Awazê Kalo (Hesen Mihemed) û (Bi sêveke gezkirî di sînga min de…)

 

Lêkolîn û șirovekirin: Cankurd

Bê guman karekî ne asan e, ku mirov li ser helbestvanekî mîna Awazê Kalo tiștekî ber bi çav binivîse, ji ber ku ev helbestvan, bi kêmtirîn li ba roșengbîr ên Kurdaxê (Çiyayê Kurdan), yek ji nivîsevanêd gelek payebilind û jêhatî ye, hem di warê zimên de, ku yek ji kesên bi Kurdîyeke zelal û rêzimanparêz dinivîse û hem jî di warê wêjevaniya xwe ya kêmnimûne de.

 

Yê dî, ewe ku du rêgah hene bo șirovekirin, nirxandin û lêkolînê di warê helbestê de. Rêya yekemîn ewe, mirov bi lez û bez di ser helbestdanekê re here û hinde nimûne ji pevek û wêne û rewșên helbestvan bi kar anîne, bide ser hev, bê ku dema xwe pir bi wê berhemê re derbas bike, û rêya dî, ewe ku rexnevan derbas bibe bin çermê nivîskar, wekî Christoph Bode di nirxandina romana Aldous Huxley (Jîhana nû ya wêrk) de kiriye, ku rexne ya wî ne kêmtir navdar e ji wê romanê, û tê de bi hostayî, bi zanîn û kanîn hemî bingehên rexne ya wêjevanî parastine û bi kar anîne, ku êdî ev rexne di dibistanên bilind ên wêjevaniyê de tê xwendin û fêrkirin û bo hinde zimanên navdar jî hatiye wergerandin û nema kesek dikare bibêje, ew ji Christoph Bode zanatir e di rexnekariyê de.
Di vir de jî, pêwîst e em di navbera „nasdan a pirtûkekê“ û „rexneya pirtûkekê“ de șaș nebin. Min bi xwe gelek pirtûkên dostan bi kurtî û sivikî dane nasdan û li ser wan belav kiriye, lê wan nasdanên min ne rexne bûn û divê ewana wilo  wek nasdan bên pejirandin.
Ji bo lêkolîna helbestekê an jî helbestdanekê sergotinek, ten „govd“ ê serekîn ê rexneyê û kurte pîvana rexneyê pêwîst in.
Di sergotinê de, divê nasdana pirtûkê bi kurtî hebe: Navê nivîsevan, dema weșandinê, li ku hatiye çapkirin, hejmara rûpelan, cor û babetên wê, mijarên pirtûkê û șêwe yê vehûnandina helbestê, û bê guman hejmara fermîkirina pirtûkê…
Di tenê rexneyê de, pêwîste rexnekar li ser gelek bingehên rexneyê raweste û li gor wan helbestan an helbestdana li ber xwe binirxîne, ji wan bingehan: Bi kar anîna zimên ji aliyê helbestvan ve, ew zimanê gelêrî an akadêmî bi kar tîne, di zimanê helbestvan de pir peyvên windabûyî hene an her xwendevanek têdigihe zimanê wî, ritma (إيقاع) rêzên helbestan, kevne șêwe ye, nûjen e, tev li hev e, em dikanin wê pirtûkê li gor çerx û deman bi kijan dema wêjevanî ve girê bidin, ma șașî û çewtî yên zimanî gelek in an pir kêm in, șașî yên çapê hene  an ne, ji ber ku eger hebin, ewana dibin egera têkçûna helbestê, pevek ên ku helbestvan bi kar anîne kin û kurt in an dirêj û giran in? Wêne yên wêjeyî, pêdaçûn „مبالغة“ û îdiyomên zimanê xwe yê neteweyî gelek bi kar anîne an ne. Ev giring e ji ber ku li hinde navçeyên welêt, ku gelek fireh e, wan îdiyom bi kar nayên an jî nayin têgihîștin… Bo nimûne: Em Kurdaxî dibêjin Xalo kevirê jina xwe avêt, ev jî bi wateya (Jina xwe berda) ye, lê ne dûr e, ku ev îdiyom tenha li Kurdaxê heye, li navçeyeke dî ya welêt, dibe ku bi șêweyekî dî tê gotin. Hîn axazên „daxwazên“(1) dî yên bingehîn hene, divê mirov li gor wan naverok û mijarêd helbestan bi wan binirxîne.
Li dawiyê, pêwîste rexnevan bi kurtî û kinî encamên lêkolîna xwe ya wêjevanî bide ser hev û bersîva hinde pirsan jî bide, wek:
-Niyaza an xwasta helbestvan ji van helbestan çî ye?
-Ma ew gumana te ya serekîn di mafê wê pirtûkê de bi cîh bû?
-Van helbest li gor vê demê ne jî, mîna ku li gor dema xwe ya nivîsandinê bûn?
-Nirxandina te bi xwe ji van helbestan re çî ye?
… û hin pirsên dî, ku bi pirskirina wan û bersîvdayîna wan, mirov dikane wê rexnê jî binirxîne û li gor pîvanên rexne ya helbestî têxîne ciyê wê yê guncaw „مناسب” di nav xebatên rexnekariyê de.
Dîwan a helbestvan Awazê Kalo (Bi sêveke gezkirî di singa min de) bal û dîna min kișand, ku ev berhema helbestê, wê ciyekî bala û bilind li ba rexnevanan bigire, bi șêweyê çapê, bi mijarên wê, bi nûjeniya mijaran li gor du deman, dema ku helbestvan di bindestê deselateke xwînrêj de bû û ji xwendina zimanê xwe yê dayîkî bêpar ma bû, û di dema ku gihaye jîhana azad, ku tê de dikare xewn û pêjinî yên xwe bi azayî derbixîne, yê ser dilê xwe bo jîhanê binivîse û bê ku tirsek di pișta wî keve, nalîn ên xwe bike rist û peyv ên nivîsandî.
Ji her aliyekî ve, li gor bend û merbend ên zimên, Awazê Kalo, bê ku çû be dibistaneke kurdî li welêt an li derve, bi Kurdiyeke zelal û asan û wêjeyî helbest ên xwe vehûnandine, çanda helbestî ya navçe ya Efrînê parastiye, hêgin kiriye û bê guman pir di bin hukariya çanda devkî ya stranên Çiyayê Kurmênc de mayî, ji aliyê wêne yên derbirrînê ve, ji aliyê binperdekirina hinde wêne û peyvên berbest „qedexe“ di nav Kurdaxiyan de û ji aliyê roșengbîrî ve, ku ew baș dizane, wê gelek kesên ne xwende jî helbestên wî bixwînin, û lew re pêwîstî dîtiye, bi șêweyekî ku her Kurdekî Kurmanc, li her derekê, van helbestan bixwîne û têbigihîne niyaz û armanc û giriftariya wî, liyanî ya „eșqa“ (2) dilê wî û kizotên di kûraniya hinavên wî de.
Ew ji ber jêhhatiya xwe li ser bergê dawî yê pirtûka xwe dinivîse: Helbestên min pir biçûk in…“ Lê ya rast ewe, ku ew helbestvanekî mezin e û helbestên wî jî pir mezin in. Van 232 rûpelên ku tê de 40 helbest û helbestok hene, hema bi gelek wate yên dilê mirov dihejîn in dagirtî ne, mîna mêweke tiriyê hingivîn ê Kurdaxê, ku di havînê de mirov li vê dûriyê bi bîr tîne…
Mixabin, xwezî li dawiyê ferhengokeke piçûk jî hatiba lêkirin, wê hîn baștir ba,
—————————————————————–
(1) Ehmedê Xanî peyva „Axaz“ bi kar aniye
(2) Di gelek stranên Kurmancî de stran wilo dest pêdike: „Dilê min liyan e, dilê min liyan e…“ Bi wate ya „Dilê min așiq e.“

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Silêman Bavê Sîpan

Ez Kurdim, li her derê
Nabê tiştek min biguherê

Ev zimanê min Kurdî ye
Min ji dayika xwe girtiye

Ne bi tirs û ne bi şerm
Serbilind im ez her dem

Kurdim ez, ji kok û reh
Kurd dimînim li her cih

Kurdî bo min,ne zimane
Ew dîrok e, ew jiyan e

Ew dengê bav û kalan e
Ew stranên…

Ezîz Xemcivîn

Kî li benda te bû
Kî li kolana dildariyê bendewara gulekê ji destê te bû?
Dildareka bêdeng im,
yarê min!

Evîndara bayê hênik û axa warekî me,
ne baskşikestî me,
ne bineka ketî me,
çima li şaneşîna evînê tu min nabînî,
yarê min?!

Roja evînê bi hêviyên neyar nayê girtin…
Sozên li hev badayî,
bi hêsanî…

Fewaz Ebdê

-1-

Ezbenî!
Herdû çavên te ji zaroktiyê re bexçene
Kenê te hêlana asîmên e.

-2-

Her ku li te dinerim ezbenîLanguage Resources
Zarokekî li paş sîberên salaln dibînim
Bi destê xweyî biçûk
evînê qenewîç dike.

-3-

Tu mîna zarokekî ji rîhanan hez dikî
û mîna ku hê nû te
temen vedîtibî
çîrokan dibêjî.

-4-

Çaxê tu di nav neviyên xwe de rûdinê
Temen kirasê xwe di ser xwe…

Dildar Aştî

Te rojekê
Kevirekî kelemî
ji rêçekê hilnekir
Te rojekê
Şûşeyekî şikestî
Ji ber lingên mendalekî ranekir

Te gulek tî
Di bexçeyê evînê de av neda
Te goleke meyayî
Li ramanê tev neda!..
Te berxeke windayî
Negihandiye nav kerî
Te pîreke rêwindayî
Negihandiye ber derî

Di şeveke bi tirs de
Çi nameya evînê te neguhest
Mafê peyveke tenê
Di civata padîşah de te nexwest
Te rojekê
Simbilekî ziviyê
Ji şewatê neparast
Ne li keviya rêyekê
Ne li…