Saloxên Rojava


Birahîm Mehmûd

Rojava
Rojava
Saloxên Rojava
Xakek ji demên beravêtî
Ji neqşeyek ji destxweçûyî
Zimanek ji xwe dûr ketî
Pirtûkek ji xwe bazdayî

Ew e Rojava
Steyrikên ku di xwînê de mane
Dibe asîmanek melûl pirr melûl bêzar hilweşiyaye, dibe perçeyek ji asîmanek hefta  bê xwedî
Sed ji sedî bin dem bûye
Rêyên ku ji bumbên navdil qetandî bûn
Li ser qiraxa helbestek ji xwe bi hêvî li ber xwe didin
Darbestek vekirî, rûberê wê girtiye

Belê ,Rojava Rojavaye
Navek miçiqî bi serê xwe di nav navan de
Dengek ji dil veqetyaye
Masiyek bi ava xwe şanebû
Deriyek pêşeroj bi ser xwediyên xwe de diqîre
Dengvedanek ji xwe tore bûye

Binêrin Rojava Rojava
Kaniyên melisî
Hêviyên çilimisî
Miinmiîkên kelogirî bi ser kulîkên xwekuştî
Deştên bêhnçikandî ji demek reşgirêdayî
Zivistanên sincirî li ser xwînên nûhatî û bê war

Guhdarbin, Rojava Rojava
Ew in kurd in , kurd
Li ber qiraxên hêviyan, sirûdên rojên xwe dihûnin
Li ser sînorên madtirş xwe di goran de diwerkin
Şevreşên tarî, navên wan ezberkirine
Qaçaxçiyên bi hemî zimanan barçemokên xwîna wan in
Li pey xwe temenek rizyayî hiştine
Li pey xwe welatek biyanî biyanî  hiştine
Ew in ku bûne niştejiyên hemî welatan
Jiyan li wan tengbûye
Qozên nîşangirtî di destên biyanî de
Temenê wan bi hezarên salan
Û hîna zikişkîne
Bi xakek ne xak
Û asîmanek ne asîman
Dostên mezin mane dijmin????!!!!!!!

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mizgîn Kenaan

Gelek caran di xebatên akademîk de yên ku li ser berhemên wêjeya klasîk tên amadekirin, navê Aleksandre Jaba derbas dibe. Bêguman kesên têkiliya wan bi wêjeya klasîk re heye, vî kesî baş nas dikin û zanin ku wî roleke giring di parastina ziman, çand, wêje û folklora Kurdî…

Mislim Şêx Hesen

 

Di dawiyên salên pênceyî yên sedsala bîstan de, yekem partiya siyasî ya Kurdî li Sûriyê hate damezrandin bi navê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê, di 14ê Hezîranê 1957an de, bi berpirsyariya Nûredîn Zaza, da ku mafên gelê Kurd li Sûriyê biparêze û dabîn bike.

Di wê pêvajoyê…

Di pêngavekî de ber bi yekgirtina helwêsta kurdî li hember astengiyên ewlehî û siyasî, îro Înê 1ê Gulanê 2026, şandek ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê serdana Nivîsîngeha Partiya Demokrata Kurdistanê li Düsseldorf kir ji bo nîşandana helwêsta xwe li hember êrîşa dronî ya ji aliyê milîsên Îraqî yên alîgirên supaya pasdarên rêjîma Îranê…

Helbest: Nadir Qazî

Tîpguhêzî: Cansoz Dabo

Du caran du dike çend?

Hemûyan bi hev re dinivîsî: Dike çar

Lê min di bîrkariyê de pileyên kêm

Dianîn û dihatime xwarê

Ew jî tenê ji ber ku li gor min wa bû,

Du caran du dike yek, ne…