Desthilatdarên Turkiyê çi ji gelê kurd dixwazin

Diyar Ehmed

Di vê dema dawiyê de desthilatdariya Turkiyê bi herdu aliyên xwe ve, hêza leşkerî û serweriya siyasî gef û êrîşên xwe li dijî herêma kuristana Iraqê gerim û gurkirine. hêncet û mihaneya desthilatdariya Turkiyê jî ewe, ku ew li dûv gerêlayên partiya karkerên kurdistanê di kevin, dibêjin ku cih û baregayên wan li herêma kurdistanê ne û ji nav xaka herêmê êrîşan didin ser leşkergehên Turkiyê û di vî alî de beryarek ji perlemantoyê wergirtin destûrê didê leşkerê Turkiyê ku derbasî nav xaka herêmê bibê
tevî ku nerazîbûneka tevayî ji hêz û aliyên nêvdewletî  û herêmî ve heye û têkirin, û daxwaz û bangewaza wan ji turkiyê ewe, ku ev pirsgirêk bi bêhin ferehî û bi rêyên Dîplomasî û aştiyane werê çareserkirin- tenê di vir de helwêsta desthilatdariya Sûriyê ji derveyî vê helwêsta nêvdewletî derket û ev helwêst li ser devê serokê Sûriyê Beşar AlEsed hate ragihandin û maf da Turkiyê û got: (( ji mafê Turkiyê ye ku ew ji derveyî sînorên xwe li dûv gerêlayên partiya karkerên kurdistanê(PKK) bi kevê .))- lê ta niha kişandina leşker û çekên giran ber bi sînorê herêmê ve berdewame û dihola şer û cengê ji aliyê conta Turtî ve bi giranî tê lêdan.

Ev zimanê şer û gurkirinê ji aliyê desthilatdariya Turkiyê ve derbarî herêma kurdistanê destberdane ji hêza leşkerî re û razîbûneke ji hişemendî û şêwazên wê yê çareserkirina kêşe û pirsgirêkan re û herweha geran û wergirtina cihekî di nava guhertin û lihevparvekirina berjewendiyan di gera herêmê de, û xwestina beşdariyê û peydakirina cihê lingên xwe di danan û raxistina nexşeyê nû yê herêmê de di nava koma hêzên nêvdewletî de.

Lê li pêşberî van gef û êrîşan serweriya herêma kurdistanê helwêsta xwe diyarkir û bi zelalî daxuyakirin ku gef û êrîşên Turkiyê ne ji bo lidûvketin û nehêlana gerêlayên partiya karkerên kurdistanê ye, lê belê ji bo jinavbirin û nehêlana herêma Fedral ya  kurdistanê ye, ji ber hişemendiya reş û gemar ya hikometên Turkî yên li dûv hev hatîn ewe, ku ew naxwazin kurd hebin û navê kurdan jî werê baskirin, û çi dema di bînin guhertinin di werê pêşveçûn û geşpêdanê de li herêma kurdistanê çêdibin û herêm ser xwe ve tê û ber bi pêş ve diçê dixwazin asteng û keleman di derê rêya wê de deyînin û navê herêma Fedral bi xwe nebihîzin û wê dorpêçbikin û nehêlin .

Serokê herêma kurdistanê rêzdar Mesud Barzanî û tevaya serkird û serdarên herêmê merem û mexsed ji van gef û êrîşan ji raya giştîre ragihandin .

Lê li vir pirsiyarin ji aliyê siyasetmedar û çavdêrên siyasî ve tên kirin .

Gelo çima desthilatdariya Turkiyê di vî çaxî de ev gef û êrîş gurkirine. eve herêma kurdistanê jiyê wê (17) hivde salin û ev herêm roj bi roj rewşa wê ya aborî, asayî, pêkanîna derfetên karî, avakirina kompanî û fabrîqan, rewşa siyasî û rewşenbîrî, aramî û seqamgêrî, civakî, kargozarî, bazirganî, ewlekarî, avakirina dam û dezgehên sivîl, avakirin, rewşa pêşesazî, xwendin û zanîn, têkiliyên Dîplomasî, xwendina bilind ber bi pêşve diçê û rengê dewleteka ser bixwe vedigirê û rengvedana xwe didê parçeyên dî yên kurdistanê ev ji aliyekî ve û ji aliyê dî ve partiya karkerên kurdistanê (PKK) jî jiyê wê dema destpêkirina wê bikar û xebata çekdarî gihaye (23) bîst û sê salan, erê tucarî hikometa Turkiyê li pêşberî van kar û guhertinan nerawestaye, lê belê tucarî li mejiyê xwe siwar nebûne û bi vî şêweyî gefên xwe xurt û dijwar ne kirine, tevî ku serokatiya partiya dad û geşepêdanê li Turkiyê berî helbijartinan û li ser devê herdu serkirdên wê Ebdule Gûl û Erduganî sozdan ku wê kêşa kurdî li Turkiyê bi rengekî Dîmokrasî çareserbikin, ne xwe ev gef û êrîşên dijwar ji aliyê van raydaran ve û li ser devê van mirovên dîn û har çi di naveroka xwe de hilgirtine ….!!??.

Wek tê xuyakirin ku îro Emerîka ji aliyekî ve û yekîtiya Ewropa û gelek hêzên nêvdewletî ji aliyê dî ve di xwazin rê li ber bernamê Îranê yê Etomî bigirin û pêtedana Yoraniyomê li Iranê rawestîn, ji ber berdewamiya Iranê di bernamê xwe yê Etomî de metirsînekî ne tenê li ser deverê dikê, lê rewşa cîhanê bi tevayî têkdidê û têxê di metirsînê de .

û ji ber vê yekê jî Emrîka rijde ku bi çi awayî Iran çekên etomî bi destxwe ve neyînê . ev rewş û hevrikî wê didê berçavkirin ku şer wê di navbera Iran û wan hêzan de di demên bê de gerimtir û geştir bibê û wê rê û şopin dîtir bigirê, banê asoyên lêdana leşkerî û jinavrakirina rêjîma Iranê nimiz û nêzîk di xuyê, û ji aliyê dî ve jî dema destnîşankirî ji bo bi karanîn û cîbicîkirina madeya (140) di destûra Iraqê de nêzîk dibê, ew madeya ku dema bicî bibê wê sînorê herêma kurdistanê ferehtir bikê û wê kaniyên petrolê bi kevin di nav destên hikometa herêma kurdistanê de û wê ev hikomet xurtir û hêztir bibê .

Ev herdu pirsên raborî yên girêbend û têkilhev û hin pirsgirêk û kêşeyên bêçareser di herêm û cîhanê de, mîna hevrikî û kêferata di nav bera Isra””””îl û Filistînê de, rewşa Libnanê û helbijartina serokkomarê Libnanê, rewşa Efxanistan û Iraqê, belavbûna û geşbûna pêla şepêla Islama tundkar û reşperest, tengavî û astengiyên aborî û jiyana rojane li seranserî cîhana Islamî û Erebî, pirsa Darfor û Kosovoyê …… û hin pirsgirêk û nexweşiyên mayîn daleqandî û bêçareserî hiştin ku Turkiya xwe wek lehîstvanekê serekî di nav wan hevrikî û kêşeyan de bi bînê û di nav de bilehîzê . û li berjewendiyên xwe bi gerê û bi parêzê, eger tiştekî bi destve jî neyînê – lê ji kêmasî ve zirarê wek ku di şerê Emerîka yê li himberî Iraqê de bi peywendî û berjewendiyên xwe li gel Emerîka û yekîtiya Europa paşve ne vegerê di vir de tirsa wê ya herî mezin ewe, ku xurtbûn û serastkirin rewşa aborî û ewlekarî ya kurdan li herêma kurdistanê ne di berjewendiya wan deye û li ser hesabê wan tê û kurdên bakur nêzîkî mafê xwe dibin .

Vêca gef û êrîşên Turkan îro û bi vî rengê gur berheviyeke berî ku buyer bi qewimê, ew xwe amade dike ku pêşiya lehiya ber bi wê de di barê bigirê û wek me got eger çi bi destve neyînê jî lê zirareka hindik ji wan guhertinan bigirê, herwisa di wê rê de û li ser wê şopê helwêst û beryara serkirdayetiya siyasî li herêma kurdistanê û serdarên pêşmergên qehreman cihê dilxweşî û serbilindiyê bû li cem tevaya gelê kurd di herçar parçên kurdistanê de û li cîhanê jî û hêvîk mezin li ser wan beryar û helwêstan yên mêrane hate girêdan û wê ew helwêst bimînin çirak geş û ronî gelê kurd li parçên dî yên kurdistanê û li cîhanê kar û xebatên xwe li ber birêsin ta ku ev gel ji tariya bindestî û zordariyê rizgarbibê .

Ji alîkî dî ve, ji xwe leşkerê Turkiyê bi hêsanî û zû bi zû nikarê derbasî xaka herêma kurdistanê bibê, ji ber tevaya dewletên cîhanê û bi teybetî yên beryarkêş û zilhêz nerazîbûna xwe li ser derbaskirina sînorî û leşker kêşana nav xaka herêma kurdistanê dane xuyakirin .

Lê ya îro ji gelê kurd di tevî parçên kurdistanê da tê xwestin, ewe ku kurd pişta hev bigirin û destên hev bernedin û bi yek dengî û bi rêya beyan û yadaşnama, xwepêşandanan, ger û girêdana têkilîyên dîplomasî û siyasî wan gef û êrîşan bidin xuyakir û şermezarkirin û bidin xuyakirin ku îro desthilatdara Turkî di asteng û tengaviyan re derbasdibê û dinava wan de dijî û di xwazê wan alozî û tengaviyan derxê ji derveyî sînorî, ji ber mil milaneya di nav bera serweriya siyasî ya nerim û nejadperist de û di nav wan û hêzên leşkerî de sergêjiyeka mezin ji Turkiyê re peydakirye û Turkiye ketiye gerîneka tarî de û alozî û pirsgirêyên mane bêçareser tayê tevna peywendiyên Turkan bi cîhanê re sist û xav kiriye . dawiyê ku serweriya siyasî bi hin derbên lêşkerî li vir û li wir bêhna nejadperistên Turkan ferehbikê û berê Emerîka û Ewropa jî hinekî ber bi xwe ve bikişînê û wî barê li ser milê xwe divê qûnaxê de sivik bikê . lê rewşa herêma kurdistanê wê pêşve herê û eger astengî jî rûbidin wê berwextbin lê wê derbsbikin û ew ewrên reş û tarî wê ji hev bi qetin û belavbibin û cihê şêra wê rûvî ne karibin têde bikin gêre û vêre .

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Qado Şêrîn

Wek van rojan, temenê pirtûka “Mihemed Şêxo Huner û Jînenîgarî” dibe du sal.

Dema diyarî dost û hezkiryan dikim, dinivîsim: “Pirtûk berhema keda Mihemed Şêxo ye”. Ji bo min ev rastî ye, ji ber tiştekî min di pirtûkê de tune. Min gotar, lêkolîn, portrêt, note, stran, helbest û awaz…

Pêşeroj Cewherî

Welatê min welatê min

Evro çend roje agire

Li himber faşîzma tirkan

Gel berxwedan û bergire

Welatê min wa Rojava

Welatê min evîna te

Doze ji dil dernakevî

Bidest dijmin ve bernadin

Agir bë te min…

Dildar Xemrevîn

Di destpêkê de ez spasiya mamoste û nivîskarê hêja û giranbuha Ezîz Xemcivîn dikim li ser diyarîkirina romana wî „Zabêl Ey Ermenî Me!“ ji bo yî min , ev yek jî cihê şanaziyê ye ji bo min.

Di pêşiyê de ez ê têbîniyekê ji we re bidim xuyanîkirin…..

Merwam Mistefa-Bavê Zozanê-

Amûdê bajarekî piçûkî dev li ken e, bi nav û deng e, li Rojavayê Kurdistanê ye, nêzî sînorê dewleta Tirk e. Bakurê rojhilatê Sûriyê ye, bi herêma Qamişlo ve girêdayî ye û bi parêzgeha Hisîça ve, dora 35 km ji Qamişlo dûr e, wisa jî 80 km ji parêzgehê…