Hewlêr –Kurdistana ÎraqêJi aliyê xwe de, Ebdulselam Berwarî behsa pirsa asayişa neteweyî kir û tekez kir ku divê berjewendiya kurdî ya bilind bête parastin.Amaje jî bi bernameyê PDKê-Îraq di salên 70 û 80yan de da. Berwarî balkişand ser pêwîstiya parastin û pêşvexistina Herêma Kurdistanê û ev wek erkekî neteweyî û niştimanî nirxand û got ku pêşveçûna rewşa Herêma Kurdistana Îraqê dê bê guman bi helwestên erênî ji Kurdên parçeyên dinê Kurdistanê ve were pêşwazîkirin, û ev yek jî guneh nîne.Di heman çarçoveyê de, Berwarî banga avakirina kongirekî Kurdistanî giştî kir ji ber ku piştgirtina hikûmeta Herêma Kurdistanê ji kurdên parçê din re pêwîst e ku peyivgeheka xwe hebe ji bo danûsitendin û gotûbêjan, û di vir de rola partiyên Kurdî yên rojavayê Kurdistanê di piştgirtina şoreşgerên Kurd yên başûrê Kurdistanê de berz nirxand.
Her weha , birêz Berwarî ser guherînên PKKê di warê bername û dûrgirtina xewna Kurdistana mezin û hizra markisî-lênînî axivî.Di dawiya axaftina xwe de tekez kir dem hatiye da ku kurd bi yek helwestê berjewendiya neteweyî kurdî biparêzin.
Birêz Arêz Ebdulla ronî xiste ser pirsa asayişa neteweyî û got ku Herêma Kurdistanê rastî du core êrîşan niha têt, yek ji derve û ya din ji hundir.Ya pêşîn ji aliyê dewleta Tirkiyê ve û ya din girêdayî kêmasî û çewtiyên hundir in wekî ne zelaliya helwesta PDK û YNK derbarê PKKê de .Arêz bang li PKK ê jî kir ku ew pirsgirêka Kurdî ser hertiştî de bigirin û hemû çalakiyên xwe nexin bin xizmeta kesekî tenê de ku ewjî serokê PKKê ê zindankirî Ocalan e!Li ser rewşa hundrîn jî, wî hikûmet rexne kir û gendeliya heyî destnîşan kir.
Piştî bidawîbûna sêmînaran nîqaş û guftûgo di navbera amadebûyan û axaftivanan de çêbû û wan bersivên pirsên hatin kirin , dan.
Bernameya roja sêyemîn: sêşemmeb30/10/2007
-Mihmmed Mela Qadir
-Azad Cindyanî
-Sero Qadir
Komîteya Ragihandinê

Şîrove (0)