Wekî hemû dizanin ku neheqiyeke siyasî, aborî, olî û netewiya mezin di sîstema desthildariya hemû dewletên Rojhilata Navîn de heye, û peydabûna serhildanên li dijî sitem û dîktatoriyê di nav hin dewletên Erebî de bi navê “Bihara Erebî”, ku ji aliyê girûpên Îslamîk yên radîkal wekî girûpa “Îxwan Elmislmîn û Qeter”, herwisa hin dewletên herêmî wekî Tirkiyê û Îranê ve hatin bikaranîn, bi taybetî di krîza Sûriyê de ku van herdu dewletan mifayek mezin bi destxistin hem ji ber lawaziya rola dewletên Erebî û ji aliyekî din ve ji ber nebûna îradeyek navnetewî ya rasteqîn ji bo guhertina rejîma Şamê.
Tevî ku heta niha ti nexşerêyek yan lihevkirinek ji bo çareserkirina krîza Sûriyê di navbera Amerîka û Rûsya de nehatiye ragihandin, lê îro hin xalên hevbeş dikevin di rojevê de, ji wan bi taybetî lawazkirina rola Îranê li Sûriyê bi yekcarî û nûkirina têkiliyên dewletên Erebî ligel rejîma Şamê, tevî ku dibe planek yan rêkevtineke nehînî bi heman awayî di navbera Amerîka û Rûsyayê de li hember zêdegaviyên Tirkiyê û dagîrkariya wê ya li Sûriyê hebe, lê heta niha ti helwestek zelal ne ji aliyê Rûsya û ne jî ji aliyê Amerîka û Îsraîl ve li hember zêdexwaziyên Tirkiyê li Sûriyê nîne.
Rast e ku Tirkiya têkiliyek bihêz ligel her yek ji Amerîka û Rûsyayê heye, lê herwisa nakokiyên wê jî ligel herdu dewletan hene, nemaze ku nakokiyên wê ligel dewletên Erebî yên bihêz wekî Misr û Erebistana Siûdiyê û herwisa ligel Yûnanîstan, Ereminîstan, Qubris û Feransayê heye, zêdebarê nakokiyên wê yên dîplomasî li vê dawiyê ligel balyozên deh welatan di nav de balyozên her yek ji Amerîka û Almaniya, herwisa nakokiyên wê ligel Îsraîlê bi sedema piştgiriya tevgera Hemas û binçavkirina du hevwelatiyên Îsraîlê berî çend rojan bi gunehbariya sîxûriyê bo îstîxbarata Mossad, tevî ku opozisyona Tirkiyê daxwaza encamdana helbijartinên pêşwext dike bi sedema zêdebûna qeyrana wê ya aborî ku ber bi aqarek xirab ve diçe, nemaze ku hewldanên wê ji bo derxistina gaz û neftê ji deriya Spî têk şikestin û herwisa dibe ku Almaniya jî piştî şikestina Angela Merkel, bi heman awayê berê piştgiriya aborî û siyasî ya Tirkiyê neke, ku îro Feransa û Yûnanîstan rolek mezin û cidî ji bo dûrxistina Tirkiyê digerînin, ku hem Yekîtiya Ewropî û hem NATO bi awayê berê namînin, bi taybetî ku NATO ber bi encamdana erkên zanistî-teknolocî wekî mijarên seqayê û parastina jîngehê ve diçe, ku NATO ti pêwîstiyek bi Tirkiyê nîne nemaze piştî têkiliyên wê yên bi Rûsyayê re, û heta Tirkiyê bi xwe vê yekê dizane, lewra xwe bihêtir nêzîkî Rûsya, Çîn û Îranê dike.
Li gorî hin raportên navdewletî ku hewl dide têkeve di nav Rêxistina Shangehai “SCO” de, ku Tirkiye heta niha ji aliyê Çînê ve nehatiye pejirandin ji ber piştgiriya wê ji çeteyên terorîst yên “Ûygûr” re, herwisa ku Tirkiya niha kar ji bo avakirina reaktor û bernameyek nuklerî dike.
Em wekî Kurd baş dizanin ku dewleta Tirkiyê heta çiqasî dijminatiya gelê Kurd dike û metirsiyek herî mezin li ser hebûna me çê dike, lewra ku lawaziya wê bêgoman dikeve di xizmeta doza
Kurdî de û li gorî xwendina min ku îro Tirkiya bi siyasetên Erdogan û bi krîzên xwe ve ber bi korerêyekê ve diçe, ku hikûmeta Erdogan nikare heta krîza xwe ya aborî jî çareser bike, û heta hikûmetek nû jî bihête damezrandin ew jî wê bi hêsanî nikare krîzên Tirkiyê yên siyasî û aborî çareser bike, ji ber ku li pêşberî qeyranek mezin e.
Kurdên Rojava bi rêya serxistina yekrêziya xwe û serxistina diyaloga kurdî-kurdî dikarin mifahek mezin ji qeyrana Tirkiyê bibînin, hevdem ligel dûrxistina Îranê û lawaziya rejîma Şamê ku dikarin bibin xudan statuyek cografî û netewî, ku ev yek ji bo Kurdên Bakur jî dibe bibe derfetek baş û erênî ji bo misogerkirina hin daxwaz û destkevtên netewî û lawazkirina pêgeha şofînizma Tirkî.