Pêxember û Efrîn

Hesen Mihemed
Tê gotin ku pêxember Mihemed û hemrêyên xwe li ber çemekî rûniştibûn, ji dûr ve dîtin ku rêbiwarek tê, nêzîk çemê bû, cilên xwe ji xwe xistin, avdaz kir, nimêj kir, destê xwe bi jor de rakirin û li ber Xwedê geriya, paşê ji nuh ve cilên xwe li xwe kirin û xwe li çemê xist, lê avê ew da ber xwe û fetisand… Pir neçû dîtin ji heman alî û di heman rêyê de yekî din tê, gihîşte ber çem, bê rawestan û bê nimêj û lavij xwe li avê xist û derbasbû aliyê din.
Dostên Mihemed matmayî jê pirsîn: Ya resolellah!! Gelo çi hişmendî di vê rûdanê heye, rêbiwarê yekem tevî nimêj û lavij û bergerê binav bû û fetisî, rêbiwarê duwem ne nimêj û ne avdaz lê tişt pê nehat??
Pêxember li wan vegerand:
Rêbiwarê yekem, Xwedê tê bîrê tenê ku pêdiviyeke wî  hebe, lê rêbiwarê duwem herdem Xwedê di bîrê de ye.
Efrîna  min hersal û dem û gav tu di bîr û boçûnên min de ye, stiriyên di gewdeyê te de hemo di dilên min de ne, em bi navê te di çemê jiyanê re derbasdibin.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ezîz Xemcivîn

Baxê peyvan li ber te ye,
hilbijêre biskên hestan,
hilbijêre lavij û dastan,
hilbijêre çi demjimêr e,
besteya veşartina dilê xwe bidêre…
Li ber te ne,
stran û kaniya helbestan,
her guliyekî şevê bi bîrhatinên me dihûnin…
Hilbijêre hezkirinê li ser rûdêmên neynikî,
li ser zerdika gizingê,
girnijîna xwe bikole
û herdu destên xwe ji çivîka…

Rebhan Remedan
Piştî çend rojen kêm, 5ê Tebaxê/Augustê nêzîk dibe, ku salvegera destpêpêkirina Çepê Kurdî li Sûriyê ye. Rastiyek heye ku di dilê têkoşerên wê de cîhekî şoreşgerî yê taybet ji diyardeya çepgir re heye; çend ku Çepê Kurdî li Sûriyê di konferansa 5ê Tebaxê ya sala 1965an de ji bo Partiya Demokrata Kurd a Çep…

Fewaz EBDÊ

Rûto zû ji xew şiyar bû. Berî ku rok çavên xwe ber bi rojhilat ve veke. Berî ku rûyê xwe bi ava sar an a germ bişo, û berî ku li ber derî rûne û li çenteyê xwe yê piçûk li tiştekî bigere bîne bîra wî…

Bavê Zozanê

Du roj berê 26 .08.2026 kongirê yekem yê damezrandina Yekîtiya Nivîskarên Kurdistanê li Diyasporayê li bajarê Dûsseldorf a Alemanî bi navê Hejar Mûkiryanî di bin slogana -ber bi wêjeyeke Kurdistanî resen û hevçerx ve- hate lidarxistin.Û ez bi şanazî wek endam beşdar bûm.

Ev gaveke girîng e ji…