Dastana Gilgamêş – wergerandin û amadekirina mamosta Deham Ebdulfettah

M.Emin

 Dastana Gilgamêş dastaneka kevnare, bi nav û denge . çar hezar sal di ser dastanê re derbasbûye,dastan bi xwe wek hatiye naskirin şûnma û berhemê Someriyane, tevî ku hin nêrîn û raman gamandikin ku dibê ev dastan berî Someriyan jî hebê

anku di nav hin gelan de hatibê gotin û Someriyan jî ji devên wan girtibê, lê ji ber ku Someriyan cara pêşîn di dîrokê de nivîsandin bikaranîne û pê xepitîne, vêca ev dastan jî ji aliyê wan ve hatiye neqişkirin û berhevkirin .
Deqa dastana Gilgamêş ya ku di nav destên me de ji pertûkxaniya şahê Aşuriyan Aşur Banîbal hatiye deranîn . dastan li ser 12 depên lîmeyî (heriya biraştî) hatiye neqşandin, her depek bûye 6 latik, her 3 latik li rûyekê depî hatine nivîsîn . tevaya rêzên nivîsînê, li ser herdu rûkên her depekî 300 rêzin . hêjayî gotinê ye ku xwendina destnivîsa dastanê, li ser wan depan, ji aliyê çepê ber bi yê rastê ve di çê û bi wê yekê hatiye nivîsandin. ji reng û şewazê nivîsîna dastanê tê xuyakirin ku dastan bi şêweyekî helbestî hatiye gotin û bi stiranî belavbûye . bi devikî ji nifşekê mirovaniyê ta nifşekî dîtir hatiye veguhestin, gelek zêdebûn hatiye ser wê heta ku ev rengê xwe yê dawî standiye. vekolînvan gumandikin ku cara pêşîn dastan bi zimanê Akadî (babiliya kevin ) û bi tîpên Mîxî hatiye neqişandin. dastan parçekî ji kevnedîroka mîzopotamiya berçav dikê . ku qiralên şahinşahiya bajarê ((kîş))ê piştî lehiya mezin (tofanê) hatine . li pey wan, zincîra şahên bajarê Orokê hatiye rojeva dîrokê . Gilgamêş xeleka pêncemîne di nav xelekên zincîra şahên Orokê de, vê zincîra şahan di nav bera salên 3000-2400 ê B.Z de, şahînşahî kiriye . berî Gilgamêş çar şahan fermandariya Orokê kiriye . Gilgamêş di nav bera salên 2700-2500 ê B.Z de şahinşahî kiriye – piştî wî jî, kurê wî, nêzîkî 100 salî qiralî kiriye . lê wek tê gotin û pêşbînîkirin ku dastana Gilgamêş qûnaxa dawî, ya ku dastan raweya xwe ya sergihayî têde wergirtiye di dema Akadiyan de bû, dema şahê Akadî Sergûn sala 2300 ê B.Z de bingeha şahînşahiya Akadî damezarandiye .
Mamosta Deham giringiya dastanê bi giringiya buyer û naveroka wê ve girêdidê, dema dibêjê :bê guman giringiya dastanê ji girîngiya  naveroka wê hatiye . dastan hemû hêlên jiyana mirovatiyê, yên sereke destnîşankirine : jiyana civakî, desthilatî, sitemkarî, şer û cengawerî evîndarî, hevaltî û dostanî, xemgînî, şînkêşan û olperstî û ………HD .
Lê mijara herî girîng û balkêş, ya ku di serê her mirovî de digerê, wekî ku di serê Gilgamêş de digeriya û ew bi çolan xist, mijara mirinê ye .
Ev mijar ku pirsine girîng di bîra her mirovî de tev dide :
-Bo çi mirov tê vê cîhanê û dimire ?
-Piştî mirinê çi heye ?!
-Derbarî vê sernivîs û çarenûsê, gerek mirov çawe bijî ?!
Ev pirsyar li her cihî û di her demê de, bê destûr xwe davêjin bîr û baweriyên mirovan, dikin ku li ser çarenûsa mirinê biponijin . bingeha dastana Gilgamêş bo guherîna çarenûsa mirinê ezmûneke mezine . giringiya dastanê ji giringiya naveroka wê hatiye . her mirovê wê di xwîne hêlekê ji pirsgirêka jiyana xwe tê de dibîne, ji ber vê çandê jî, dema ku mirov dastanê dixwîne dibê qey berî çend rojan, yan çend salan hatiye nivîsîn, ne ku berî çar hezar salan …….!  Anko dastana Gilgamêş dastaneke kevne-nûye, kevne, lê bi demê re nû dibe ……!
Tevî dibê ku gelek xwendevanan ev dastan bi zimanên dîtir jî xwendine, lê belê xwendina wê îro bi zimanê kurdî zarevayê kurmanciya jorîn canî û ciwaniyeka dîtir didê naveroka dastanê û çîroka pincarê ku xortaniyê lipîran vedgerîne û jiyaneka nûjen bi bidestdixe, nû dike .
Dawiyê Gilgamêş gihişte wê baweriyê ku mirov pabendê sernivîsa xwe ye û mirin dûmahiya her jiyanê ye . ne mirina mirovan, bi qencî, xêrxwazî û navdariya wan ya piştî mirinê ye . Anko, wekî kurd di bêjin: (Ga dimire çerim dimîne, mêr dimire nav dimîne) .
ev pertûk hêjaye ku mirov bi xwîne û bide xwendin, ji ber ku ked û karekê buhagirane ji aliyê mamosta Deham ve hatiye kirin û bi rêzdarî berek li dîwarê avahiya pertûkxaniya kurdî bi vê yekê zêdekir û pertûkxane pê hatiye xemiland .


شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Çîrok: Mihemedxêr Umer

Werger: Fewaz Ebdê

Hecî Dawûd, xwedî rûberin fereh ji zeviyên çandiniyê ye, bi qencî di herêmê de deng daye û hatiye naskirin, û hezkirina wî cihê xwe di dilê me de girtibû. Wî mala xwe ya kevn bi hewşa fereh re, kir depoya berhemên xwe û hinek alavên…

Mizgîn Hesko

Bi tenê
Di Derazînka hezkirinê de
Şaxekî erxewanî
Dilê bêdeng…!
Di navbera asîmên û zemînê de
Gelawêj
Ez…
Helawistî dimînim…!
Û dil…
Û dilê min î lal
Bişkoja bi roniyê mest…!
Çi raz e…?
Çi huner û fîlbaz e…?
Spêdeyan…
Dilkê dil ji nav sîtavan
Û ji cîgehên asê…
Ber bi xwe ve dibe…?!
Çi raz…
Çi ristesaz û rewannaz e…?
Hiş wêran dike û dergehê rewanbêjiyê
Bi…

SIMKO botanî

Li cîhan cejn û seyrane
Lê welatêm bê jiyane
Welatek jar û perîşan
Navê wê jî kurdistane
Nav li ba min pir şêrîne
j‘ber ko xaka wê zêrîne
Maye tenê li cîhanê
Milet hêjî Ber gumane
Li ser wê her bi fîxanim
Bêyî wê tim dil bi janim
Bi kul û derd û nalînim
Dijmin lime kir talane
Boçî dijmin dike talan
Li…

Fewaz Ebdê

Dibistana me ya ji kelpîçan

li hewşa wê

nigên me

weke rehên biçûk

di nav çamûrê de diçikilîn.

Em dikeniyan

dibezîn

û lênûs ji me re dibûn bask.

Banê dibistanê dilop dikirin

dilop.. dilop

mîna ku asman jî

bi…