Helbesta kurdî ber bi nûjeniyê ve.

Mizgîn Hesko

Bê guman, van rojên dawî pirr ji nerînên cuda di derbarê Helbesta kurdî de hatin holê  û ji wan ew nerîna ku Helbesta kurdî a nûjen lawaz û qels dipejirîne û wê hîn di kirasê raberdûyê( kilasîkê) de dinirixîne.
Nerîneke wiha û her çendîn em ji azadiya derbirînê re rêzê bigerin jî , nerîneke çewt û ne bi dilê me ye û bi hesanî em jê re dikarin bibêjin: dîtin û nerîneke bê bingeh, bê berpirsiyarî.
Bê pirsiyariyeke mezin e ku mirov hîn bi hunera melevaniyê ( avjeniyê ) nezan be û were xwe di deryayê de nuq û bin av bike!

 

Sedem çi bin, bila bibin …lê ciyê mixabiniyê ye ku hîn pirraniya mirovên kurd baş nikarin bi kurdî bidin û bistînin û ji ber ev ê nezaniyê, zimanê me pişt yê serdestan dinirixînin .
Belê rast e ku( weko mînak) zimanê Erebî pirr dewlemend û zengîn e lê divê ku em vê yekê jibîr nekin ku ev zêdeyî 1400 sal in ku ew ziman, zimanê dewletan e, li zankoyan tête xwendin, nûjenkirin û hwd. Zimanê Erebî hîn hêza xwe ji pirtûka pîroz a misilmantiyê werdigere.
Dêmek kurdiya ku ji mêj ve maye bitenê zimanê neteweke bindest ne kêmî Erebî ye, yan kêmî zimanekî dine, her zimanekî taybetmendiyên xwe hene û ev taybetmendî dikarin hêzê bidin heman zimanî û wî ber bi jiyan û cîhanbûnê ve bibin.
Tekez dê li Helbesta kurdî a nûjen û hevçerx vegerim , ne ku ew qels û lawaz e, eger û di destpêka xwe de wiha be jî û ne di asta Helbesta cîhanî de be jî, ev yek sedemên xwe ên rast û dirist hene û li vir dê li ser heman sedeman ne rawestim çimkî ew êdî û ji her kesî re naskirî ne.
Lê dixwazim hema bitenê yek xala girîng li vir li qelem bidim:
Milletekî xwedan wiha serwerî û dîrokeke kevnar, xwedan Imperatorî û olên kevnar, Xwedan Hevqas ji dubeytî û çarînan, ji mamik û tiştanokan, ji dastan, çîrok û çîvanokan,ji goranbêjî û heyranokan û hwd.
Milettekî xwedan pirtûkên pîroz ên xuro bi zimanê kurdî, Xwedan qewl û sebeq çima Helbesta wî a nûjen hîn nikare xwe ji Kiras û xiftanê duh biparêze û ber bi modernîzimê ve biçe…!?

Belê ta duh dîroka me wiha dewlemend û gulgulîn bû, lê îro rewş hinekî hatî ye guhertin. Ma ku ji 100% ji me bitenê 7 % bi ziman zana bin , em ê çawa lekeyan bibezînin û sînorên heyî derbas bikin…û kûr û dûr bi metod û teknîka helbestê ve mijûl bibin û li gor hêjabûn û giraniya wê, wiha wê bînin meydan û pêşbirka nirxandin û rexne lêgirtinê…!?

Da ku mirovek yan rexnevanek nerîneke wiha û ji bo xizmeta çand û wêjeyê bîni zimên divêt ku ew baş bi kurdîya kûr zana be, divêt ku haya wî ji dîmenên Helbesta kurdî a nûjen hebe û baş li ezmûna her çar parçeyên Kurdistanê haye be .Ma ku ez bi soranî nezan bim, dirist û pêkan e ez vê helwestê  bigiştî bikim, Aya ma li ba zaravayên din jî rewş wiha ye…?

Pirr ji helbestvanên cîhanê ên navdar beriya ku ew bi nivîsên xwe sînoran bibezînin û ber bi cîhanbûnê ve biçin, dewlet û millet xwedî li wan derketin. Kolan, dibistan, pirtûkxaneyên xwe ne bi navê serokê û rêberan binav kirin lê binavê wan, wiha ew ji wan millet û netewan re man sîmbolên zindî, ku îro ew nav ji nifşên nuhatî re pênase û navnîşanên sermedî ne.
Ev ji ber ku ew xwedan serwerî û hikmdarî bûn, wan derfet û imkan hebûn û ew derfetên heyî xistin bin xizmeta pênûsên çalak de, ew wergerandin deh û sî zimanên din, pirtûk û şahaserên wan dan çapkirin û belavkirin, bawerî bi xêzên wan anîn,rêz dan nivîsên wan û ew bilind kirin.
Nivîskarekî kurd çi jin, çi mêr û bê derfet ku xal û xwarziyê wî di medyayê de nebin, wî vexwendî mihrecanan nekin, dê çawa millet wî nas bike.
Belê naxwazim ku bêhtir têde kûr û dûr biçim, gelo çima Helbesta kurdî a nûjen qels û lawaz tête nirxandinê û ne em…?!
Û li vir dê çend xalên sereke , çend ji pirsên arasteyî civaka kurdî a ronakbîr û hizirmend bikim û dê bersivê ji wijdanê wê re vekirî bihêlim, belko em careke dinê helwestê wiha çewt nebihîzin:

* Gelo û ji berhemên ku niha heyî, me çend  berhem xwendine…?
* Ta kîjan radeyê em bi hunera zimanê xwe dizanin…?
* Di aheng û şahiyên imzekirina pirtûkên xwe de, me çendîn ji berhemên xwe imze kirine û fırotine..?
* Telviziyon û bernameyên qaşo rewşenbîrî berpirsiyar in yan xwediya Helbesta xwehê ( min bibexşînin )…?
* Gelo em bi pirraniya zaravayên kurdî heyî dizanin, ka çi di Helbesta wan î nûjen de heye…?
* Ma ev helbestên ku di mihrecan û rojên helbestan de tên xwendin, hemû Helbesta kurdî ne….?
* Ma ev hemû qaşo helbestvanên ku beşdarî mihrecanan dibin, bi rastî helbestvan in..?
* Jina kurd a afrêner ku îro dixwaze bê sînor û azad binivîsîne, çi li ser tête gotin, mebesta min ne  ji layê kesên normal ve , lê ew kesên ku qaşo nixbene( (مثقفوا النخبة..?
* Dema ku kesek ji me xwe bike rexnevan, Aya haya wî ji vê tevgera rewşenbîrî û zaniyariya wêjeyî û  hunerî heye, ev ku em bizanibin ku rexnevanên edebiyatê di cîhanê bigiştî li ser tiliyan tên hejmartin..?
* Gelo haya me ji helbestên Qedrî can, Mihmed Arif, Ibrahîm Ehmed,Goran û pirrên din heye..?
* Ew kesê ku baş bi kurdî nizane, bi çi riwî dibe serok û rêberê civak, yekîtî û dezgehên rewşenbîr û nivîskaran..?
* Nivîskarê ku di heman demê de, helbestvan e, romannivîs e, gotarbêj e, çîroknivîs e, lêkolîner re, rojnamevan e û medyakar e dixwaze bigihêje kîjan qunaxê..?
* Ew kesê ku bi kurdî baş dizane, jêhatî û zîrek e, lê ne afrêner e û tê bi vî karî radibe, gelo ew çi hêviyan ji xwe dike…?
* Nivîskarê ku dixwaze nûjen û modern be, azad binivîsîne, ma ne gereke ku ew û weko destpêk di hiş û giyanê xwe de azad û nûjen be….?
* Wergerandina tekestên heyî ji bo zimanên cîhanî, ta kîjan radeyê li ba me kurdan birêve diçe..?
Kî bi karê wergerê radibe….?

Xwînerên dilsoz: Helbesta ku em wê ji wê re dìafirînin û dixwînin, yekser di hişê xwe de wernegerînin Erebî, wiha hûn giyan û riha wê sêdar dikin!
Belê ne pirs bi dawî dibin û ne dê guftûgo li vir rawest e. Hûn nikarin Helbesta kurdî a nûjen binirxînin û wê bînin bazara hişmendiyê û hûn nikarin zimanê me rave û şîrove bikin û ji mala zimên re bibin stûn û dîwarên avaker, Hela dest ji van boçûnên xir û xav berdin û bihêlin ku nifşê me yê nuhatî şanaziyê bi zimanê kurdî û wêjeya heyî bike û xwe li ser metnên heyî bide avakirin û  bi zimanekî kurdî nûjentir ber bi cîhanbûnê ve biçe û bilind bibe.

30. Kewçêra ( Cotmeh) 2021.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Piştî 25 sal di girtîgehê de qedandin, Dilo hat berdan, mîna ku demê ew di odeke zindanêyî bêpencere de jibîr kiribe. Bi giranî dimeşiya, weke yekî nû fêr bibe çawa bi rê ve here. Roka ku bêriyê kiribû li ruwê wî da, yekser destê xwe mîna sîwanekê di ser çavên…

Nivîsandin: Maad Feyad.. [*]

Wergerandina ji zimanȇ Erebȋ: Ebdilbaqȋ Elȋ

✅Ez li vir xwe ji netewetiya xwe ya Erebȋ bȇrȋ nakim, ji ber ku ev netewe bi min re ji dayik bûye û min ew berma girtiye, û hȇ xwîna min toza Necidȇ ya ku Eșȋrȇn me jȇ hatine hildigire.. Neteweya…

Merwan Mistefa

Wek bîranîn wek hevsozî wek lêbûrîn wek 40 rojiya koçkirina hevala me ya YNRKS ez vê gotara xwe ku di 12.11.2023 li bajarê Bielefeld ê di simînara emzekirina pirtûkên nemir Mizgîn Hesko de min xwend ,ez dîsa dubare dikim.

Dîbaçe

Bi rastî ev mijar tevlihev, dirêj, girîng…

Narîn Omer

-1-

Pistepista te
bang li min dikê
li pey Asoyên zêrîn
hemî gunehên evîndaran
eşkere dikê
Min bero dîwarê
tarîbûnê ve dibê
da ez bibim
şopa tabloyên dîwar.

-2-

Paşveçûna gavên te
dawiyek indizyarî
ji koçberiyê re
dineqşînê
devek bi ken
ji kenê tobedariyê re
ava dikê
Ew di êtûna pexşandinê de
min bi poşmanyê dipişêvê
Da ez birînên dûrahiyê
derman bikim.

-3-

<p...