Seqayên nivîsînê li ba Cegerxwîn??

  Narîn Umer

Ez piçûk bûm dema Cegerxwîn hete mala me bi karekî xwestin û guhestinê ve Girêda yî bû.
Di wî demî de,ez gelek matmayî mam,dema min di dît, ew pêşwaziya mezin ya Ku bi wî di hat kirin, ji aliyê kesên amadar ve,lewra ew wêne di hizir û Nîgaşa Min de hat çandin.
Dîsa ez piçûk bûm dema ez bi xwîşka xwe û malxwê wê re çûm mala Cegerxwîn.

Bi rastî ez ketim derya matbûn û mendehoşiyê de gava em derbasî oda wî bûn û min Dêhna xwe da şopên nivîsînê li ser dîwarê odê.

Min hew xwe girt,û  bi zarê şermê ji xwîşka xwe pirsî:
Çima şopên nivîsînê li ser dîwarê odê hene?!
Piştî ew beşişî,gote min:
Çima ti vê pirsê ji seyda bi xwe nakî?çimkî ew bi tenê dikare bersiva pirsa te bide.
Di vê gavê de,seyda li me agahdar bû,û piştî matbûna xwe da xuyan ji vê pirsa ku
Ji zarûkek piçûk hatî kirin, got:
Ji min re bûye gerdiş û ayîn ku ez tênûs û pênûsa xwe danim li bin serê xwe ji berî Ez razim,belkî ji nişkave bîrokek yan jî ramanek min ji xwe rake,lewra ez zû dinivîsim da ez jibîr nekim dema ez ji xwe rabim,û gava ez tênûsê yan kaxezê nebînim ez li ser dîwar di nivîsim.
Bi rastî pirsa min derfet da gelek amadara ku ew jî pirsên xwe yên matmayî ji wî Bi pirsin. Ji wan pirsan,dema yekî jê pirsî û got:
Dema tu li ser mijaran di axivî,çi wejeyî be,çi civakî ,û çidîrokî be,tu mafê wê babetî bi tevayî didiyê.angu dema tu li ser koçeran di peyîvî,em te dibînin koçerek Resen ji bav û kala ve. Dema tu li ser cotyara di axivî em te dibînin cotyarek bê beramber,wek ku te jiyana xwe di ber cot û karê xak û zemînê de borandiye. wisa Dema ku karker yan kesên dî ji civakê bêyerên mijarên te bin??!!
Cegerxwîn bersiv da û got:
Ji berî ez bi dest nivîsîna mijara xwe bikim, çê çandî be,çê civakî ,û çê dîrokî be,ez baş li ser di sekinim,ji hemî aliyan ve,ta ramanên têgeheştî liser mijara min bi dest min dikevin,piştî wê, ez bi dest nivîsandina xwe dikim,nimûne:
dema ez dixwazim li ser koçeran bi nivîsinim,ez çend caran seran li wan didim û diçim li malê wan,yan jî demê zozana ez diçim li bin konê wan,û pirs û pirsiyarên bi mijara min ve girêdayî ez ji wan dikim. Li ser zozana û bêriyê astengî û aloziyên ku ew di jiyana xwe di kişînin û carina ez li ba wan dirazam bi şevan ta ez bi rengeke rast û dirust bi hemî aliyên mijara xwe ve di hatin girêdan.
Dîsa dema ez li ser cot û cotyar di axivîm, min berê xwe dida çend gunda,û min Bi cotyar û xwedî xak û zemîna re dida û distand,pirsa dezgeh û destikên cot û Çandiniyê min dikir.û şêwe û awayên wan,û baştirîn ev rê û şêwe di dema kar Û çandiniyê de.
Her weha min herdem dan û sitandin bi hemî kes û  bûyerên mijarên xwe re dikir û
Bi hemî herşe û çêtiyên corecor re.
Cegerxwîn bersiva xwe bi domahî kir û got:
Eger em bixwazin nivîsîna me bi awayek rast û durust bigihê xwendevana,pêwîste Em li jêder û makdarên bi karê me yê candî û dîrokî ve girêdayî vegerin.
Dema kesekî amadar li ser rewşa jinê jê pirsî,û amadabûna wê di nivîsandina wî de,û
Bi taybet di helbestên wîde?? Got:
Jin nîvê civakê ye,û çi civaka hebe,pêşve naçe,eger danûsitandinê bi Jinê re nekê Wek ku afirîdek hêjaye ku Jiyanek serbest û serbixwe bi noşe.

Çimku ew dayîka mine û Jin û yara min ne , lewra ew di hemî nivîsînê min de amadare.û wî ji bîr nekir ku ew gelekî pasinê gevaniya xwe bide.

Di vê Bîranîn /23/salî de,li derbasbûna Cegerxwîn di ra û damarên can û giyanê me de , û sitandina wî Nîşana Nemiriyê û herdemiyê têde, min xwest ez bi van hevokên sana û sivik,Bîranîna wî pîroz bikim.
Supas ji malzaroka nivîsandinê re,û bi taybet ya helbestê re ku wê ev xelataPîroz û dilsoz diyarî me kirîye.
Li Miletê kurd û li Miletê helbstê  Cegrxwîn pîroz bê.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Ev pênc salin ku Berzanê Dilovan miriye. Ji wî çaxî ve û gora wî bûye weke deriyekî bilez hatibe girtin, deriyekî bêdeng. Her ku Alanê Sofî Silo di ber re diçû, hest dikir ku Berzan bi kaba tiliya xwe ya nîşandekê li wî deppî dixe, weke ku li bîrdanka wî…

Sersaxî

Me bi xemgînî koça dawî ya nivîskar û navdarê Kurd Mihemed Emîn Bozarsalan di jiyê 91 saliya xwe de bihîst, bi vê helkefta xemgîn, li ser navê Nûneratiya Ewropa ya Yekîtiya Nivîskarên Kurdistanê, bi dilsozî û xemgînî, sersaxiya xwe ya germ pêşkêşî malbat, dostên wî, pertûkxane û çanda kurdî dike.

Mihemed Emîn Bozaraslan (15.09.1934- 09.02.2026),
nivîskar, zimanzan,…

EBDILBAQȊ ELȊ

Kurd li Sûriya ne pêleke awarte ya penaberan an jî komeke li ser sînorên welat ku ji nişka ve ketine hundir, lê ew bûbûn -û hîn jî- beşekî resen ya tevna civakî û erdnîgarî ku bi sedsalan berî damezrandina dewleta Sûrî ya nûjen hatibû avakirin. Û ew ne mêvanên demkî…

Tewfîq Sînan

Di hemû cîhanê de kêşe, alozî û astengî di derbarê standardkirina zimanekî zelal û resen hebû û bi hezara pozberî di evî derbarî de peyda dibû, ji ber ku zimanekî zelal bi tena xwe tune ye û ew jî ji sedema ku pêkvejiyanî jîwera heyî bû û heta dema niha…