Şekroyê Xido jî ji nav me barkir

Elî Cefer

Di roja Pêncşemê ( 01. 02. 07 ), li danê sibê, li Moskoyê, paytexta Rûsya yê, dîrokzanê Kurd yê navdar prof. Dr. Şekroyê Xidoyê Miho bi nexweşiya dil bi temenê 77 salî çû ser dilovaniya xwe.
Şekrorê Xido Miho kî ye? Ş. Xido, ji Kurdên Sovyeta berê, ji hemwelatiyên Ermenistnê bû. Di sala 1930 î de, li gundê Elegezê ji dayîk bûye.
Bavpîrên wî ji Qersê, Bakurî Kurdistanê di nav pêlên Kurdên Koçberî Ermenstanê bûbûn. Xwendina xwe ya pêşin li wir standiye, pêre ewî  Unîverstît tewaw kiriye, pêre du salan ewî  li gundê xwe wek mamostê dîrokê di dibistanê de xebitiye. Di sala 1955 an de, mîna salekê wek rêvebirê beşê wêjeyî di rojnameya „ Riya Teze „ de, paşê ew dibe cîger berpirsyarê rojnamê, weha çar salan dixebite. Di Sala 1960 î li Înstîtûta Rojhilanasiyê li akadîmiya Ermenistanê, beşe Kurdzanînê de, dîroka Kurd û Kurdistanê bi gelemperî, û bi taybetî ya Başûrî Kurdistanê dixwîne. Li sala 1963 an, diktoreya xwe ya yekê tewaw kiriye, û li 1977 an diktoreya dewletê distîne. Li 1981 ê de ew dibe Profesor.
Ji 1981 ê ta 1994 an ew dibe serokê beşê kurdzanînê, ku gelek ronakbîr û akadîmîyên Kurd, wek: Haciyê Cindî, Xalidê Çeto, Mersîmê Xemo, Celîlê Celî û hinê dî di wir de karên zanistî dikirin. Li sala 1991 ê Ş. Xido, wek endamê alaqdariya akadîmiya zanistî ya Ermenistanê tê hilbijartin, ew jî cara yekemîn bû, wek pêşekî kurdzanînê nav sîstema Yekîtiya Sovyetê de Kurdek tên hilbijartin. Di Sala 1996 an, ji endamê alaqdariyê, dibe endamê tekûz, û weha ew  dibe endamê akadîmiya zanistiya Ermenistanê.
Di sala 2002 an de, wek endamê akadîmiya Rûsî, ya bi navê: „ Lêkolîn û ….. Navnetewî „, tê hilbijartin. Pişt re, û heta dawiya roja xwe serokatiya „ Navenda Lêkolînên Kurdî li Moskoyê „ dikir; di wir de gelek pispor û dîrokzan dixebitin, ewî bêhtirî 14 pirtûkan li ser babetên curbicur, li ser Kurd û Kurdistanê weşandine, yek ji wan: Kurd, Kurdistan, milet û welat, ev pirtûk wergeriye zimanê erebî jî, di bin navê: „ Tevgera Kurdî di serdema nûjen de „. Lê sed mixabin karê N. L. K . li Moskoyê li salên dawî ji ber rewşa aborî hinekî qels bûbû, û hêja Ş. Xido gazind dikirin, ku tu rêxistinên Kurdistanî xwe nadin ber lêçûna navendê, ( Dewlemendekî Kurd lêçûna Navendê, çend salan dida, lê ewî jî nema karî bû fînense bike, loma jî bîroya navendê hat girtin, û zanyarên  ku tê de kar dikirin, nema karîbûn wek berê karê xwe berdewam bikin ), vê yekê jî ziyan gihand karûbarê navendê û hêşt çalakiyên wê lawaz bikevin, heya ji min re got, ku pirtûka dawî ya navendê bi perên kurê min bûn; „ ne ji wî ba, me nikarî bû pirtûk biweşanda „.
Di bin navnîşana: „ Gire girên Kurdistanê „ de jî, wek cara pêşin, pirtûkek li ser kesatiya Şerefxanê Bedlîsî, ( xwediyê yekemîn pirtûka li ser dîroka Kurd û Kurdistanê, ewa ku bi navê: „ Şerefname „ ); ew û malbata wî kî bûn? Kengî hatiye Bedlîsê, bîr û baweriyê wî çi bûn, ramana wî ya netewayetî, felsefa wî…. herweha ewanan dabûn pêş xwe ku vê zincîrê berdewam bikin, û li ser gire girên din, wek: Mistefa Berzanî, Şêx Seîd, Qazî Mihemed, Ehmedê Xanî, Seyid Rida, Qasimlo, Hejar, Milayê Cizîrî û …. pirtûkan biweşînin, lê bidaxwe agahiyên me piştî pirtûka Şerefxan Bedlîsî nînin. Mebesta wan ji va zincîrê ew bû; ku Kurd xwe baştir nasbikin. Lê weke me li jor got, çavên felek birjên, dîrokzanê me zû ji nav me bir.
Bi gotineke gelemperî, Ş. Xido xwediyê gelek berhemên nirxbiha ye. Bêhtirî 20 pirtûkên wî li ser Kurd û Kurdistanê hene. Pirtûkên wî wergerîne pir zimanan. Di gelek semînar û konfiransên navneteweyî û Kurdistanî de beşdar bûye. Ji gor agahiyên me, ew ji lay serok û lêderên Kurda ve, ciyê şêwrê bû, nemaze yên Başûrî Kurdistanê.
Di sala 2003 an de, serî li Elman xist, û konfiranas di bin navnîşana: “ Pirsa kurdî ji Lozanê ta Yekîtiya Ewropayê „, didan, şansa min hebû, ez jî li du konfransên wî beşdar bûm. Min ew ji bajarê ku ez lê dimam, gihand bajarê Hamburgê, ew li  wir di konfiransekî de gotarvan bû, hîngî zimanê wî xweş bû, em 6 katjimara çûn, hew min dît em gihan. Bi rêde min gelek pirs jê kirin, yek ji wan ev bû: Gava mirov li dîroka miletê me temaşe dike, mirov gelek caran pêrgî wê yekê tê, ku pir serok û berpirsên Kurda bi xefk û pilan hatine kuştin, an hatine xopandin, tu wek dîrokzanekî vê yekê vedigerîne çi?? Bersiva wî ji min re, weha bû; sed mixabin ev rastiyek me ye, zanyar û dîrokzana, serok û lîderên Kurd wek kesenî sazêc tênin ziman, sûdê ji şaşbûn û serpêhatiyên xwe zû zû nabînin, pir bi hêsanî dijminên wan, wan xopandine, loma jî dîrok li me hatiye xezebê.
 Xwdê jê razî, bi çûyîna xwe ve, çand û dîroka kurdî, herweha ola Êzîdî, stûnek ji stûnên xwe derda, û stêrkek geş ji stêrkên kurdayetiyê vemirî. Sê kurên Ş. Xido hene: „ Zorîk „ yê herî mezin e, li Yerîvanê dimîne, „ Artor „ li Mosko dimîne ( Rihmetî li ba wî dima ), û „ Gêrman „ jî li Ispanya yê dimîne. Ş. Xido, di roja 4 Sibatê de li goristana gundê wan, li rex bavpîr û hevjina wî hat binax kirin. Divê em vê jê bêjin ku berî binaxakirina wî bi çend katjimaran ew biribûn akadîmiya Ermenistanê, pispor, zanyar, û kuhumeta Ermenistanê tevan xatirê xwe jê xwesti bûn.
Ciyê gotinê ye, ku sê pêlên penaberan ji Kurda ji herêma Qersê koçî Ermenistana îroyîn bûbûn; pêla pêşin li sala 1853-1856an, di şerê Rûsa û Tiriyê de, pêleke din biçûk di şerê 1977-1878 an de, û pêla şisiyê di şerê cîhan ê yê yekê de bû.  

Bila serê miletê me sax be.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

 

Di destpêkê de

Milet ji henasên xwe

cawekî ji hevrêşim dihûna;

Li aliyekî rokek pêve didrût û

li aliyê din lîlandineke dengketî.

Bi hajixwebûn

pêlav di ser siya şehîdan re dimeşiyan

mîna ku xak bi bîranîna wan re…

Salih Cefer



Qedexebûna zimanê kurdî bi salên dirêj bû sedema paşketina hemû cûreyên wêjeya kurdî û bi taybetî jî ya zaravayê kurmancî.
Tevî ku di van salên dawî de li gelek alîyên Kurdistnê rewşa wêjeya kurdî (kurmancî) bi pêşve çûye jî, lê hîn pêwîstîya bi pêşveçûnên bêtir heye.
Kanîyên pêveçûnê pirin, yek ji wan…

Ebdûlazîz Qasim

 

Ji demê hatina Ehmed El-Şerih li ser desthilata Sûriyê, piştî hilweşîna rejîma Esed di 8ê çileya sala borî de û heta îro, bi carekî rewş û rastiya Sûriyê ya civakî, cugrafî, siyasî, etnîkî û olî tê paşguh xistin, bi taybetî hebûna gelê Kurd bi carekî tê paşguh xistin, her bigire…

Amadekirin û kurmacîkirina tekstên stiranan: Ednan Bedreddin

 

Mezher Xaliqî yek ji navdartirîn hunermendn kurd ên sedsala bîstan e. Ew di sala 1938 an de weke zarokê malbateka kurd a oldar li Sune (Sanandaj) hatiye jiyanê. Behremndiya Xaliqî di warên goranîgotin û werzişê de ji salên dibistana seretayî ve derketine pêş. Her di…