Vê yeka ku diyare di rikbûna mejiyê nijadperest de, ku temamkirina projeya cihgirtinê di herêmên kurdî dike û ew jî dûmahiyeke ji projeya kembera erebî yê sala 1974an rijîm dest pêkir bû, li ser dirêjahiya sînorên parêzgeha Hisiça bi dewleta Tirkî re, ango ji bo dabeşkirina kurdan di parçên kurdistanê de bike.
Di derbarê vê rewşê de, berhingariya vê projeyê û xistina wî, kardariyeke netewî ye, lewma jî amûrên lihevhatî dixwaze û wisa ji komîta sazînkirinê tête xwestin ku hemû pijartiyên xebatê berçav bike, nemaze di derbarê rikbûna rijîmê li ser berdewamiya rêbaza xweseriyê û lêkeriya mişixtkirinê yê ku hasten kînê û cûdahiyê zêdetir dike, bê ku mejiyê nijadperest têbighêje ancam çiye û bandore wî li ser rewşa Sûrî bi giştî çiye..
Ji xwe karê ku cîgirê berpirsê werzên Hisiça de, di raporta xwe ya ku ji şahyariya petrolê re hildabû ku tê de kurdan tawanbar kiribû ku bi zimanê kurdî di axifin û diziyên ku di sazûmanê de dibin vedşêrin, lewma pşniyar kiribû ku karmendan ji dervê parêzgehê bênin û kurd tu car nekin karmend, ji xwe ev rapor kina nijadperestiyê diyar dike û ew bi xwe xalek biçûke di derya kîn û nijadperestiya ku partiya Ba””””as kiriye çand û reftar di civakê de.
Wisa civak li ser danûstandinên damezirandina encûmaneke netewî ( çavkanî) li ser bikoka peydakirina gotebêj û helwesteke kurdî yekane rawestiya û di derbarê vê yekê de nameyeke hate hinarti ji herdû partiyên hevbend, Yekîtî û Azadî ku xalên cûdabûna me têde bi nivîsandin hatin tomarkirin, yên li ser bawernameya sêyasî ji layekî û paldera netewî yê ku hişt em çarçoveke netewî bipijirînin ku hebûna netewê biçesipîne weke gelek li ser xaka xwe a dîrokî dijî û hevpariyek rast û tekûz bi hemû binkokên civaka sûrî re dixwaze.
Em di şepêla pêşeroja kurdî xebat ji bo dimoqrasiyê û bidawî kirina talkirtina partiya Ba””””as ji civak û seriyan û kelîjê re bînin, wisa jî danasîna bi hebûna gelê kurd û nasnameya netewî jê re, helbet ev xebata me li ser giranbûhayên serhildana avdarê paldide, lewma jî ji bo parastina xebata komîta sazînirinê û yekêtiya helwesta kurdî weke armanc û amûr, me dît ku avabûna çavkaniyeke kurdî armanceke em jê re amadene û dixebitin û her wisa jî nerînên me yên sêyasî û cuda dimînin taybetiyek şepêlê, lê em nakin kelem di ber damezirandina encûmaneke netewî.

Şîrove (0)