Di şkeftên giyana xwe de , mîna feriştekî nermî zelal, ku ji esmanê bajarekî bi mij dakeve, şerma min li rewana te rast hat.
Ji ber ku tu razî nebû ku elfebeya romana tenê, ji miletê xwe yê di derya tor û hunerê de dest dipeland, diyar bike, elfebeya jiyanê jî.
Te em fêr kirin ku wêjeya kurdî xezneyeke hêjaye ger û lêkolînê û çiqas em bi ser lîre û pûlikên wê vebin, em wilo bi ser duruvê kesatiya xwe vedibin!
Lê îro… bejna tîpên te qurmiçî ne, bê deng in, dîmenên wan li ser rûpelên ku reş bûne, diperpitin, bê rengin. Rêsiyê hevokên teyî hûnandî, xav bûne, li hev geriyayîne, li xewleyî pertûkan bêçare mane.
Ziyana wêjeyê girane, pir giran e, mezin e; ji gotinan, helbestan, pesindariyê mestir e.
Birîna wêjeya kurdî – tevî bêdengiya wê – kûr e. Kulîlk, çivîk, çiya, heval şagirtê dibistanan û hemû bêjeyan xwe reş girêdane, bi çol û deviyan ketine.
Erê, ey stûna perwerdeyê, bingeha tîpên şermok, cihoka peyvên şêrîn..!?
Her hevok di her romanê de bi şîn e, laşê xwe li ser te dicû.
Her zikak, kolan, çem, newal, çiya, dengbêj di wan romanan de, pirsa hilm û bêhna pêçeyên te dikin.
Zengilê dibistana mamoste Sefo piştî te, li ser masê bê deng ma ye.
Zarokên ku li qorzîkan , xwe li hêviya te dane hev, navê te li ser dîwaran dinivîsînin, bi kurtepistin dîl.
Çivîkên ku her sibeh li ser milê Dîcleyê vediniştin, baskên wan li asîmana ji çûnûhatinê, û gerîna li te qerimîne, qet nikarin li ser milên tu çeman deynin.
Dicleya te di dêra mişextiyê de dinale, dimale, dilê wê bêyî dilê xwe lêdixe, dimiçiqe, dike hawaaaar; lê dengê wê li hev vedigere,wenda dibe, mîna hilma te…!?
Çiqas gurzên tîpan li ser rewanê te bêne belavkirin, civandin, daleqandin, şewitandin, heyv ji perestgeha şîna xwe qet dernayê. Welatekî bê bend, tifing, leşker, û bombe ava nabe; herweha av di çemê Dicleyê û giyana te de careke din naherike.