşkerî heye nemaze ku niha miletê kurd di rewşeke mirovî û aborî xirab de derbas dibe.
Ji aliyekê din, xuyaye ku rejîma Sûriyê bi alîkariya Rûsiya wê helbijartinên serokatiyê li Sûriyê di 26`ê gulanê de encam bide û wê Bişar Esed ji bo heft salên din bimîne serokê Sûriyê, bi taybetî ji ber nebûna opoziysoneke alternatîv.
Di derbarê vê mijarê de, bi dîtina mim ku Amerîka li hember projeyên Rûsiyayê-Rejîmê, Tirkiyê-Opozisyona Îslamî, dixwaze rêveberiyeke baş pêşkêş bike ku bibe nemûneyek pêşkevtî ji bo çareserkirina krîza Sûriyê ku tê de miletê kurd rolekî serekî di siberoja Sûriyê de hebe, û bibe hevpar di desthilatê Sûriyê de, tevlî bi texmîna min ku niha danûstandin ji bo tinekirina pirsa kurdî bi awayekî veşartî bi çavdêriya Rûsiya, Tirkiye û Îranê di navbera Rejîmê û Opoziyonê dibin.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Li gorî PDKT’ê, avakirina ku bi navê “Bakur-Rojhilata Sûriyê” tê binavkirin, projeyeke ewlehiyê ya derbasdar û taktîkî ye ku bi pêşengiya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê hatiye şekilandin. Ev proje di tu qonaxê de mafên neteweyî yên gelê Kurd bi awayekî stratejîk û siyasal garantî nekiriye. Ji ber vê yekê, ku îro pêvajoyekî şikestinê…

Bizava Aştîya Navxweyî (BAN) sazîyeka sivîl e ku ji rewşenbîr, mafnas û akademîsyenên li Kurdistanê û dîyasporayê ne, pêk hatîye; bûyerên xeternak ku li taxên kurdnişîn ên Şêx Meqsûd û Eşrefîyeyê di van rojên dawî da pêk hatin, ji nêz ve dişopîne û bı tundi şermezar dike.
Di van bûyeran da, ev taxên kurdnişîn bi tank…

Mihemed Hemo

Kê ji dil de hezkiribe, êdî bawer nake ku xeraptrîn; jiyana cengêye.

Raste! Şer dikare laşan bêxîne, lê hezkirin jî dikare, rûmetê bêxîne.

Hezkirin di welatê me de wek Çokelatê erzan e: bi kaxetên ciwan tên pêçan, lê zû bi meran de vedidin; li şûna ku merov dilxweş bik, merov dicersîne.

Ger merov bi qurbaniyên evînê hest bibe, hêstirên xwe ji qurbanên qeza û cengan re namînin.

Demekê min kompaniyek li Hewlêrê bi rê ve dibir. Karmendekî me li deriyê min da û got:

Mamoste, keçek Sûrî bi tenê ye, doza kar dike.

Min got:

Başe, ger wisa ye, guneh e, bila kar bike!

Turbîlekê bide dest wê xortê di metbexê de û metbexê bide destê keçikê!

Min jî wisa, bi dilnermî, kompaniyê bi rê ve dibir; ne bi duristî.

Roja din ez çûm kar. Gava ez ketim deriyê bîroya xwe, min dît her tişt pak û li hevhatiye. Ez pêhest bûm ku destekî nû ketîye nivîsgeha min. Min ji karmendekê re got:

Çi bi nivîsgeha min hatî?

Wê bi berkenkî şermokî got:

Ew keça Sûrî ya ku nû ketîye kar, pak kirî.

Hîn em daxfîn. Wê karmenda nû qehwe ji me re anî.

Fewaz EBDÊ

Em hîn jî li ser rêçikên xwaromaro dimeşin,

Em û rekeh li hev banîne

Çi rengê wê be

Bi çi şêweyî be;

çi ji hesinê neteweyî

û çi ji zêrê olî be.

Lê em ;

Em…