HELBESTÊN SASÛNÎ DI KOÇIKA QAMIŞLO DE

Di êvara 29 / 9/2007ê de koçika qamişloya çandeyî şevbêrka xwe ya mihane bi mêvandariya mamoste yê parêzer helbestvanê kurd xelîl sasûnî re bûrand .
Bi amadebûna hin helbestvan û nivîskaran û  gurûpek ji keç û xortên xwendevan Şevbêrkê dest pê kir bi gotina xêrhatin û danasînê bi mamosteyê helbestvan ji alî mamoste rif`et endamê koçikê tevî kêfxweşiyê bi amade bûyan , û di peyde mamoste xelîl sasûnî dest bi xwendina çend helbestên xwe yên bijartî û corecor  kir( netewî  siyasî civakî û evînî û wergerandî) .
Ûpaş xwendinê dergihê gotû bêjeke ber fereh vebû û li ser gelek xalan rawestihan  ji wana :
 1=Cudabûna di navbera helbesta nûjen û ya azad û kilasîk de.

2= giramatika kurdî di helbestê de .

3= rikberiya di navbera rêzbendê û belavde .

ûhin pirsên dîtir yên taybet girêday bi mamoste xelîl ve mîna :

1 = çima ta îro tu berhemên wî çapkirî nînin .

2= kengî helbest êrîşî hizrên wî dikin .

3= kîjan ji helbestên wî mezintirîn bandorli wî heye.

 Bersiva van pirsan bi geşî û berferehî hate dan ji bal mamoste xelîl ve û li dawiya êvarê sê şîretên taybet arasteyî nifşên bê kirin  ew jî :

1= miqtebûn  li foliklor ê gelêrî ê  resen û parastina wî .

2= toreya kevnareyan û bi taybetî cegerxwîn û ciîrî  , ji ber ku em suxteyên cegerxwînin û   cegerxwîn suxteyekî melayê cizîriye  .

3= ya herî giring ser xweve neçin ji ber ku serxweve çûn derdekî kujeke û lezê liçapkirina   berheman nekin ji ber berhemên we nûnerê şaristaniya milletê wene li nav kesên biyanî.

Û şev bi dawî hat bi kêfxweşiya amade bûyan û ta şeveke dîtir vexwendî nûyên koçika qamişlo bin .

   Koçika qamişloya çandeyî 29/9/2007     
 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Tengezar Marînî

Ez bi tenê rawestiyame,

Çemek ji ramanan,

Wêneyên ji sîberê di nav tevnê de,

Vedeng bêhingivtin.

Deng bi çirpekî xwe dişêlînin,

Henaseyek ji nostaljiyê,

Ronahîyek dişkê,

Xeyalên hilweşiyayî.

Bazin dizivirin,

lîstika demê,

dilopek dibare,

deng belav dibin.

Ta…

بێوارحسێن زێباری، هه‌ولێر

ئه‌گه‌ر ئه‌م ل سه‌ر ناسنامه‌ و گه‌لێ كورد ڕاوه‌ستین، دێ ئێكسه‌ر هزر و بیرێن مه‌ دێ بۆ وان شۆڕه‌ش و سه‌رهه‌ڵدانێن گه‌لێ كورد چن ئه‌وێن وان ئه‌نجام دایێ د قویناغێن جۆدا جۆدا دا بووینه‌ مایه‌ی ده‌ستكه‌فتن و ئه‌گه‌رێن هندێ كو كورد ببن خودان بڕیار و ده‌ستكه‌فێن زێده‌تر و…

Tengezar Marînî
Mirov hene, dema tûşî nexweşiyekê dibin,
pir kes û mirov bi wan diêşin, sedem jî ev in: an di nav civakê û di qada pê ve mijûl bi xeml û rewş dikin, an jî xwedan temen hindik û pichûk in û mirov dua dike, ku xwedê wan bi selamet bike. Mizgîn xweda evan herdû xesletan…

Konê Reş

Dr. Ehmed Nafiz Beg, yek bû ji wan têkoşer û welatparêzên kurd yên ku navê wan tucarî nayê jibîrkirin, bi taybetî di nav kurdên Cizîrê de. Ji ber ku ew ji yên pêşîn bû di warê dermankirina xelkê Cizîrê de.

Ew kurê welatparêzê kurd (Yusif Begê…