Dijminatiya Rexnegeriyê

Ebdûlazîz Qasim

Mamosta Sebrî Resûl, berî çend rojan ji aliyê hin helbestvanan ve bi taybetî yên li Ewropa dijîn, rastî rexneyên tund û dijwar hat, û mixabin hin jî gihiştin asta bêrêziyê, tenê ji ber ku di Mihrecana Helbesta Kurdî de li Essen û di kurtepeyvekê de hin rexne li helbesta nûjen kiribûn û gotibû ku helbesta kurdî ya nûjen ji kirasê helbesta kilasîk derneketiye û bi helbesteke ne kûr û sade binav kiribû û gotibû ku gelekî dubarekirin tê de heye, dîsa di posteke xwe de li ser malpera xwe “Facebook”, bal kişandbû li ser ciwanî û bedewiya deqeke edebî ya Dr. Xalid Hisên, ku ew deq “têkst” bi zimanê Erebî bû, wekî hêviyekî xwestibû ku helbesta kurdî ya nûjen li Rojavayê Kurdistanê bigehêje heman ast û bilindahiya helbesta Erebî ya ku nivîskarên kurd yên bi zimanê Erebî dinvîsin, ku mebesta wî bi tenê helbesta kurdî ya li Rojavayê Kurdistanê bû, ji ber ku rewşa helbest û edebiyata kurdî li beşên din yên Kurdistanê cuda ye û bi taybetî li Başûrê Kurdistanê ku di asteke bilind de ye.

 

Ez bi xwe ne helbestvan û nejî rexnevan im, lê ez wekî nivîskar ji çend salan ve, rewşa helbest û têkstên kurdî dişopînim, hêviyek min jî heye, ku helbesta kurdî bigehêje asteke ku bi hêsanî û di kirasekî kurdî de yê neşikestî bihête xwendin bêyî şaşî û kêmasiyên di warên “rêziman, rênivîs û peyv û ristesazî” de, herwisa bi rewanbêjî û selîqeyek kurdî, ku mixabin helbesta kurdî ya nûjen bi piranî wekî helbesta wergerandî dihête xuyakirin, ku min li ber dest bi dehan mînak derheqa lawazî û qelsiya zimanê helbesta kurdî ya nûjen hene, û dikarim wan lawaziyan pêşkêş bikim, ku helbet ew qelsî ne tenê kartêkirinek xirab li ser helbesta Kurdî dikin, herwisa ku kartêkirineke xirab li ser zimanê kurdî jî dikin.
Bi awayekî piştrast “ji aliyê ziman” dikarim bêjim ku me gelek helbestvan hene, lê me kêm helbestên kurdî yên nûjen hene.

Dibêjim şerm nîn e ku em danpêdanê bi kêmasiyên xwe bikin, û cihê mixabiniyê ye ku hindek kes nemaze ku xwe bi helbestvan, romannivîs û çîroknivîs binav dikin, rexneyan napejirînin, berovajî ku car heye bêrêziyê jî li gel bikin, tevî ku hin ji wan bi salên dirêj li Ewropa dijîn, û dîsa ku mamosta Sebrî ti kes wekî kesayetî yan ti helbestvan binav nekiribûn, bi tenê rexneyên wî li ser têkstên helbesta nûjen bûn.

Dubare, bi pêdivî dibînim ku em ji bo pêşvebirin û bilindkirina ast û pêgeha edebiyat û zimanê kurdî, rêzê û destxweşiyê li her rexneyeke edebî bigirin, û hêvîxwaz im ku helbestvanên kurd wisa bi dijminatî serederiyê li gel rexnegeriyê nekin, berovajî ku ji wan wekî erk tê xwestin ku piştgiriya rexnegeriyê bikin, herwisa bi hêvî me ku ew nivîskarên kurd yên bi Erebî dinivîsin bi heman ast li edebiyat û zimanê kurdî jî xwedî derkevin.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mizgîn Kenaan

Gelek caran di xebatên akademîk de yên ku li ser berhemên wêjeya klasîk tên amadekirin, navê Aleksandre Jaba derbas dibe. Bêguman kesên têkiliya wan bi wêjeya klasîk re heye, vî kesî baş nas dikin û zanin ku wî roleke giring di parastina ziman, çand, wêje û folklora Kurdî…

Mislim Şêx Hesen

 

Di dawiyên salên pênceyî yên sedsala bîstan de, yekem partiya siyasî ya Kurdî li Sûriyê hate damezrandin bi navê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê, di 14ê Hezîranê 1957an de, bi berpirsyariya Nûredîn Zaza, da ku mafên gelê Kurd li Sûriyê biparêze û dabîn bike.

Di wê pêvajoyê…

Di pêngavekî de ber bi yekgirtina helwêsta kurdî li hember astengiyên ewlehî û siyasî, îro Înê 1ê Gulanê 2026, şandek ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê serdana Nivîsîngeha Partiya Demokrata Kurdistanê li Düsseldorf kir ji bo nîşandana helwêsta xwe li hember êrîşa dronî ya ji aliyê milîsên Îraqî yên alîgirên supaya pasdarên rêjîma Îranê…

Helbest: Nadir Qazî

Tîpguhêzî: Cansoz Dabo

Du caran du dike çend?

Hemûyan bi hev re dinivîsî: Dike çar

Lê min di bîrkariyê de pileyên kêm

Dianîn û dihatime xwarê

Ew jî tenê ji ber ku li gor min wa bû,

Du caran du dike yek, ne…