Çend gotin li ser «eniya rizgariya niştimanî »

Dr.Ebdilmecî Şêxo

Cerkî ku Dr.Beşar Elesed ji sala 2000 î de serdariya Sûriyê dike, pir dezgeh, rêxistin û eniyên rikberî li dijî rêcîma Sûriyê li hundir Sûriyê û li dervayî Sûriyê ava bûne.Wek nimûne ji yên hundir Sûriyê “Ragîhandina Şamê” bi hevparbûna  beşekî mezin ji tevgera kurdî li Rojavayê Kurdistanê di 16.10.2005 an de hatiye damezrandin, tevî me gelek kêmkasî di daxûyaniyên wan de dermafê gelê Kurd de dîtin, lê dîsan me “Ragîhandina Şamê”  bi gaveke erênî nirxand.
Lê vê carê eniyek din bi navê “Eniya rizgariya niştimanî” li dervayî welêt bi seroketiya cihgirê serokê Sûriyê yê reviyayî, Ebdil Helîm Xedam bi alîkariya çavdêrê giştî ya “Civata mislimanên bira” Elî Sedir Elbeyanonî û bi  beşdarbûna siyasetmedarê Kurd Selah Bedireldîn di 17 avdarê, sala 2006 an de li Biroksilê paytexta Belçîka hati bû ragîhandin û vê” Eniyê” kongira xwe ya damezrandinê di rojên 4-5 .06.sala 2006 an li Londinê lidarxisti bû.
Dîsan vê( Eniya Xedam ) kongira xwe ya duhem di rojên 16-17.09 sala 2007 an de li Berlînê girêdan..
Di sereta de em dixwazin bêjin ku avakirinên  “eniyên rikberî “ji bo pêkanîna dêmokratiyê li her welatekî rewa ne û ewanan pêwîst in li ser binaxeke giştî û li hevkirî werin avakirin. Lê pirsa herî mezin ew e ku kî bi kê re  “eniyan”  çê dike?, û evan “Eniyan” çi careserkinên nû ji pirsgirêkên kevin re li welêt di piroje û rêbazên xwe yên siyasî de pêşkêşî gelên xwe dikin ?
Ev herdu siyasetmedaran, Ebdil Helîm Xedam û Elî Sedir Elbeyanonî damezrênerên “eniya rizgariya niştimanî ” yên  sereke ne. Her kesek ji me zane ku Ebdil Helîm Xedam hîn hevalê serokê Sûriyê yê berê Hafiz Elesed bû, para wî di destladariya Sûriyê de pir mezin bû, ango ewî tu cariî nizanî bû ku  dêmokratî û serbestî çi ne ? ewî bi dehên salan di rêvebiriya partiya “Bes” de ya ku bi riçperestî û şovînîstiya xwe ta niha di dîroka tevgera siyasî de nasdar e, xebitî ye.
Piştî ku H.Elesed mir, diyar bû ku serokê nû Dr.B.Elesed û bi layingirên xwe ve tu giringî nedidan E.H.Xedam û hêdî, hêdî destên wî di rêvebiriya dewleta Sûriyê de kurt bûn, nirînên E.H.Xedam yên cuda tu carî ji civaka siyasî re ne bi dizî û ne jî eşkere ne hatibûn diyarkirin. Di rastiyê de, ew di biryarên dewleta “Bes” de  herdem bi çalakî beşdar bû.
Piştî ew bê hêvî dimîne, ew direve Ewropa, vêca li vir  xwe mîna rikberê dewleta Sûriyê dide xûyakirin, bê guman jî, li gorî texmînan perên wî bi Bilyonan di Benkên ewropî de henin….Bi kurtegotinekê E.H.Xedam di vê “eniya rizgariya niştimanî ” de nûnertiya şepêla erebperestên nijadperest dike û weke me gotiye, ew bi ser vê de jî hîn xawên dîokeke tarî ye .  
Elî Sedir Elbeyanonî mosliman, erebperest û riçperest e, partiya wî jî mîna partiyên din olperest û erebperest ta niha naxwaze bi gelê Kurd û bi welatê Kurdan yê di nav çar dewletan de hatiye parvekirin, nas bike.
Lê di vê dema dawiyê de li gor heyama siyasî ya nû, ev herdu şepêl û li gor hin berjewendiyên hevbeş têkeliyên xurt bi hev re ava kirin, bi ser vê de jî ewanan dixwastin bi tevgera kurdî li Kurdistana Rojava û li dervayî welêt  bikin û hîn jî bi awayên xwe yên taybetî berxwe didin, lê di encama bizava van herdu şepêlan de, siyasetmedarê Kurd, Selah Bedir Dîn jî mîna kesayetiyeke serbixwe dibe hevalê van heru şepêlan.
Zayina “eniya rizgariya niştimanî ” bi serpereştiya van her sê navên jorîn ji ber  van sedemên jêrîn dengvedanek, ne cihê pesnê di nav hêzên dêmokrat û gelê Kurd de çê kir.
!-Dîroka kesayetiya Ebdil Helîm Xedam û ramanên wî yên besperest.
2-Helwesta neyênî ya “civata mislimanên bira ” li hember mafên gelê Kurd yên rewa.
3-Selah Bedir Dîn mîna kesayetiyeke serbixwe nikane bibe dengê gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê.
4-Ne beşdarbûna partiyên kurdî yên sereke di hundir vê “eniyê “de .
5-Ne beşdarbûna hêzên erebî dêmokratîxwaz.ji Sûriyê.
Li gor ku em belge û daxûyniyên vê “eniyê” dişopînin, ta niha em gihane van encamên jêrîn.
“eniya rizgariya niştimanî”bersiva vê pirsa xwe,” projeya niştimanî ya guhertinê çî ye? ” bi vî awahî dide; armanca niştimanî ya guhertinê avakirina Sûriyê mîna dewleteke şaristanî û nûjen e, ew dixwaze bi aştiyane desthilatê bi dest xwe ve hûne, û ewê (pirojeya guhertinê…) dê hemwelatiyê bike bingeh ji bo maf û erkan….”
Bê guman her kesek dêmokratîxwaz û mirovperwer dixwaze hemû dewletên  cîhanê bibin dewletên bajarvanî û nûjen, armanca me jî ew e ku Sûriyê bibe  komareke nûjen, rêzê li yasa û destorên navnetewî bigre, lê pirsgirêka herî mezin ew e ku gelek partî, rêxistin, dewlet li cîhanê henin ku her yek ji wan fîstana dêmokratiyê û nûjeniyê li gorî bejna xwe dibire û wê li xwe dike, wek nimûne, pir caran hevalên Ebdil Helîm Xedam, mîna serokê Sûriyê yê berê û yê niha jî, nirîna jorîn ji raya giştî re çespandine. Dêmokratîxwazên resen û nameze nûnerên tevgera kurdî li Rojavayê Kurdistanê bi çavên zor pêgumankirî li pêşeroja fîstana dêmokratiya E.H.Xedam û Elî Sedir Elbiyanonî temaşe dikin.
Ji ber ku ev herdu şepêlên jorîn pir mixabin weke pir hêzên erebperestên şovînî nikanin Kurdên Kurdistana Sûriyê mîna mileteke serbixwe û xudan erdeke dêrînî bipejrînin û hîn nûh û li gor dêmokratiya xwe dixwazin gelê Kurd weke kêmnetewekê li Sûriyê  bibînin…, vêca em nizanin avakirina Sûriyeke nûjen û şaristanî li ku derê ma? Ma gelo şaristanî, gelan dipêşêve ? lê dîsan  E.H.Xedam û E.S.Elbeyanonî li gorî xwe jî peyva şaristaniyê şirove dikin ??? Ne xêr, li gorî em dibînin ku peyva şaristanî mîna pir peyvên din,( gel, netew, dewlet, dêmokratî, azadî, mafê çarenûsî, welat )û h. w. d. peyveke zanistî ye, pêwîst e wateya wê li hemû welatan mîna hev bin, eger ne weh be, dê tu astengî yan kêşe li cîhanê çareser nebin…
Dîsan di bersiva pirsa jorîn de bi vê wateyê hatiye; ku dewleta E.H.Xedam û Elî Sedir Elbeyanonî ya nûh dê ne hemdem xwe li ser destura sala1950 hilpesêre.
Hemû siyasetmedar û ronakbîrên Kurd dizanin ku mafê gelê Kurd yê dadmend  di wê desturê de jî ne hati bû terxandin û gelê me hîn di wê demê de bindest bû  û ji mafên xwe yên netewî bê par bû .Li vir em dîsan ji nûjentiya E.H.Xedam û E.S.Beyanonî matmayî dimînin û herweha jî em dixwazin  ji wan  pirs bikin; ji bo çi “eniya rizgariya niştimanî ” naxweze destureke nûh pêşkêşî gelên Sûriyê bike ? .
Di Daxûyaniya dawî ya kongira damezrandinê de weha hatiye;”partiya Bes yek ji qorbaniyên rêcîmê ye ..”ji ber vê jî “eniya rizgariya niştimanî “bang li besiyan dike ku ewanan xwe tev cemawerê gel bikin, ta ku Sûriyê ji rêcîma zordar rizgar bibe …” , her dîsan divê setemkariya ku li hemwelatiyên Kurd bû ye, ewên ku bi me re di welêt û çarenûsiyê de hevbeş in, divê ew zordestî ji holê rabe û pêwîst e encamên wê setemkariyê jî di çareçewa yekitiya niştimanî û mafên hemwelatiyê de werin çareserkirin…”
Ji van gotinên daxûyaniyê de rind diyar e ku Ebdil Helîm Xedam hîn li ser rêç û ramana Mîşîl Efleq û Zekî Elersozî diçe, tevî ku em hemû dizanin ku partiya Bes bi seroketiya Dr.B.Elesed serdariya dewletê dike, lê hîn ew bê dudilî dixwaze partiya Bes li Sûriyê xurtir bibe, lê bila vê carê jî, dewleta Sûriyê bi seroketiya wî be û li ser rêbaza partiya Bes be. Em bawer dikin ku rêbaza partiya”Bes” bi naveroka xwe ya nijadperestî û kevneperestî di qada siyasî de pir zelal e. lê Ebdil Helîm Xedam dîsan dixwaze çerxa demê şunde bizivirîne .
Em gelek kes dixwazin ji wî û ji kesên mîna wî re bêjin, çi cidabûn di navbera wan û serdarên Bes li Sûriyê de henin, ma ne hûn hemî besîn e  ?? Ma ne partiya Bes pirtirî 40 salî li ser textê dewletê yan li ser singê gelê xwe danîştiye ??? Vêca ev keftûlefta wan û yên bi wan re digrin, dê ta kîjan radeyê bi encamên erênî bin ? Nemeze em ta niha nabînin ku ewanan bi çavên rexneyî li partiya xwe temeşe kirine……!!!!
Di naveroka daxûyaniyê de hîn bi vê wateyê hatiye nivisîn ” eniya rizgariya niştimanî” ji dezgeyên asayşê û bi taybetî ji efseran dixwaze ku ewanan bi berpirsiyariyeke niştimanî û sincî hest bikin, bila ewanan fermanên destên gemarî bi cih nînin …,û berdewamkirin di vî karî de, yanê ewanan di  tawanbarên rêcîmê de hevbeş in ..”  Bi rastî em li vir komêntara xwe pir dirêj  nanivisînin, lê tenê emê bêjin, belê, kî fermanên serdarên gemarê û zorker bi cih bînîn, yanê ewanan jî tewanbar in, lê eger Ebdil Helîm Xedam bi dehên salan di vê rêcîmê de serdar, xawên biryar û ferman bû, yanê ewa bê hestên niştimanî û sincî bû û tewanbarê gewre bû, eger ne weha ba, çima ewî dikanî ewqas salên dirêj li ser sîngê miltê Sûriyê rûnişta  ??!!
 “eniya rizgariya niştimanî ”  li hebûna kêşeya kurdî li Sûriyê pir nizim temaşe dike, wek nimûne; navê Kurdan mîna miletekî serbixwe di daxûyaniya kongira damezrandinê de(4-5/6.2006 nehati bû, herweha jî  E.H.Xedam di peyava xwe ya di wê kongirê de xwendiye, gotina “Kurd” jî  ne ji dur û ne ji nîzîk anî bû zimên.
Erê, Elî Sedir Elbeyanonî di cihekî de weha gotiye;” pêwîst e gelê Kurd li Sûriyê hemû mafên xwe bibe, lê ew vê gotina xwe bi zelalî ronî dike û dibêje; lê divê hemwelatî bingeha mafdestxistinê be ….”. Ew hîn dibêje; mafê her netewekê ye li Sûriyê ku rola xwe mîna yên din li welêt hebin û ji mafên van kêmnetewan e ku taybetmendiyên xwe bi ziman, çand û dîroka xwe derbibirin .. , bila zimanê wan di dibistanên wan de werin xwendin ….,û em li dijî perçe bûnê ne ..”
Eger em dîsan kûr li peyvên Elî Sedir Elbeyanonî jî binêrin, dîsan ji me re gelek ronak e ku  ew bi  peyv û bêjeyan dilîze, û naxweze ku gelê Kurd li Kurdistana Rojava mafên xwe mîna neteweke serbixwe bistîne, û  ew  mafên  Kurdan li ser bingeha hemwelatiyê diçespîne..
“eniya rizgariya niştimanî ” mîna hemî erbeperestên nijadperest naxwaze dîroka gelê Kurd ya kevin û ya nûh nas bike, yan jî ewa bi mebest û armancên xerap mêjoya gelê Kurd bincil dike, û rola hevpeymana Sayiks –Pîko di sala 1916 an de di dabeşkirina Kurdistanê de nabîne .
 Piştî ku “eniya rizgariya niştimanî ” kongira xwe ya duhem li dardixe, ewa di  daxûyaniya dawiyê de dibêje;  gelê Kurd li Sûriyê bi me re di welêt û çarenûsiyê de hevpar in …”lê  dîsan ewê “eniyê ” di  bernama karê xwe ya duhatî de weha dinivîse; “divê di destura dewletê de rêdan ji hemwelatiyên Kurd re hebe ku ewanan çanda xwe bi kar hûnin û mafê  wan hebe ku zimanê xwe di hînbûn, ragîhandin û çandinê de pêk bînîn…mafên xwe yên siyasî di çarçewa yekitiya niştimanî de bi kar hûnin..”
Bi nirîna me “eniya rizgariya niştimanî ” bi mebest  xwe dixe hevdijiyê, ango carekê ewa dibêje; “hemewelatiyên Kurd ” û  careke din  dibêje; “gelê Kurd”ta  ku di pêşerojê de li gor ramanên xwe bi van gotinên jorîn bilîze.. ,lê ewa dîsan xaleke pir tirsdar di daxûyaniyê de gelek bi ronahî diterxîne û dibêje;”çespandina nasnama şaristaniya erebî û îslamî yên gelê Sûriyê…”
Em ji vê hevokê weha têdigînin ku nasnama netewî ya gelê Sûriyê, erebî û îslamî  ye…”vêca em nizanin; kanî şaristanî û nasnama gelê Kurd li kuderê dimînin ??? Ma gelo ev ne tê vê wateyê ku “eniya rizgariya niştimanî “ji niha de bi çarenûsa gelê me dilîze û ewa berxwe dide ku bi hin gotinên xwe yên ne zelal nexwaşiyên ramanên xwe bi awakî ne hemdemî pirspan bike, lê em pir rind bawer in ku siyasetmedar û ronakkbîrên gelê Kurd bi van lîstok û tektîkên  nijadperestan nayên xopandin û dê ewanan bi çalakî çi li hundir “eniyê” çi li dervayî “eniyê” li dijî van hevok, peyvên dijberî hev bixebitin û vîna gelê Kurd ya rastîn derbibirin.
 Em dikanin di sebaret helwestên”eniya rizgariya niştimanî ” de  li bermberî dewletên dirawsê mîna Libnanê, Îraq Îsraîl, Felestîn, Îran bêjin, ku ewanan bi piraniyên xwe helwestên erênî nin, baweriyên wê li li nik me bi awakî gelemperî ne cihê rexnê ne, tenê em dîsan di vê gumanê de ne ku “eniya rizgariya niştimanî”  helwesta xwe li ser  kirîza Îraqê ne ewqas zelal dide diyarkirin, ewa dibêje; “pêwîst e xwîn li Îraqê ne herike û bila Îraq yekitiya xwe niştimanî li gel erdê û milet ve vegerîne ..” Di vir de vepirsîna me ev e; ma çima xaka Îraqê niha ne yek e? Ma niha  komara Îrqaê ne fêderal e ..?? Lê ewa  ” enî “dixwaze bêje; ku Kurdan, Îraq perçe kiriye û destlata wan cida ye!!??  . Bi rastî divê mirov li ser van peyvên “eniyê” bi hurgilî raweste, çimkî ev herdu şepêlên damezrêner ne ewqas cihê baweriyê ne. Li aliyê din, em jî li dijî şerê navxûyî ne û bi tundî jî karên têrorîstî û layingirên wan şermeze dikin, em piştvaniya komara Îraqê ya fêderal dikin. Lê dîsan têbîniyeke me din giring û balkêş li ser helwesta ” eniyê ” derbarê têrorîstên Usame bin Ladin û destdirêjiyên hin dewletên dirawsê heye; ewa “eniyê” di belgeyên xwe de rîxistina ” Elqaîde “. û dûvkên wê yên ku roleke pir mezin di xwînherkandina gelê Îraqê de dilîzin, ne cersandiye, lewra jî em guman dikin ku siyaseta “eniya rizgariya niştimanî” ji bilî Kurdan û siyaseta hin dewletên mînaTurkiyê, Îranê û Sûriyê rastî hev hatine û helwesteke hevbeş neyênî di wan de peyda  bû ye .
Piştî ku me bi kurtî wêneyeke siyasî ya vê “eniyê ” pir ji çavên xwe ve nîzîk kirin, û me hemû nirînên wê yên neyînî dîtin, dîsan em dixwazin ji xwe û ji hemû Kurdistaniyan pirs bikin; eyan eger siyasetmedarên Kurd di nav hêzên weha kevneperest û nijadperest de têkoşînê bikin yan na ! ?????
Li gor nirîna me, her miletek, yan her tevgerekê taybetmendiyên xwe henin, heyam û rewşa siyasî ya ku gelê Kurd ku tê de dijî, pir dijwar û nemaze ye. Miletê Kurd bi sedsalan bindestî dîtiye û hîn jî li sê beşên din setemkariyê dibîne, piraniyên hêzên miletên serdest jî li ser kêşa kurdî û mafên gelê Kurd yên rewa pir zû bi nirînên destladarên dewletên xwe re dibin yek. Di vir de em pir caran cudabûnên mezin di helwestên serdarên van dewletan û hêzên rikber  dermafê gelên bindest de nabînin, nimûneyên me jî gelek in; eger em tenê li hundir Sûriyê temaşe bikin, dê pir mînakên geş werin ber çavên me, kanî em li bername û rêbazên mîna van partiyên jêrîn temaşe bikin, hemû partiyên  komonîst li Sûriyê, hemû partiyên nasrî li Sûriyê, hemû dezgehên bajarvanî li Sûriyê û sed carî mixabin hîn naxwzin bi nirînên nûjenî û dîrokî li gelê Kurd binêrin, hîç partiyek ji van partiyên jorîn naxweze Rojavaya Kurdistanê di çarçewa Sûriyê de bipejrîne, lê ewanan xwe ji partiya destlatdart baştir dibînin û bi navê dêmokratiyê, azadiyê û mirovperweriyê dipeyvin û di vê dema dawiyê de ewanan li gorî hin berjewendiyên xwe pir dixwazin bi tevgera kurdî re diyalogan bikin, vêca eger em ji diyalogan birevin, danûstandinê li gel wan  nekin û dîroka miletê xwe, armancên gelê xwe, mafên gelê xwe bi şêwakî zanistî bi hulmên berferh bi berxwedanên pîdarî ji wan re nedin xûyakirin û doza xwe bi wanan hêdî hêdî nepejrînin, yanê em bi xwe deriyên danûstandinan bigirin, ew tucarî ne li gorî sud û  kêrhatiyên gelê Kurd  e.
Bi wateyeke din dixwazim weha vepirsînekê  bikim, ma gelo, eger partî, yan rêxistinên erebî bi tewawî yan bi tomî piştgiriya doza me nekin, kanî em çi bikin ? Mal li pêş tevgera me ji bilî diyalog û danûstandinan, rêkên din henin ?

 Almaniya,30.09.2007

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Qado Şêrîn

Wek van rojan, temenê pirtûka “Mihemed Şêxo Huner û Jînenîgarî” dibe du sal.

Dema diyarî dost û hezkiryan dikim, dinivîsim: “Pirtûk berhema keda Mihemed Şêxo ye”. Ji bo min ev rastî ye, ji ber tiştekî min di pirtûkê de tune. Min gotar, lêkolîn, portrêt, note, stran, helbest û awaz…

Pêşeroj Cewherî

Welatê min welatê min

Evro çend roje agire

Li himber faşîzma tirkan

Gel berxwedan û bergire

Welatê min wa Rojava

Welatê min evîna te

Doze ji dil dernakevî

Bidest dijmin ve bernadin

Agir bë te min…

Dildar Xemrevîn

Di destpêkê de ez spasiya mamoste û nivîskarê hêja û giranbuha Ezîz Xemcivîn dikim li ser diyarîkirina romana wî „Zabêl Ey Ermenî Me!“ ji bo yî min , ev yek jî cihê şanaziyê ye ji bo min.

Di pêşiyê de ez ê têbîniyekê ji we re bidim xuyanîkirin…..

Merwam Mistefa-Bavê Zozanê-

Amûdê bajarekî piçûkî dev li ken e, bi nav û deng e, li Rojavayê Kurdistanê ye, nêzî sînorê dewleta Tirk e. Bakurê rojhilatê Sûriyê ye, bi herêma Qamişlo ve girêdayî ye û bi parêzgeha Hisîça ve, dora 35 km ji Qamişlo dûr e, wisa jî 80 km ji parêzgehê…