Nivîskar Pêşmergeyên Bajaran e û Hin kul û Xem

Konê Reş

-1-
Ezbenî! Roja îro, çi kesê ku bi kurdî binivîsîne mêr e.. Erê, ez kesên ku bi kurdî dinivîsînin mîna pêşmergeyên bajaran dibînim.. Eger dîroka berxwedana me a man û nemanê bi pêşmergeyên serê çiyayan hatibe naskirin, îro hewcedariya me bi pêşmergeyên bajaran heye.. Ewên ku zimanê me diparêzin; bi zimanê me dixwînin, bi zimanê me his û hasten xwe dertînin û dibêjin; Kurd im, aştîxwaz im, welatê min Kurdistan e.
  Sebaretî min; Her ku ez mijareke nû dinivîsim, baş li dor wê mijarê dixwînim, dixepêrim û bi şev û roj di bîra min de ye, têde diponijim ta ku di mejiyê min de dimeyê û ji nû ve dest bi nivîsandinê dikim.. Piştî ku dinivîsînim, dû-sê caran lêvedigerim; ditiktikînim, rast dikim, tiştên zêde jê davêjim, yên kêm lê zêde dikim, ta ku di baweriya min de tekûz dibe..
Belê ezbenî! Ta ku ez nivîsekê bi fikir û xeyala xwe, ji encamê zanîn û serboriya xwe -ku sûdeya gelê min û mirovahiyê têde hebe- dinivîsînim, sed dijwariyî dibînim. Ew nivîs li cem min, mîna dotina sewala bi şîr e. Eger sewal têr çêre be, wê şîrê wê pir e. Eger kêm çêre be, wê şîr wê kêm e.. Mebesta min ji vê gotinê, ne her nivîsandin cîgirtî ye û sûdeye wê ji civakê re heye..! Berî her tiştî, pêwîste hefsarê ziman di destê mirovê nivîskar de be û ji tûrikê kul û êş, kêf û şahiya xwe û gelê xwe xeber bide.. Dervî vê yekê, nivîsên wî mîna berfa pûk in.. bê sûde ne.. Ji ber ku nivîsandin ne henek û tinaz in, ne yariyeke ku mirov sebra xwe pê bîne û çax û deme xwe pê re derbas bike. Nivîsandin berpirsyarî ye.. Nivîsandin name ye.. Nivîsandin ji îro û sibe re ye, nexasim ku nivîsandin li dor veşartokên min û xelkên welatê be. Belê her kêmayî têde dimîne, ji ber ku tiştekî tekûz nîne. Mane, bav û kalên me gotine: “Goşt bê hestî nîne”.
Ezbenî! Zargotina me li hezarê salan vedigere.. Bi saya wê, zimanê me, dîroka me û kesayetiya me wek kurd hatiye parastin.. Tiştê ku roja îro jê maye bi kalemêr û pîrejinan re ye. Piraniya wan jî li ser rêka oxirê ne; roj bi roj ji nav me kêm dibin.. Di vê derbarê de gotina nivîskarê Berazîlî (Jorge Amado: 1912-2001), tê bîra min: “Her ku kalemêrekî me dimire, pirtûkxaneyeke me pê re tê şewitandin..”.
-2-
Ezbenî! Ji dema ku çemê Ceqceq miçiqî ye, zeviyan xatir ji me xwestine û di kolanên Qamişlo re derketine.. Ji wê demê ve ewa koçer sermê û germê li xwe dike, dêmên dayikan li ber rivîna agirê tenûrê diqemirin.. Erê ji wê hingê ve ezbenî, sozên me li darin.. Belê ezbenî em herdû- ez û dem- li ber hev in û di kevinbûnê de perrixîn e. Em ji wan dîwarên ku di biçûkaniyê de, me xêzik li ser wan çêdikir, pîrtir bûne.. Gelo ew zarokbûn winda bûye û êdî, em nema bi ser vedibin? Çendî dixwazim nêçîra zaroktiyeke din bikim.. Gelo tu jî wek min î? Te divê ku tu nêçîra zaroktiyeke din bikî, careke din di Beriya Mêrdînê de bibezî, ji nav toz û ecacoka gundên pir belav, derkevî û berê xwe bidî Qamişlo..?!
Mane Çemê Ceqceq miçiqî ye, nema Serxetî û Binxetî bi ava wê têr vedixwin.. Qamişlo xerîb bûye û em bûne xerîb..!! Gelo em xwe bidin ber pala kîjan çiyayî.. kîjan zinarî? Kîjan bajar dikare me biparêz e? Em destên xwe ji kê re dirêj û bilind bikin?
Erê, em ji kevinbûnê rizya ne; bêtir ji simbilên genimê Beriya Mêrdînê.. bêtir ji mewîjên rezê Omeriyan.. bêtir ji hejîrên Çiyayê Şingalê.. bêtir ji çîrokên dara Çinarê.. Tevî ku, em bûne wek biyaniyan, payîz jî her roj, her kêlîk ji me qut nabe; bi me re dikulkule û pelên darên xwe yên zer û hişk bi ser kul, xem û xeyalên me de dadiweşîne..
Lê her Qamişlo ji me re; dergehê derbasbûna dinyayê ye.. dergehê derbasbûna heyamê jîn û evînê ye.. Buhişta Xwedê ye.. gulîstana li ser xaka Beriya Mêrdînê neqişandî ye..! Peristgeha me û evîndarên mirovahiyê ye! Belê ezbenî, bi îzna Seydayê Cegerxwîn be: “Ku em nebin yek, em ê herin yek bi yek”.

Qamişlo, 28.11.2020

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mizgîn Kenaan

Gelek caran di xebatên akademîk de yên ku li ser berhemên wêjeya klasîk tên amadekirin, navê Aleksandre Jaba derbas dibe. Bêguman kesên têkiliya wan bi wêjeya klasîk re heye, vî kesî baş nas dikin û zanin ku wî roleke giring di parastina ziman, çand, wêje û folklora Kurdî…

Mislim Şêx Hesen

 

Di dawiyên salên pênceyî yên sedsala bîstan de, yekem partiya siyasî ya Kurdî li Sûriyê hate damezrandin bi navê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê, di 14ê Hezîranê 1957an de, bi berpirsyariya Nûredîn Zaza, da ku mafên gelê Kurd li Sûriyê biparêze û dabîn bike.

Di wê pêvajoyê…

Di pêngavekî de ber bi yekgirtina helwêsta kurdî li hember astengiyên ewlehî û siyasî, îro Înê 1ê Gulanê 2026, şandek ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê serdana Nivîsîngeha Partiya Demokrata Kurdistanê li Düsseldorf kir ji bo nîşandana helwêsta xwe li hember êrîşa dronî ya ji aliyê milîsên Îraqî yên alîgirên supaya pasdarên rêjîma Îranê…

Helbest: Nadir Qazî

Tîpguhêzî: Cansoz Dabo

Du caran du dike çend?

Hemûyan bi hev re dinivîsî: Dike çar

Lê min di bîrkariyê de pileyên kêm

Dianîn û dihatime xwarê

Ew jî tenê ji ber ku li gor min wa bû,

Du caran du dike yek, ne…