Lewend Hisên
Di destpêka çerxa nuh de, çerxa 21ê, a ku bayê guherînê û mêrxasiyê li hemî deverên cîhanê belavkir, bi taybetî, daxwaza maf û armancên rewa, yên ku piraniya millet jê bê pare. Li gel pêşketina ragihandinî, ya ku kêlî bi kêlî, damarên xwe bi xurtî derbasî hemî ceh û deveran dike.
Helbet bi van guhertinan re, yên ku bandora xwe li herêma rojhilat bi tûjî dike. Lê ew bi xwe rastî berxwedanek xurt dibe, ew berxwedana ku hêzên reş, yên ku nas kirine û têgihiştine ku dawiya wan pir nêzîk dibe, lewra ew bi awakî hişk û tund li ber xwe didin, bi mebesta danîna kelem û astengan li hember pirojeya guhertinê.
Êdî li gor evan rewşan hêzên demuqrat xwaz û Lîbral, hin lêveger di piroje û pîlanên xwe de kirin, bi taybetî ji aliyê hevbendên xwe ve, ew hevbend û dostên Kevin, nemaze li rojhilata navîn.
Di cenga ku DYA (USA) û hevalbendên xwe de li ser Rijêma Seddamê bingor bûyî de, helwesta rijêma Turkiyê, ne li gor daxwazên hêzên hevalbend bû, di wê demê de, Kolin Pawil diyar kir bi vê wateyê, heger Turkiya, Xak û Asîmanên xwe li ber Sûbayên me bigre, em neçar dibin ku lêvegerînekê bikin di alîkariyên xwe de, yên ku em didin Turkiyê.
Bi van nameyên ku digihiştin Rijêma Turkiyê, û piştî ew gefên ku ji Herêma Başûrî Kurdistan re didan, li ser bajarê Kerkûkê, û ne pêkhatina ewan pîlanên nijadperest, yên ku di xwestin Başûrî Kurdistan bikin mîna Qubrisê. Lê Ew pilan li ber dîwarên mêrxasiyan Kurdayetî tev têkçûn û şikestin.
Ev şikestinên desthilatdariya Turkiyê bi serokatiya AKP, man wek kulan di dilê Erdogan û Gul de, piştî ku bi serketin bi vira û derew, û karîbûn dengê Kurdan li aliyê xwe bigrin di hilbijartinan de, êdî wek gurê har nuh rastiya xwe hi§kere kirin, hîn kula Kerkûkê di dilên wan de bû, pirojeya komkujiya Ermenan hate holê, û Ermenan dikarîbûn civata nûnarên Emrîkê bi aliyê xwe de bikşînin û komkujiya ermenan hişkere Rijêma Turkiyê pê gunehkar bikin.
Bi van rewşan re, êdî rewşa Turkiyê ber bi aloziyê de diçû, helbet ev rêvçûn cihê tirsa rijêma AKP bû, wan xwest ku bi gefeyan li ser başûrî Kurdistan, heyfa Kerkûkê û pirojeya komkujiya Ermenan ji DYA (USA) hilînin. Lê di baweriya min de wê bi sernekevin, çimkî hemî derî li pêş wan girtîne, ji ber van sedeman:
1- AKP, wek partiyeke bi îdyolojiya xwe Islamiye.
2- AKP, têkiliyên wê bi 2 rijêmên terore xurtin (sûrî û Îran), ji bo pirsa Kurdî, çimkî deskeftiyên kurdan li kîjan parçeyî bin, ewê hêviyên Kurdên parçeyên din xurt bike, ew jî dê xebat xwe gur bikin, ji bo azadiya xwe.
3- AKP hewil da ku astengiya pêkbînê ji pirojeya DYA (USA) ê li Îraqê, ji ber ku çavên wê li Kerkûkê bû.
4- AKP, bi wê siyaseta xweyî Turkayetî, nikarî Erêkirina Ewrûpiyan jî bi dest bixe ji bo tevlîbûna yekîtiya Ewripiyan.
Hemî agehiyên ku hene, têkçûna pîlanên AKP berçav dike, li gel wan hemî têkçûnan, berê Welatiyên xwe ber bi kiryarên teror re dide, li Bjarên Turkiyê û li cîhanê bi tevayî, Turk êrîşî mal û dezgehên Kurdan dikin, bi awakî tîror û nijad perest, û hin kesên Kurd di van êrîşan de hatine kuştin, û hinên din birîndar bûne. Diyare ku ew têgihiştin ku azadiya Kurdan û rizgarkirina Kurdistanê Nêzîk bûye, lewra êrîşa xwe gur dikin.
Li hember evan gef û kiryarên tîror, çi ji aliyê Rijêma Turkiyê ve, yan jî ji aliyê ewan Turkên Nijad perest ve be, Erka me Kurdan çiye?
Di baweriya min de, êrîş ne li ser PKK ê ye, yan jî Baçûrî Kurdistan ne, ji Kevin de, ev rijêmên dagîr ker dixwazin kurdan tune bikin, ji ber xweş dizanin ku mafê kurdan xwarine, û welatê wan dagîr kirine, heger ne rast be, gelo mebesta her 3ê rijêman û bi wan re jî hin partî û rêxsitnên îraqê, çiye ku ji mafê Turkiyê dibînin ku xwe bi parêzê ji êrîşên PKK ê, û pêşniyazkirina arîkariyê ji Turkiyê û piştgiriya wê dikin ji bo derbasbûna başûrî Kurdistan.
Diyare ku dijminê gelê Kurd tu carî nabin dost, lewra gereke, em wek Kurd, çi rêxistin, partî, kes û rewşenbîr, ji van gefên dijmin ne tirsin, û roj bi roj nakokî û dijayetiyê ji nav xwe rakin, û ji bo Gelê Kurd û Kurdistanê em tev bi xebitin û berjewendiyên xweyî partiyetî û kesayetî ji serê xwe bavêjin, û berê guleyên xwe bidin dijminan, û hemî peyv û gotinên dij hev ji bîr bikin.
Tirbespî: 31-10-2007