Komara Kurdistanê, têkşikandina faşizma Îranî

Elî Munezemî

Nirx û sembolên kurdan hertim ji aliyên dagîrkeran ve rastî êrîş, bêhurmetî û şikandinê tên. Jiber ku faşîzm merivan fanatîk perwerde dike û ew yeka jî nirxên merivanetiyê cem wan dikuje û her tiştek ku ya wan bi xwe nebe, ji aliyê wan ve dikeve ber êrîşê. Armanca wan ewa ye ku nehêlin çi nirx û sembolek li derveyî bazneya îdolojiya wan bimîne û eger ji destê wan jî neyê ku wan bi yekcarî li holê rakin, wan nirxan wisa gemarî bikin ku li ber çavê xelkê bê xistin.

Faşîstên Îranî derheq vê yekê serî li hemû faşîstên cîhanê
standine. Her li ber hevpariya îdolojîk di navbera Îraniyan û kesên wek
“Hîtler” û “Mûsûlînî” de bû ku di çaxê şerê cîhanî yê duhemîn de, “Riza
Xanê Pehlewî” piştgirî da bereya faşîzm-nazîsmê û vê yekê jî rê xweşkir
ku DYA, Brîtaniya ji aliyê başûr û Soviyet jî ji aliyê bakur ve bêne nav
xaliya welatê fermî yê Îrana wî demî.
Kurdan jî ku her li pêş
1514`ê ya Zayînî de heya wî demî û heta îro rojê jî hertim li benda
derfetê bûn ku bikarin axa xwe rizgar bikin û bi xwe bibin xwediyê
desthilatê li ser axa xwe.

Piştî şikesta çend caran ya şoreşên
Kurdan li dema paşatiya “Riza Xan” de, lê wan qet hêviya xwe winda
nekiribûn û bi nepenî her li cehd û têkoşînê de bûn bo ku hemû
astengiyên li ser rêya xwe hilbigrin û wê armanca xwe realize bikin. Wan
baş dizanî ku jiyan tevî faşîstan nikare çi xêrek bo wan hebe. Lewma
gava ku derfet kete destê wan, li mod û forma çalakiyên veşartî (nepenî)
ku li organîzasiyona bi navê “Komeleya Jiyanewe ya Kurdistan”ê de pêşve
dibirin, guhertin û li forma partiyek siyasî a nûjen, welathez,
demokrat û netewî de hatin meydanê. Ewan navê partiya xwe ya nû danîn:
“Partiya Demokrat a Kurdistan”ê û Pêşewa Qazî Mihemed jî wek rêberê
Partiyê hilbijartin. Ew Partiya zû ji aliyê Kurdan li hemû perçeyên
Kurdistanê hate piştgirîkirin. Ewan karî li demek kin de, li herêmek bi
rûberek piçûk de, desthilatdariyek netewî-nîştimanî ava bikin û hemû
nîşanê dagîrkeriya Îranê li holê rakin. Desthilatdariya kurdan li
sîstemek Komarî de xwe organize kir. Şêweya wê desthilatdariyê, heta îro
rojê jî li Rojhilata Navîn de dûbare nebûye. Bo selimandina wê gotinê,
em dikarin bas li çend argûment û belgeyên objektîv û bêaliyane bikin:

Komar
ne tenê ji aliyê xelkê bin desthilatdariya xwe de, belkî ji aliyê
pirraniya Kurdên Kurdistana mezin ve dihate piştgirîkirin û heta îro
rojê jî pirraniya Kurdan li ser dîroka wê Komarê yekdeng in û bi dîroka
giştî a Kurdan dihesibînin. Yanî ew hikûmet ji aliyê xelkê xwe ve
rewabûna wê hatibû pejirandin û desthilatdar, xwediyê otorîteyekê bûn ku
xelkê bi wan spartibû.
Kurdên hemû perçeyên Kurdistanê di bin sîbera wê desthilatê de, xwediyê maf, azadî û erkên wek hev bûn.
Wê desthilatê ne tenê mafê Kurdan, lê mafê kêm-netewe û xelkê neKurd jî her wek Kurdan diparast.
Ew
hikûmeta xizmetkarê gelê xwe bû û li ew îmkanat û tiştên ber destê xwe
de, bo xizmet bi çand, xweşbijêvî, saxlemî û parastina gelê xwe mifah
werdigirt û xwe xizmetkarê gelê xwe dizanî.
Komara Kurdistanê cehd
dikir ku neteweheziyê li ser bingeha nîştimanperweriyê pêş bêxe û ew
hizra demokratîk jî berevajî hizra dagîrkeran û faşîstan e.
Komara
kurdistanê karî rola jin û lawan di pêşveçûna welat de bilind bike û bi
çêkirina rêkxistinên taybet bi wan, wan jî bikşîne meydana çalakiyên
siyasî ku bikarin li xemilandina çarenivîsa xwe û welat de rola xwe
bilîzin.
Komara Kudistanê bê bikaranîna hêza fîzîkî û givaş û
zextkirin li xelkê xwe, li alavên bêtundûtîjî bo netewesaziyê mifah
wergirt û bo hikûmetsaziyê jî, hember dagîrkeran de nebe, hêza çekdar
bikar neanî.
Li hemûyan girîngtir wefadarî û xwedîderketina rêberên
Komarê û bixasma Serkomar Pêşwa Qazî Mihemed, li soza xwe û ew ehd û
peymana tevî xelkê xwe girêdayî û bi cî nehêlana xelkê xwe li dema
tengaviyê de bo hindê dibe ku li dîroka merivahiyê de were qeydkirin û
wek dersa exlaq bo hemû rêberan re bê gotin.

Meriv dikare zaf
xalên erênî yên din jî li ser Komara Kurdistanê û rêberê wê bêje. Her ew
karakter û nirxên wiha bûne sedem ku dagîrkerên Kurdistanê bi proje û
bi rêka mohre û bikirêgirtiyên xwe ve hemû bo şkandina kesayetiya takên
Kurd, rêber û sembolên me hertim pilangêriya bikin. Her ew giranî,
rastbûn û mafdarbûna rêberên Komarê bû ku hêz û potansiyela xwe wisa di
nava hizr û dilê Kurdan de hêla ku heta îro rojê jî gelê kurd wefadar
maye bi armancê Komara Kurdistanê û têdikoşin wê carê Komarekê ava bikin
ku hemû rûberê Kurdistana mezin ji xwe bigre. Yê ew roj jî were.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Salih Cefer



Qedexebûna zimanê kurdî bi salên dirêj bû sedema paşketina hemû cûreyên wêjeya kurdî û bi taybetî jî ya zaravayê kurmancî.
Tevî ku di van salên dawî de li gelek alîyên Kurdistnê rewşa wêjeya kurdî (kurmancî) bi pêşve çûye jî, lê hîn pêwîstîya bi pêşveçûnên bêtir heye.
Kanîyên pêveçûnê pirin, yek ji wan…

Ebdûlazîz Qasim

 

Ji demê hatina Ehmed El-Şerih li ser desthilata Sûriyê, piştî hilweşîna rejîma Esed di 8ê çileya sala borî de û heta îro, bi carekî rewş û rastiya Sûriyê ya civakî, cugrafî, siyasî, etnîkî û olî tê paşguh xistin, bi taybetî hebûna gelê Kurd bi carekî tê paşguh xistin, her bigire…

Amadekirin û kurmacîkirina tekstên stiranan: Ednan Bedreddin

 

Mezher Xaliqî yek ji navdartirîn hunermendn kurd ên sedsala bîstan e. Ew di sala 1938 an de weke zarokê malbateka kurd a oldar li Sune (Sanandaj) hatiye jiyanê. Behremndiya Xaliqî di warên goranîgotin û werzişê de ji salên dibistana seretayî ve derketine pêş. Her di…

Ebdûlazîz Qasim

Di dîroka navçeyê de, hîç erdnîgariyek bi navê Tirkiyê nîne, û deweta Tirkiya li ser sextkariya dîrokê û talankirin, qirkirina Kurd, Ermen û Yonaniyan û herwiha li ser dagîrkirina beşeke mezin ji xaka kurdistan, Yonanîstan, Qubirstan û Ermenistanê hatiye avakirin.

Projeyên Tirkan her ji destpêka xwe ve û heta…