Berzo MehmûdGiftûgo, yan em bêjin danûstandin bi şêweyekî şaristanî navbera mirovan de karekî pir baş e, her ev jî eger navbera rewşenbîr û nivîseran çê bibe, ne tenê baştir e, lê pêwîst e, nemaze jibo danûstandina boçûn û bîr û rayan di mijar û babetên bigirêk de.
Em vê yekê dibêjin ne ku serbestiya derbirrîna raman û baweriyan pabend bibê û bikevê nav kot û zincîran de, na, ez ne vê dibêjim, lê belê ya pêwîst ew e em çilo bîr û raya xwe ji hev re bêjin, em çilo boçûnên xwe di helbestekê de yan di mijareke wêjeyî yan zimanî, yan siyasî, yan çi tiştekî dîtir de, bigihênin hev. Ev çiloya han dihêlê ku em dilê xwe ji hev re vekin, û hevdû ne-êşênin, û tenê bîr û raya nivîseran di meydanê de bilind bibê. Di vê têvejoyê de dixwazim bersiva Dr Mecîd Şêxo li rayeke min bidim xuyanîkirin, ku ev bersiv dibe wek gulbijêr ji vî nifşê bersivan ku dihêlê mirov bide pey, û li ber têkista wî mirov hînî awayê baş di nivîsîna bersivan de. Bêgoman, Dr. Mecîd Şêxo, wek ez wî nas dikim, hevalekî birêz û birûmet e, wilo jî gotara wî derheqa dîtineke min bi şêweyekî rêzdarane hatiye nivîsîn, ji ber vê yekê ez sipasiya wî dikim û ewê her û her di dilê me de bimênê.
Derheqa gotara wî, çend têbînî bala min kişandin, lewre min xwest ez wan têbîniya berçav bikim ew jî ev in:
1. Bo min cara pêşî ye ku ez pêrgî gotareke rexnesazane bi awakî bilind ji giyanê biratiyê, dûr ji zikreşî yan zixtiklêdanê, dûr ji mebestên siyasî, dûr ji nexweşîyên derûnî û takekesane ku, mixabin, bi gelek nivîserên me re hene, nemaze gotarên hevnizimkirinê di malperên internêtê de belav dibin. Ji ber wilo jî ez vê gotarê wek baştirîn nimûne di rêbaza guftûgoyê de dibînim ku em bikarin li ser vî şêweyî xwe hînî guftgoyê bikin û dîtinên xwe ji hev re bêjin.

Şîrove (0)