Daxuyanî: Bîrûya pêwendiyên giştî Şepêla pêşeroj a kurdî li Sûriyê

Bîrûya pêwendiyên giştî civîna xwe ya normal li darxist û li ser bûyerên herêmê rawestiya, nemaze ku diyarbûneke reş di encaman de heye, ji ber tevheviya doseyan û her yek leystikvanên wê yên herêmî û navnetewî pirin.
Doseya newewî îranî û çareserkirina wî, hatiye girêdan bi Xezê û Iraq û Libnan û Sûriyê û adeyên Imaratî, wisa jî doseya libnanî yê ku di hûndirê xwe de gelek doseyan vedhewîne û heke doseyên herêmê lihev badayî ne û çareserkirinek bingehî ji wan re gereke, ji xwe rewşa hûndir ya Sûriyê xizanî û birçîbûn têde diyarin û nexweşî û tergezên civakî jî li ber cavanin, tev ku rijîma parastinî şelûpêla bi rikbûn ji civaka Sûrî re dike, çi ji layê geşpêdan û keysên kar û çi ji layê azadî û zordariya berdewam û rizwabûna civakî bi tevayî û wargehên kirziyê di navbera binkokên civakê de di çîne, ku tevna civakê bêtir ji hev bixe, tev ku berê civak jihevketî û xerabiye.
Vê yeka ku diyare di rikbûna mejiyê nijadperest de, ku temamkirina projeya cihgirtinê di herêmên kurdî dike û ew jî dûmahiyeke ji projeya kembera erebî yê sala 1974an rijîm dest pêkir bû, li ser dirêjahiya sînorên parêzgeha Hisiça bi dewleta Tirkî re, ango ji bo dabeşkirina kurdan di parçên kurdistanê de bike.
Di derbarê vê rewşê de, berhingariya vê projeyê û xistina wî, kardariyeke netewî ye, lewma jî amûrên lihevhatî dixwaze û wisa ji komîta sazînkirinê tête xwestin ku hemû pijartiyên xebatê berçav bike, nemaze di derbarê rikbûna rijîmê li ser berdewamiya rêbaza xweseriyê û lêkeriya mişixtkirinê yê ku hasten kînê û cûdahiyê zêdetir dike, bê ku mejiyê nijadperest têbighêje ancam çiye û bandore wî li ser rewşa Sûrî bi giştî çiye..
Ji xwe karê ku cîgirê berpirsê werzên Hisiça de, di raporta xwe ya ku ji şahyariya petrolê re hildabû ku tê de kurdan tawanbar kiribû ku bi zimanê kurdî di axifin û diziyên ku di sazûmanê de dibin vedşêrin, lewma pşniyar kiribû ku karmendan ji dervê parêzgehê bênin û kurd tu car nekin karmend, ji xwe ev rapor kina nijadperestiyê diyar dike û ew bi xwe xalek biçûke di derya kîn û nijadperestiya ku partiya Ba””””as kiriye çand û reftar di civakê de.
Wisa civak li ser danûstandinên damezirandina encûmaneke netewî ( çavkanî) li ser bikoka peydakirina gotebêj û helwesteke kurdî yekane rawestiya û di derbarê vê yekê de nameyeke hate hinarti ji herdû partiyên hevbend, Yekîtî û Azadî  ku xalên cûdabûna me têde bi nivîsandin hatin tomarkirin, yên li ser bawernameya sêyasî ji layekî û paldera netewî yê ku hişt em çarçoveke netewî bipijirînin ku hebûna netewê biçesipîne weke gelek li ser xaka xwe a dîrokî dijî û hevpariyek rast û tekûz bi hemû binkokên civaka sûrî re dixwaze.
Em di şepêla pêşeroja kurdî xebat ji bo dimoqrasiyê û bidawî kirina talkirtina partiya Ba””””as ji civak û seriyan û kelîjê re bînin, wisa jî danasîna bi hebûna gelê kurd û nasnameya netewî jê re, helbet ev xebata me li ser giranbûhayên serhildana avdarê paldide, lewma jî ji bo parastina xebata komîta sazînirinê û yekêtiya helwesta kurdî weke armanc û amûr, me dît ku avabûna çavkaniyeke kurdî armanceke em jê re amadene û dixebitin û her wisa jî nerînên me yên sêyasî û cuda dimînin taybetiyek şepêlê, lê em nakin kelem di ber damezirandina encûmaneke netewî.

12-7-2007

Bîrûya pêwendiyên giştî

Şepêla pêşeroj a kurdî li Sûriyê

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

SEÎD YÛSIF

sala1977ê de min li zanîngeha Şamê di beşê Felsefê de xwe tomar kir di wan salên xwendinê de min Ehmedê Huseynî naskir

Di wê demê de kampên zankoyê yên leşkerî hebûn em jî weke şagirtên zanîngehê bi wan neçar bûn

Xweş tê bîra min ku ez û Ehmed…

Ji encama ​êrîşeke dronî ya rêjîma Îranê li ser kampên sivîl yên penaberên Rojhelatê Kurdistanê li bajarê Silêmaniyê, pêşmergeyek bi navê Xezal Mewlan ya 19 salî bi giranî birîndar bû, tevî ragihandina agirbestê di navbera Amerîka û Israelê de ji aliyekî û rêjîma Îranê de ji aliyekî dîtir ve.

Lê bi mixabinî…

EBDILBAQȊ ELȊ

 

Bi dehȇn salan e, ku kurdȇn li Sȗriya di bin rejîmên li pey hev de, nemaze rejîma Bees, rastî kampanyayȇn şer ȗ zordestiya sîstematîk hatine ku ji înkarkirin û dûrxistinê bigire heta șerȇ siyasî ȗ aborî, jilewra damezrandina yekemîn partiya siyasî ya kurdî li Sûriyê di sala 1957’an de, bȗ…

Hişyarê Emerê Le,ilê

Buhiştî tu ji bo dilê min jînî
Nêrgiz û sînem û gul û beybûnî

Çi bêjim ez nikarim pesnê te de
Tu elendî ronî û hem mizgînî

Hemî zarav li hemberî te lalin
Tu tacî ser serê min hem evînî

Ji çavê te gelek nama dixwînim
Tu peyama evînêyî tu…