Stêra dûr .. Ji Bo Salih Cefer

SALIH DEMICER 

Erê  Bira
 Agirê bîrêkirinê  me dike perwane ji xwe re.
Lêbanînê bi coş û kêferata xwe, emjî kirin perekî xistin bin baskên xwe.
 deşta sirûcê
vedengên geryanên me, Geştên me ye li dora golê, Li baxê Hec Reşêd hîn dilorîne.
   bedewî û xweşikiya xwe ji dûrbûna  me  destine.
pelên ciwaniyê ji temen weşiyan
Kobanî jî hîn sitêr e

  ji dilê me naweşe.
Muhir hîn li ser wêneyên bi dîwaran ve daliqandî   de ne. 
  Zêr hîn di gerdena zerî û çavbelekan de ne.
 tembe û helwest hîn li Karin….
 Simînar hîn li darin.
 herdû kaniyên miçiqî ,ji sîngê me namiçiqin.
  Sînor bi gulle û maniyan,  
  bi nebûna baskan pozbilindin.
…û
 Ewrên te ji dûr ve dîtî,
 çavdêrin ji vê deştê re.     
  şaxin  bira
 şaxên pirsê ye yek reh e pir navin .
xunava xurnûf û kulindora Kobanê dimijin
Em jî tawinbarin
 Bi şanîkirinê sûcdarin
di gurkirinê de çalakdarin
  Ez dizanim
 Ez dizanim ku hîre hîra buhêrkê perdeya şevbîrkê li Holenda diçirîne.
   Dara miştenûr ya tek e sêwî
 havala kevir û stiriyan ,bêhtirî darên bi hej û ber di gulistana Sonsbêk de hildiperike sîngê katên zelal û bê deng.
  li bakurê Kobanê razanê xwe ji mijûlî     honijandinê dişûşt.
 li başûrê Arinhemê tiştekî wenda heye.
honijadin şewatê diafirîne
  Rayn Ferat bi bîra te tîne.
 têbîra Ferat jî
 keserên nixamtî dişopîne
Erê bira 
  min silavên te gihandin Ce,fo yê kal.
 wî bi çavin tije hêsir pirsî:
 – ew li kuye?.
– li welatekî dûre, jêre dibêjin Holenda.
wî piştî serhejandineke kovandar got:
– kurê min gunehê min li stuyê te, tuyê wî xeberdar bike; eger ew vegeriya welêt piştî malbata xwe ew mîvanê min e.
 îro …..
te dirêj kir bira ?!
  te dirêj kir.
 axa sik e sar kete navbera kela lêbanîna te  û bendewariya wî!!!.
de qene li wir
  bi agirê Jînê mirinê vemrîne.
 bi mergenoşa penaberiyê bîranînê vejîne.    
pêlên kel û herikîna servokan  li pêlên      Rayn bihêwirîne.
 hertişt wekî xwe namîne
 wê rojek bê:
 êdî bêhna pîvaza dilsariyê ji me nayê.
 eniya me ya ku di bin simên salan de qermiçî   wê dûz bibe.
 bêhna rêwîtiya ku ji bin çengê Kerwanên me dikeliya wê biçike
  cimkî
dilbijîn hespek î bezaye, di derûnê de digere , ji bilî  mêrgên pêkanînê ti warî napejirîne da ku piştî westabûnê lê raweste.
şikestin di zozanên vînê de, mitek î bê rehe; hino hino zer dibe.
û…
firrîna me bi baskên geşbîniyê daxbar e.

            -dawî-

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Bihuşta sênckirî

Piştî ku çek bêdeng bûn û top û tank aram bûn, dawiya şer hat û jinûavakirinê dest pê kir, zeviyeke fireh û sênckirî, mîna ajalparêzeke xwezayî diyar bû. Li orta wê Goleke avjeniyê mezin bi şêwaza Ewropî heye, kursiyên spî, sîwanên şînê vekirî li derdorê belavbûyî ne…

Bessam Mer’ê

Gava trajiydiya miletekî tê taqîkirin û ezmûnek tije jê derdikeve holê , wêjeyek çêdibe ku birînan vediguhze pendiyarîyê û bîranînan vediguhêze pirsên vekirî yên pêşerojê.
Yaşar Kemalê Kurd, stûnek wêjeya tirkî û cîhaniye ya ne tenê li ser gund û mirovên sade nivîsiye, lê belê ew kirine neynike tevahiya gerdûnê, ku…

Firyal Hemîd

Di çilya pêşîn de û berî serêsalê, bêhna pirtiqala û goştê biraştî tê min.

Ew çaxê serjêkirina dermala bû.

ew bêhna ku mirî ji goran radikir, di pozê zarotiya min de maye.

Çima tiştên berê jî bîra min naçin?

bi dîwarê bîrdankê ve zeliqî ne û…

Zahid Alwani

Aşîreta Batwan û Dêrşoyan: Çîroka Şerê Ku Bi Jinewateke Qediya, 1890 — Roja yekê, sê bira ji aşîreta Dêrşoyan piştî nivêja fîjrê derketin bo çiyayê li bijartekî xwe da ku bixebitin; cihê wan ji gundê xwe zêde dûr bû.

Piştî nivêja asrê, bavê malê ji xwişkê xwe — keça…