Şahiyeke Hunerî Ji bo Cejna Rojnamegeriya Kurdî Li Şamê

Komîta Nûbuhar ya çandeyî li sûriya, û bi rêya slavegera 109 ê ya çapkirina rojnameya Kurdistan, li paytexta misr ê, elqahîre, ku li ser destê mamosteyê rojnamevaniya kurdî, mîr Miqdad Midhet Bedirxanhate  çapkirin, ev roj ku weke cejna rojnamevaniya kurdî tê naskirin, li hemû gelê kurd, û bitaybet, rewşenbîr û ronakbîr û rojnamevanên kurd pîroz dike.
ji lwera komîta Nûbura, gelek kêxweş û bi rûmete ku şahiyeke hunerî, êvara 22/4/2007, li paytexta sûrî, şam ê, li darxe, û nûnerên hin kovar û rojnameyên kurdî ku sûrî belav dibin, di gel hinek rewşenbîr û nivîskar û rojnamvanên kurd, hin saziyên kudî ku di ware parastina mafên mirovan li sûrî kardikin,verxwîne vê şahiyê. Û komîta Nûbuhar lêborîna xwe dixwaze, eger vexwendiyên şahiyê, tenê ji şamê bin, ji sedema tengbûna cihê şahiyê, ji bilî ku Nûbuhar nawaze kesên ji herêmên din biwestîne. Û hemû kes û saziyên ku dixwazin name û birûskeyên pîrobahiyê ji me re rêkin, dikarin li ser vê mail bişînin: emerkoceri@yahoo.com
Di gel germtirîn rêz û sipasî ji hemû kesên dixwazin bejad bibi.
 

Komîta Nûbuhar Ya Çandeyî Li Sûrî
 

şam 17/4/2007
 

 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Bessam Mer’ê

Gava trajiydiya miletekî tê taqîkirin û ezmûnek tije jê derdikeve holê , wêjeyek çêdibe ku birînan vediguhze pendiyarîyê û bîranînan vediguhêze pirsên vekirî yên pêşerojê.
Yaşar Kemalê Kurd, stûnek wêjeya tirkî û cîhaniye ya ne tenê li ser gund û mirovên sade nivîsiye, lê belê ew kirine neynike tevahiya gerdûnê, ku…

Firyal Hemîd

Di çilya pêşîn de û berî serêsalê, bêhna pirtiqala û goştê biraştî tê min.

Ew çaxê serjêkirina dermala bû.

ew bêhna ku mirî ji goran radikir, di pozê zarotiya min de maye.

Çima tiştên berê jî bîra min naçin?

bi dîwarê bîrdankê ve zeliqî ne û…

Zahid Alwani

Aşîreta Batwan û Dêrşoyan: Çîroka Şerê Ku Bi Jinewateke Qediya, 1890 — Roja yekê, sê bira ji aşîreta Dêrşoyan piştî nivêja fîjrê derketin bo çiyayê li bijartekî xwe da ku bixebitin; cihê wan ji gundê xwe zêde dûr bû.

Piştî nivêja asrê, bavê malê ji xwişkê xwe — keça…

Xizan Şîlan

şev û rojên min

bi nalîn û keservedanên kûr

dibihurin

hinavên şewitî

bûye cîhê gund û bajarên

hilweşiyayî

henasa gewriya fetisî

ji bayê havînên nerm

werdigirim

rengê keskesora derûniya min

çilmisî

li ser axa şaristaniyê

koçberî û derbederî…