Govareke Rewşenbîrî nû bi zimanê kurdî bi navê (HELEZ), derket

 Wêje û zimanê kurdî hate xemlandin bi weşandina govareke folklorî û rewşenbîrî dibin navê geyakî navdar li Kurdistanê, ku pir di warê civakî de bikartê, gava dibêjin: Helez buhirî, lê jibo zimanê kurdî, hê Helez nebuhiriye!!
Govara HELEZ, govareke serbixwe ye, hejmara yekemîn derket di sere havîna vê salê de 2007
ku dibe pêncîsaliya damezrandina partiya yekemîn li rojavayê Kurdistanê, loma qapê govarê xemilî bi helbest û wêneya serokê partiyê Dr. Nûredîn Zaza.
Gelek nivîskar û zimanevanên kurdî navdar div ê hejmarê de nivîsandine: weke zimanvanê zanist Berzo Mehmûd, xwediyê ( rênivîsa peyva kurdî). Lêkolîner Xalis Misewer û lêkolînek rexneyî li ser xwenasînê di helbesta kurdî ya nûjen de.
Gotareke rexneyî ya Dr. Zara Brahîm li ser romana Helîm Yûsiv (Tirsa bê diran) bi nave: dinanê tirsê ya tirsa bê diran, ji bilî wan, hin çîrokên kin û kenok yê nivîskar Zinar Mistefa.
Gotareke nivîskar Eliyê Cizîrî ( baneke û du bane ), nivîskar Mehfûz Silêman û gotareke rexneyî û pêşneyarî ( bihêlin em bi newrozê şabin), gotareke bijîşkî ya Dr.W.Hacî ( taya Tîfî ), helbestên Emerê Xerzan bi danîna Xelîl Sasonî, helbesteke Dr. N .Zaza ( şerê azadî) li ser qapê dawiyê, û her weha hin çîrok, helbest û kelepur jî têde heye, hêjaye ku bêne xwendin û ku bidilê xwendevanên mey hêja bin.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mihemed Ebdê

Ehmed im..

Şervan im, pêşmergeyê xaka xwe me

Pakrewan im canfidayê rojava me

Ji başûr im, li Qamişlo roja şer de, ez heme

Qurbana xakê bim ji mirinê re ez amede me

Kurd im, ji Kerkûkê îro hawar û berxwedan e

Berê Barzanî gotiye:…

Mihemed Ebdê

Kê gotiye dil ji evînê tenê re dijene?

Payebûn ji kesên mezin tenê re ye!

Kê gotiye ku nav û dengê serkirde, û serokan tenê di dîrokê de tê nivîsandin?

Kê gotiye…

Berxwedan ji şervan û pêşmergeyan di qadên şer de tenê bi çekan tê xuyakirin..

<p...

Fewaz Ebdê

Xa xa xal xal xaltîka Ca ca ca canê, ma La la lalala lalo li mal e?
Ê ne mala minê tu Bilbil î!!!

Pêkenokeke gelêrî Kurdî ye

Bi navê Lalo hatibû naskirin, ev navê ku ji biçûkanî ve xwe lê girt û pêve zeliqî. Destpêkê zarokan…

Alan Hemo

Ew ne kezî ye hovoo
Şîşek e ew ji sorçirûska çavê jinxasan

Gurzek e ew ji simbêlê mêrxasan

Li siya pozê lehengan şîn hatiye

Bi tiliyên bavekî qehreman hatiye hûnandin

Û bi tilîliyên dayikeke dilsoz li meydanê bi cî bûye

Ew ne kezî ye hovoo

<p style="text-align:...