Dr. Xelîl Omar
Qey karê min nema, bilî ko ez li ser vê riyê herim û bêm! Ev hivqas sal ez ruhê xelkên distînim, min kesek mîna Hemzo ruh bi dims nedîtiye! Dengê Melkemot ji der ve hat û pê re bû reqi-reqa diran û teşkên mêrikê nexweş. Çima na; Hemezo bi çavên serê xwe li ber pencerê reşê Melkemotê ko mirov wî carekê bi tenê di jiyana xwe de dibîne!..
– Ez gorî, Xweda emrê te dirêjbike! Ka tê dîsan li rojnama xwe meyzeke? Ez xulam, evaya ruh e ne sêniyek burxul e! Hemzo bi tirs û melûlî ji Melkemot xwest û zîvirî ser kevaniya xwe û lê rabû: ma ruhê te wê bêstendin?! Rabe ser xwe ji çayekê, ji qehwakê ji mêvanê me re çêke? Melkemotê bejinzirav, yê ko bejn lê tewya ye! ..Xwediyê naperûşkên mîna misasan û pirça `evorî û çavên berbijor aelaştî nexasim çavê ortê, yê sor bû ye û li hawakî dilîze dihêle ko mirov jê navqetandî bibe û ruhê xwe bi hesanî bispêrê. – ..m..m. şaştiyeke heye! Tu li ku û mala bavê li ku! Ezê careke din bêm wî emanatê li cem te bistînim! Melkemot got û rûpelek ji rojnamê jêkir û xiste bêrika xwe. Finikên bêvilê li Hemzo fireh bûn û bû helk-kelka wî û ji kêfan re destên xwe avêt hibriya Ferîda û di qirrikê de bada. Bihn li rebenê çikya û hustû lê xeliya û heger ne ji Melkemot ba, ewê Hemzo bi destên xwe ruhê wê stendiba.
– Min dizanîbû ko şaştiyeke heye, wilo nuqutîbû dilê min! Hemzo di gorrê de got û keserek rada û dîsan serê xwe danî.
××××××××÷÷÷÷÷÷÷××××××××÷÷÷÷÷

Şîrove (0)